Rewa dikim qîza xwe ezîz Meyanê
KULFETÊ ME, ZAROTÎYA MIN
Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla hesinîya bû. Diçû ber dewarê xelqê li qeza Surmelîê, berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wî pêşin mir, ewî herdu kurê xwe: Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmelîê derket, lêda çû, îdarê wî li wêderê nedibû. Şemo pêda gele çetinî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurê xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, ê din jî dida ber dilê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêşî hê du salî bû. Qet tiştekî wî idî tune bû, xênji lihêfeke kevin.
Rêda gava terî dikete erdê, Şemo xwe dida ber dîwara û qefê zinara. Alîkî lihêfê bin zarara dikir, alîê dinê jî davîte ser wan, wekî zar serma nekin. Xwe jî bi kincê xweva radiza. Rojêd hewa sar bûya, Şemo sibê şeveqê radibû, sergîn top dikir, kûrma êgir lêdikir. Zarê wî xwe ber êgir germ dikirin. Paşê dîsa pê diket diçû. Rêda, nav gundada, xwera nan berevdikir: usa îdarê xwe û zarê xwe dikir, heta hat derkete welatê Qersê, gundê huruma -Azatê. Azatêda ez û du xuşkava ji dîya xwe bûn.
Carekê, evareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniştibûn. Pak tê bîra min, bavê min mera gilî dikir û wa digot: ..... |