XEZAL
Bhar bû, bhara Elegezêye gulîne hênik.
Kê çûye Elegezê zef rind dikare bîr bîne wî wedê cinetî, wî wedeyî, gava kulîlkê wê dibişkivin, gul-sosinê wê şîn dibin, ê ku rûk didne meriv. Lê xule-xula ava kanîêd wêye sar, ku bela dibe deşt û mêrga, çîya û banîê wê ji kîjana bi sewteke xweş çîve-çîva çîvîka û qibe-qiba kevotka tê, ku tevî dengê kilamêd qîz û xorta dibin û nava pêlê hewêda diçin û digihîjne heylo çîê dûr...
Vî cîê cinetîdane gundê elegezê. Çarçarnikalêd wî çya û banîne, ji alîê mifriqêva blind dibe û kolozê çîl û qerqaş sêrî tê xanêkirinê çyaê Elegezê. Bnelîê vêderê gişk jî xebathizin û merîfet. Çiqa roje sibê şebeqê herkes lêz ber bi xebatê, ber bi deşt û fêrmêd kolxozê diçe.
Sibeke bharêye xweşbû, kolxozvanê gundê Elegezê dilezandine ber bi xebatê. Bi lez usa jî du heval -Karê û Xezal diçûne xebatê. ..... |