La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hemû Berhem: Mem û Zîn, Dîwan, Nûbara Biçûkan ...


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2008-05-01, Istanbul
Préface : Pages : 382
Traduction : ISBN : 978-975-6179-60-4
Langue : KurdeFormat : 145 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ehm. Mem. N° 5424Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hemû Berhem: Mem û Zîn, Dîwan, Nûbara Biçûkan ...

Versions

Hemû Berhem

Ehmedê Xanî

Lîs

Ehmedê Xanî, helbestkarê Kurd, yek ji mezintirîn rewşenbîrên serdema xwe ye, ku bi pênc berhemên xwe yên ku îro tên zanîn, bi taybetî bi mesnewiya xwe, Mem û Zînê ve mohra xwe li wêjeya Kurdî xistiye.
Ehmedê Xanî, di 1651 ’ê de, li gundê Xanê ya li herêma Colemêrgê ji dayîk bûye. Bavê wî Ilyas ji eşîra Xaniyan e, lê diya wî Nûrê nayê zanîn ji kû ye. Binemala wî ji herêma Colemêrgê koç kiriye, çûye li Bazîda Serhedê bi cî bûye, li wê herêmê di medreseye de dersdarî kiriye. Xanî, di çardeh saliya xwe de, dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye. Ji hemû berhemên wî diyar e di gelek ilmên Îslamî û felsefeye de kesayetiyeke serdest bûye. Di sî û sê saliya xwe de Nûbara Biçûkan nivîsiye, di çil û çar saliya xwe de jî, Mem û Zîn nivîsiye. Wekî din, dîwaneke wî û du berhemên wî yên din ên bi navê Eqîdeya îslamê û Eqîdeya îmanê hene.
Wekî helbestkarekî Kurd, êdî bi her awayî wekî kanona wêjeya Kurdî tê qebûlkirin.
Xanî, di 1707’an de, li Bazîdê koça xwe bar kiriye, gora wî li biniya Kela Îshaq Paşa, li kêleka mizgefta wî ye û ji Kurdan re devereke pîroz e.



METINXWANEK NEBITIN, SAHIBÊ MENA ÇI BIKÎT?
”*

Zêrê zer e, di binê erdê de namine. Ev her çi qas gotineke faşbûyî xuya bike jî, ji ber ku qonaxên bîra Kurdbûnê sal bi sal, bi gavine berfireh zelaltir dibin, êdî gotin û biwêjên zimanê Kurdî jî digihîjin wateyên xwe yên kûr. Li ser babet û warên ku dê tevkariya bilindbûna stûnên me yên neteweyî bikin, sal bi sal xebatên berfirehtir, birêkûpêktir û karîgertir têne kirin û dikin bêne kirin. Her karekî çapkirin, belavkirin, şirovekirin, xwendin û danxwendinê ya biçûk, biçûk xuya bike jî, bê gurnan kartêkeriyeke xwe ya nepenî û mezin li ser civaka Kurd î bindest, lê serbilind, heye. Îro ro, di gel bîra me ya birîndar a ku me gişan diêşîne, nivîskar, rewşenbîr, helbestkar û domkarên zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî çawa hê ji dikarin li hemberî rasteqîniya sergoya civakî ya ku bi desten bivanivên li ser erden Kurdan rûniştine çêbûye çik li ser piyan in û çawa hê jî dikarin terîfeke xurt li xewna bi çend sed salan bixin? Sedem, çi qas bi rêk û pêkî neketibe binê qeftê ji, diroka me ye, ku bi guhên me de xwendiye û gotiye, "Hûn dikarin hebin!" Sedem, di nava vê dîrokê de, bi taybetî dîroka wêjeya Kurdî ye, di nava dîrokê wê de jî, tevî çend navên din ên gewre, wekî Baba Tahir, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Hecî Qadirê Koyî, rasterast, helbestkar, nivîskar û sevda Ehmedê Xanî ye, ku di ser mirina wî re, bi qasi ku êdî tê zanîn, 301 sal derbas bûye.

Helbestkarê mezin ew e kes e, çawa Selim Temoyê ku bi pêşgotineke kurt û xurt tevî vê berhemê bû ji Sigmund Freud xweş wergirtiye, helbestkarê mezin ew e kes e, kuştina pivê wî di gelek qonaxên civakê de kifş e. Ehmedê Xanî ji bo me Kurdan ji zû ve ye rasterast ew kes û e\v helbestkarê mezin e. Şahperên deqên (metnên) hemû berhemên xwe - ne bi tenê bi mesnewiya xwe, Mem û Zinê ve, her wiha bi Nt'ıbara Biçûknn, bi Dimim xwe ya belawela, ku em hê jî pê nizanin sînorên wê çi ne û heya kû ne, bi Eqîdeya îmanê û bi Eqtdeya îsbtmê ve - fireh vedike, piyên xwe datîne ser hemû wêjeya me ya berê û ya vê sedsalê, ya ku xwe nû dike, Çawa ku T. S, Eliot di çarçoweya dîroka wêjeyê, kelepor û nûjeniyê de gotiye, “Shakespeare û Dante gerdûn di nava xwe de parî hev kirine, tiştek ji me re nehijtine," em dikarin bibêjin, ku Xanî’yê mezin bi ‘berhem’a xwe ji me re xaniyê me yê neteweyî ava kiriye, sêwra welatê me ji tixûbên welêt bigirin heya perwerdehî, bawerî, zanyarî, felsefe, deqnasî û birêvebirina civakê daniye û ev serê sedsalekê ye, ku bi hewl-danên biçûk be jî, zanyar û wêjekarên biyanî û yên Kurd dil dikin dl raza Xanî bigihîjin, li gorî vê yekê jî, bi taybetî Mem û Ztn, ta astekê wergeriyaye zimanine biyanî û têye wergerandin, ji çapa wê ya Stenbolê ya di destpêka sedsala 20. û vir ve ye li welatinan, bi tîpên Erebî û Latinî, deqa resen, Kur-diya wê hatiye çapkirin. Lewma jî, bi boneya 301 saliya mirina Xanî, Weşanên Lîsê, bo yekem car li Kurdistanê, li Amedê, tevî hemû zehmetiyên kareki bi vî rengî, dest avête amadekirin û çapkirina hemû berhemên Ehmedê Xanî. Bi qasî ku em pê dizanin, ev cara pêşîn e hemû berhemên Ehmedê Xanî wekî ‘hemû berhem’, di pirtûkekê de têne berhevkirin û çapkirin, ku tev de ji pênc berhemên Ehmedê Xanî yên ji hev cuda, ji mesnewiya wî, Mem û Zin, fer-henga ku wî ji bo zarokên Kurmanc nivîsandiye, Nûbara Biçûkan, Di utana wî, Eqîdeya Imanê û Eqîdeya Islamê pêk tê.

Bê guman, me derfet nîne em di vê kurtenivîsê de behsa hemû qonaxên amadekirina vê xebata mezin a bi mehan bikin; em ê bi çend nîşeyên sereke peydakirin, lêkanîn û pêkanîna van pênc berhemên ku ‘Hemû Berhemên Ehmedê Xanî’ pêk tînin bikin.
Dema ku me dest bi tîpguhêzî û berhevkirina deqên Xanî kir, me dît bê çendî zehmet e em deqeke birêkûpêk ya aydî kilasîkên me peyda bikin. Bi taybetî jî, di tîpguhêziya Mem û Zînê de, me dît bê çi qas kêm û kasên elifbaya zimanê Kurdî ya Latinî hene, ku berhemên me yên kilasîk hemû bi tîpên Erebî hatine nivîsandin û nivîsandina bi Latinî ya peyv û terkîbên koka wan bi Erebî girêk û problem e. Lê mixabin îro ro, ji bo ku em bikaribin wan dengen ku di Kurdî de nînin bi elifbêya Latinî binivîsin, rayeya me tüne em tîpên ku bikaribin wan dengan bidin li elifbaya xwe zêde bikin; biryareke wiha biryareke neteweyî ye û her wiha me divê êdî elifbêyeke yekgirtî hilbi-jêrin, di vê babetê de jî, li hemberî elifbêya Erebî, ku li Başûr û li Rojhilat tê bikaranîn û elifbêya Kirîlî, ku ji aliyên Kurdên me yên Qefqasan û Oris ve bi giranî tê bikaranîn, tercîhkirina elifbêya Latinî ye. Piştî ku li ser vê kêşeyê biryareke neteweyî bê girtin, em ê bikaribin pirsen Latinî bi hêsantirî çareser bikin. Lewma jî, di gel ku bi taybetî gelek dengdarên biyanî li elifbêya Latinî nayên, me rast nedît em di amadekirina vê berhema mezin de li gorî xwe tişti-nan li elifbêya xwe ya Latinî ya berdest zêde bikin, ku dîroka peydabûn û pêkhatina wê dirêjî yekem nîveka sedsala 20. dibe. Me ev biryara xwe li her pênc berhemên Xanî sepand.

Deqa Mem û Zîne. ya ku me ji Erebî jê tîpguhêzî kir bo Latinî, ya Çapa Stenbolê-1919'an e. Tevî ku giş derneketibin holê jî, bi qasî ku tê zanîn, li we-latê me, li ba seyda û alimên medreseyan tibabek destnivîsên berhemên me yên kilasîk hene, ku di domahiya sedan salan de ji ber hev hatine girtin, lê ji ber ku destnivîsên ji desten xwediyên van deqan, ango nivîskaran, êdî bi pir-ranî ne li ber destên me ne, di van destnivîsên heyî de cî bi cî peyv û terkîbên cuda û di yên ku qonaxa hevçax de li çapxaneyan hatine çapkirin jî xeletiyên çapê hene. Li jêr van şert û mercên heyî, Çapa Stenbolê bi raya me, çapa yekgirtî ye, standard e. Piştî ku tîpguhêziya Mem û Zinê ji vê çapê hate kirin, me da ber çapên bi Latinî yên M. Emin Bozarslan û Arif Zêrevan, heya ku ji me hat, me li ser wan ciyên ku ji hev cihê hatine çapkirin, peyv û terkîba, bi ya me rast, çêtir girt.
Ji bo ku deqa Mem li Zinê ya ku têgihiştina wê bi têra xwe zehmet e piçekî hêsantir bibe, me wateyên gelek peyvan li kêleka risteyan bi cî kir, ku ev metodeke hevçerxtir e.

Ji bo berhevkirina Diwana Ehmedê Xanî jî, nie ji çavkaniyên ku heya niha hatine çapkirin û tê de helbestên ku ji destnivîsên kesên wekî Mele Îbrahîmê Zivingî, Aleksander Jaba, Mihemed Elî Qeredaxî û ên din hatine berhevkirin wergirt, ku me di vê yekê de ji berhema rêzdar Mûrad Ciwan sûd wergirt. Ji bili van, seydayê rêzdar, Zeynelabidîn Zinar tîpguhêziyên xwe yên heşt helbestên Xanî tevî vê berhemê kir, ku nie çend peyv, terkîb û beşên ku ji destnivîsan çûne û nehatine xwendin ji çavkaniyên din temam kir. Her wiha, me sê helbestên Xanî yên din jî, ji berhema seydavê rêzdar, Evdirehman Durre wergirt, bi vî awavî. Divana Ehmedê Xanî va ku bi îhtimaleke mezin pirraniya wê winda biive ta vê radeyê berhev kir. Divan ji 33 helbestan pêk hat. Xwendevan ê têbînî û nîşevên pêwîst di binê helbestan de bibinin, ew ê bikaribin ji wan çavkanivan sûdc werbigirin. Ji bo kıı helbest hebekî din baştir bên rêgihiştin, me di dawiva Divanî: de ferhengokek jî çêkir.

Deqên Nûbara Bifûkan, Eqideya fmanê û Eqideya îslamê yên di vê pirtûkê de me dîsa ji seydayê rêzdar, Zeynelabidîn Zinar wergirt. Ev deq berê yekem car li Ewrûpayê hatine çapkirin, kıı di nava vê pirtûkê de, pişti navên pirtûkan sala çapê û ciyê çapê hatiye diyarkirin. Bi tenê tiştê ku me ji bo vê edîsyonê kir ew e, ku me her du eqîde wekî du pirtûkên ji hev cüda di vê pirtûka ‘hemû berhem’an de bi cî kir, ku di çapa bere de her wekî yek pirtûk hatine çapkirin.

Piştî xebata bi mehan, Weşanên Lise ya ku di binê navê rêza Bênder de Ehmedê Xani — Hemû Berhem kir pirtûka peşin a ji nû ve edîtkirin û çapki-rina kilasîkên me yên sereke, bi hêviya ku dê ev berhem êdî bi awirekî nû werin xwendin û rengê hebûııa me ya qels veguherînin, gelekî serbilind e û ji ber hemû pêşîkêşî, alîkarî û keda wan, bi dil û can spasdare ji Lal Laleş, Mîran Janbar, Şener Özmen, Elîxan Loran, Dilawer Zeraq, Şeyhmus Diken, Ümran Engin, Jan Çiya, M. Burhanc Şemrexiyê ku tîpguhêziya Mem û Zine kir, Selim Temoyê kıı pêşgotina xwe texsîr nekir, Bextiyar Mermertaş û Feray Mac-itê re, her wiha, ji ber keda wan a bêhempa ya di veguhestin û ronîkirina berhemên me yen kilasîk de ıninetdar e ji seydayên me yên rêzdar, Celadet Elî Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Elaedîn Secadî, Hejar Mukriyanî, M. Emin Bozarslan, Sadiq Behaedînê Amêdî, Zeynelabidîn Zinar, Mûrad Ciwan, Ebdulreqîb Yûsuf, Perwîz Cîhanî, Abdurrehman Durre, Ebdullah M. Varlı, Celaledîn Yoyler, Arif Zêrevan, Jan Dost û H. Mem re. Xebatên wan ên hêja em xurt kirin.

Çawa ku di risteya Xanî’yê mezin de terîfa bê kem û kurî hatiye lêxistin, ku me ji nîşeyên xwe yên edîtoryal re kir sernav, deqxwanek nebe, xwediyê me’neyê çi bike? Kula Xanî’yê ku xwediyê me’ne û wateya me ye, tev ev e! Peyama wî ya ku ev zêdeyî sê sed salan e li pey xwendevan û şagirdên xwe diğere. Peyama wî ya ku dibêje:
"Gul hifa-i dibin bi nûkê xaran
Gencine xwedan dibin bi maran"

Kawa Nemir
18 Gulan 2008 / Amed

Pêşgotin

Sîgmund Freud dibêje, “Dema ku em psikiyatr di kûrahiya ruhê însên de tiştekî nû kifş dikin, em dibinin ku şuna piyê helbestkarekî li wir e.” Wêjeyê beriya gelek disîplînên zanistî xwe beri kûrahiyên ruhê însên û civakê daye. Teoriya wêjeyê jî, xwe çi qas nû bike û li gorî metnên nû rast bike jî, divê bi taybetmendiyên metnên kevin bizanibe. Yan ji nezanînê, yan ji bela ku hin metin di bin perdeya tarîtiye de mane, teori carinan pûç dibin. Em ê li xwarê nişan bidin, ku beke wêjeva Kurdi bi pergalên teoriya wêjeyî bê şirovekirin, dê gelek teori û zanînên der heqê wêjeyê de bêne guherandin.
Mirov nikare wêjeyê, ji xevnî zimanê wê, bi temamî wekî malê gelekî, neteweyekê bipejirîne. Lê danasîna wêjeyekê peşi karê zana û pisporên wê wêjeyê ye. Dema ku mirov li ser wêjeva Kürdi difikire, tê ditin, ku gelek taybetmendî di vê wêjevê de kene, ku ne dinya pê dizane, ne jî Kurd. Em ê li xwarê, di şexs û kiryarên Ekmede Xanivê mezin de, xwe beri kûrahiya wêjeya Kürdi bidin. Da ku be zanîn ka ev wêje çi qas kûr e û em bi çi per-galê li serê hûr bibin jî, bi temamî xwe bi deste me ve bernade.

Di dîroka wêjeya Kürdi de, tu kes tüne, ku bi qasî Ehmedê Xanî hatibe şirovekirin. Ji zanayan heya nezanan, ji Kurdan heta biyaniyan gelek kes li ser berhemên wî, bi taybetî ji li ser Meni û Zina, wî, rawestiyane, pirtûk, nivîs û şirove amade kirine. Lê Xanî xelas nabe, dê xelas nebe jî. Ji ber ku em çi qas li ser berhemên wî hûr bibin, kûrahiyeke din dertê pêşiya me. Lewma, dê ev pêşeka me jî hibe yek ji wan şiroveyan.

Heke mirov Xanî bêyî zanîna der barê wêjeya kilasîk de şirove bike, dê xeletiyên mezin derkevin holê. Ji ber ku gelek taybetmendiyên berhemên wî di metnên klasik ên din de jî hene. Ji erotîzmê heya evînê, ji pesin-dayînê heya taybetmendiyên alegorik. Lê mirov nikare hemû berhem û kiryarên wî di nava helbesta kilasîk de şirove bike jî. Xanî, di gelek qo-naxan de, ji kevneşopiyê vediqete û kevneşopiyê vediguherîne. Ji bo guhertina kevneşopiyê zêneka din, ya rasttir, zêneka nû divê. Gelo ev zên ji kû tê? Çawa gelek mijarên nû aniye û daxistiye nava helbesta kilasîk? Çima di nava bi hezaran mesnewiyan de mesnewiya wî, Mem û Zîn, li milekî din dimine? Paradîgmayeke wisa girtî, bisînor û tund çawa diguhere? Hîmên wî çi ne?

Piştî zulm û zordariya sedsalan êdî Kurd mîna mizgîniyeke heşîn dadikevine qada dinyayê, tevî gelên xwedîrûmet dibin. Ne qanûneke siruştê heye; mirov tiştekî bi çi hêzê dehf bide, dê bi eynî hêzê vegere. Piştî ew qas bextreşiyan, çanda Kurdan tevî hemû hêza xwe vedigere/vegeriya. Di gelek metnên kevin de, tê gotin, ku ilm û zanîn di nava Kurdan de hebûye û alimên mezin ji nava wan rabûne. Di dîroka çand û wêjeya Kurdî de, kesên mîna Baba Tahir, Dewdanî, Dînewerî, Siyahpûş, Şêx Şemsed-dînê Qutbê Exlatî û Melayê Cizîrî rabûne, ku her yek zeryayeke bê serî û bê binî ye. Dîrokvanê Osmanî, Katîp Çelebî, dibêje, ku di hemû milkê Osmaniyan de, herêma ku lê perwerdehiya felsefe û zanistên siruştê tê kirin, herêma Beled-i Ekrad e, ango Welatê Kurdan e. Nexwe Xanî, heke em bi peyva Şahnameyz Fîrdewsî bibêjin, ne bê “pêşeng” bûye.

Tu kes nikare Xanî li gorî dilê xwe sekularîze bike, ji ber ku rasterast ji nava zanîna olî tê. Lê tu kes nikare wî bi temamî di nava zanîna olî de bi cî bike jî. Lêbelê divê bê gotin, guhertina kevneşopiyê ji înkarkirina ol û Xwedê ecêbtir ç. Ji ber ku di helbesta kilasîk de tu helbestkar nikare mezmûnan (klişe) biguherîne. Jixwe di serê tu helbestkarî de fikreke wisa çênabe. Bo guhertinê “paradîgmayeke nû” divê. Paradigmaya nû di dîroka wêjeya Kurdî de heye. Em bi Melayê Bateyî dizanin. Em pê dizanin, mi-rina xwe nivîsiye, ku bûyereke ji bûyerên herî seyr ên dîroka wêjeya dinyayê ye. Ev agahî piçek jî ji qîmeta Xanî, seyriya şêwe û wêjevaniya wî kêm nake. Ev agahî taybetmendiyên wêjeya Kurdî derdixe pêş. Divê em jî zêna xwe li gorî van taybetmendiyan û vê meziniyê biguherînin.

Xanî bi projeyekê dest bi wêjeyê kiriye. Ji aliyekî ve helbesta kilasîk nû dike û vediguherîne, ji aliyê din ve zimanê Kurdî (li vir Kurmancî) dide hev, lixwe vedigerîne. Bi terma îro, em dikarin bibêjin, Xanî “kanon’a wê-jeya Kurdî ji nû ve diafirîne. Navê çend helbestkarên Kurd û biyanî bi lêv dike. Di pey re çend mesnewî û feylesofan, hin kesên xeyalî di nava kon-tekstekê de li hev dicivîne. Li gorî vê projeyê, dê û divê wêjeya Kurdî ya nû li ser van hîmên han bilind bibe. Xanî baş dizane, ku Kurd di nîvê çend gel, dugel, ziman û wêjeyên mezin de dijîn û bo kesayetiyeke cihê û xweser, divê xwe ji nû ve terîf bikin.

Ji bo şiroveyeke nû û cihêtir der heqê Xanî de, divê ji Nûbara Biçûkan bê destpêkirin. Em ê li vir Nûbara bi metna Jean Jacques Rousseau re, Emile, bixwînin. Lê pêşî divê em der barê mesnewiyan de hin tiştan bibêjin. Cureya mesnewî hem şêweyeke mişarî/rêzbendî ya helbesta kilasîk e, hem jî hin metin bi heman şêweyê hin çîrokan bi awayê mewzûn/helbestkî derpêş dikin. Mem û Zîn mînakek e bo ya duyem. Her çi qas di Nûbara Biçûkan de “çîrok” tunebe jî, hin beş bi şêweya mesnewiyê hatine nivîsandin. Mişarên helbestê mîna şêweya mesnewî bi vî awayî didomin: aa, bb, cc... Nûbara Biçûkan ferhengeke mewzûn e. Hem zarokan fêrî Erebî û Kurmancî dike, hem jî wan fêrî weznê dike. Her beş bi vvezneke din, bi recezên din hatiye nivîsandin. Lê di nava peyv û goti-nan de pendên civakî, olî û pedagojik hene. Ya rast ne ew e, ku em ê li vir Nûbara Biçûkan mîna Enıiln Kurdan bi nav bikin. Ya rast ev e: Divê em ya kesên din, Emiln Rousseau, wekî Nûbara Biçûkan a dinyayê bi nav bikin.

Ehmedê Xanî Nûbara Biçûkan roja 1 l ’ê Adara 1683’yan temam dike. Nûbara Biçûkan 79 sal beriya Enıilee hatiye nivîsandin. Helbet di wêjeya kilasîk de gelek pendname hebûne, gelek jî ferhengên mewzûn. Lê gelo metnên pedagojik? Mîna ku tê zanîn, Jean Jacques Rousseau, kitêba xwe ya bi navê Emile di sala 1762 yan de nivîsiye. Emile ji fitreta mirovan û ji-dayîkbûna pitikan dest pê dike, heya ciwaniyê û zewacê didomîne. Li gorî teoriya Rousseau, mirov di asasê xwe de, ji jidaybûnê ve baş e, heke dê û bav li zarokan baş xwedî derkevin, dê exlaqê wan jî mîna fitreta wan a baş be. Di Emilec de, gelek pend û tewsiye hene. Hin wêjenas dema ku der heqê Emilec de dinivîsin, ecêbmayîna xwe tinin zimên û dibêjin, ku Emile dema ku kesî bi zanista pedagojiye nizanibûye hatiye nivîsandin. Mîna ku me li jorê jî gotiye, heke em taybetmendiyên wêjeya Kurdî bi dinyayê bidin zanîn, dê xalên wisa jî bêne guhertin. Nexwe, na, hebûye, Nûbara Biçûkan hebûye, ango zanista pedagojiyê hebûye.

Gelek wêjenas dibêjin, ku Mem û Zin doktrîna civaka Kurdan e. Rast e, lê Nûbara Biçûkan 12 salan beriya Mem û Zinê hatiye nivîsandin. Nexwe Xanî, beriya têkoşîna civakî, doza têkoşîna çandî kiriye: Zimanê zanîstê Erebî ye, bila zarokên Kurmancan fêrî zimanê zanistî bibin. Di heman katê de, bila baş fêrî zimanê bav û kalan/zikmakî jî bibin, lekiliya ziman û perwerdehiyê mijareke nû ye, lê Xanî hê di roja roj de hay ji vê yekê hebûye.

Emile rasterast bo dê û havan hatiye nivîsandin, pend û şîret bo dê û bavan in. Lê Nûbara Biçûkan rasterast bo zarokan hatiye nivîsandin¹. Ev xal tiştekî ecêb e. Iro jî, gelek pirtûkên pedagojik bo mezinan têne nivîsandin. Lê Nûbar zarokan mîna mezinan, mîna mirovên gihiştî, xwedî kesayetî û vîn/îrade dipejirine. Mîna ku tê dîtin, ev taybetmendî jî mijara dozîne/tezekê ye. Em dikarin ji vir li Michel Foucault jî vegerin, ku dibêje, di çanda Ewrûpî de zarok tunebûn, mijara pedagojiye di demên Ronîbûnê de derketiye holê. Jixwe Rousseau jî yek ji wan Ronahîparêzan e. Di Emilee de, xalên mîna exlaq, dilpâkî (fezîlet) û başbûn dertêne pêş. Divê bê zanîn, ev xalên me gotî 79 salan piştî Nûbara Biçûkan hatine nivîsandin. Em bi tenê qala wekheviyên her du metnan dikin, lê Nûbara Biçûkan yekem metn e.

Nûbara Biçûkan zarokan bi lîstikê fêrî zimanê zanistî û bav û kalan dike, Emile jî. Xanî perwerdahiya lîstikî ji Platon tine², Rousseau jî. Xanî hin xalan ji antîkîteyê tîne, lê bo civaka xwe revîze dike, Rousseau jî. Ji en-dazyariyê heya tiştine cinsî, ku qala fallus û vulvayê jî dike, ji dilpakiyê heya azadiyê gelek tiştan derdibirre, Rousseau jî. Mirov dikare bibêje, ku Emile bo zarokên bajarî/burjuwa hatiye nivîsandin, lê Ntibar bo zarokên çîna bindestan. Li vir zanînek û dîtinekc çînî heye. Mîna ku dibêje: “Ne ji bo sahibrewacan (elît, aristokrat) / Belkî ji bo biçûkê di Kurmancan”'. Dema ku li dora tu şaristaniyê ev fikir tunebû, Xanî dibêje, “Umîda ine ji tifalan (zarokan)”. Di her beşa Nûbarî de, pêşî pend hene. Ev pend hem rasterast bo zarokan têne gotin, hem jî recez û wezna sernavê beşê beylû dikin. Bi vî awayî, di nava perwerdehî û zanistê de pend têne gotin.

“Ger te divêtin ku beraber nebitin kes bi te ra / 'Ilmê bixwûn hem ‘emel-i tu bike sin et ji xwe ra”. Heke tu zanist û xwendinê bo xwe bikî hüner, yan jî sineet, tu dê bi peş bikevî. Tu dê ji yên din biqetî, cihê bibi. Felsefeya di vir de kûr e, mirov dikare bi rêbazên felsefeya nûjen ve jî girêbide. Paşê qala “zanîna esil” dike, ku ev xal hê jî nû ye: “Her çi kese ‘ilmekî qenc xwendiye / Dewlet e, ger wî bi esil zaniye”. Xanî li pey dil-pakiyê ye. Di beşa “El Qit’etû fi Behrî el besîtî el Metwiyyî’yê de dibêje, “Ger te divêtin bibî mîr û ser û muteber / Kizb û xîlafê mebêj, ger te bikin ker bi ker”. Bo zarokên Kurdan dibêje, pêşî dilpakî, ne derew û xesîsî. Heke civakek li ser hîmên dilpakiyê bilind bibe, dê tevî nava civatên birûmet ên dinyayê bibe. Divê bê dubarekirin, ku Xanî beriya têkoşîna civakî têkoşîna çandî dişopîne. Nexwe projeya wî zelal dibe, dê pişti Nûbare civateke nû derpêş bike, ku ev jî Mem û Zîn bi xwe ye.

Xanî di Mem û Zîne de jî bi çavekî “çînî/sinifi” li meseleye dinihêre. Nexwe çima Tacdîn (kurê wezîr, ango “sahibrewac”) û Sitî bi mirazê xwe şa dibin, lê Mem (kurê katib, ango “Kurmanc”) û Zîn di nava evînê de di-xesirin û diçin? Ji ber ku di nava civaka Kurdan de edalet û di nava çînên civakî de çûn û hatina azad tuneye. Metin jî, xwe li gorî rastiya civakî rast dike. Di Mem û Zînê de, hewayeke rasteqîn/realîst heye. Bi vî awayî ji mesnewiyên din diqete.

Mirov dikare bibêje, ku Mem û Zin, Don Quijoteye' helbesta klasik e. Don Quijote çawa kevneşopiya romansan xera dike, Mem û Zîn jî, kevneşopiya mesnewiyan xera dike. Don Quijote romansan karîkaturîze dike, Mem û Zîn mesnewiyan. Don Quijote wê hewaya xeyalî parodîze dike û dinyaya rasteqîn derpêş dike, Mem û Zîn jî wisa. Di mesnewiyên evînî de, cin, perî, pîrelk û ejderhayên heftserî hene, ku êgir ji devên xwe dibarînin, lê Mem û Zin di hewayeke rasteqîn de didome. Lehengê romana Don Quijote bi zimanekî giran diaxive, lê kesên li dora wî, ku kenê xwe pê nekin, bi zimanekî rojane diaxivin. Di Mem û Zinê de jî, beşên serî bi zimanekî giran hatine nivîsîn. Lê dema ku beşa AxaziDastan, ango beşa çîroka asasî dest pê dike, ziman sivik dibe, peyv û terkîbên Erebî û Farisî kêm dibin. Leheng Don Qaijote di nava dinvaya rasteqîn de diğere, lê dinyaya rasteqîn li gorî zêna xwe, li gorî mêjiyê xwe diguherîne. Lê Mem û Zin di sêrî de hîmê xwe, ango dastana Memê Alan guhertiye. Di dastana Memê Alan de, gelek heyberên xevalî hene, bi taybetî jî di guhertoyên Memê Alan de; Şahê Erfita, bajarê Mixurbê (ku bajarekî xeyalî ye û di Mem ti Zhiê de dibe bajarekî rasteqîn, ango Cizîra Botan), bajarê Yemenê, Bozê Rewan (hespê Memê) û yên din. Don Quijote gelek ramanan derpêş dike, lê xwe wekî metnekê dihêlc. tu rastivê dernaxe pêş û deklere nake. Mem û Zin jî, her wisa; her çi qas qala gelek tiştan bike jî, di beşa dawîn de li xwe vedigere û hemû tiştên ku hatine gotin, yan pûç dike, yan jî gu-manber.

Mirov dikare bibêje, ku hemû mesnewiyên evini, ku bi hezaran in û di helbesta kilasîk va Kurdi de jî mînakên wan hene, li ser hîmên efsane û çîrokên Hindî, Greko-Judaik, Tewrad, Qnr’an û dewra Cahiliyeyê ya Ere-ban bilind dibin. Lê bi tenê Meni û Zin li ser hîmên dastaneke neteweyî, li ser MemêAlan batiye avakirin. Wateya vê yekê çi ye? Helbet metin gelek tiştan dibêje. Lê gelo dema ku em çend pirsan li metnê bikin, dê metin ji me re çi bibêje? Gelo çima di Meni û Zinê de beşa “Medh-î Çiharyar-î Guzîn” (Pesn û Medha Çar Xelîfeyan) tune? Derdê Xanî ne bi tenê nivîsîna mesnewivekê ve, lewma! Xuya ye em li hemberî zanayekî wisa kûr in ku, ev çû ji sê sed salî derbas kir, ku metnê wî hê jî terr û teze ye. Xanî dixwaze neteweyekê ava bike. Çawa netewe, ku hê fıkra neteweyî bi tu kesî re tune?

Mirov dikare li dora tiştên kevneşopî jî îmayên veşartî bibine. Bi taybetî di beşa “Sebeb-î Telîf”, ango beşa “Derdê Me” û “Sebebê Nivîsîna Pirtûkê Bi Zarê Kurmancî” de. Helbet gelek tişt di van beşan de bi kevneşopiyê ve girêdayî ne. Bo nimûne, pesnê Mîr dide. Helbestkaiê kilasîk dîwan û mesnewiya xwe etfê kîjan nıîr, beg, padişah, yan sultanî bike, pesnê wî dide. Neteweperestên Kurd pirr li ser vê xalê radiwestin û dibêjin, ku Xanî doza serekekî bi himmet û hamiyet dike, me jî serekekî ku serekê hemû Kurdan e divê. Ev şirove li gorî pêdivî û zanîna îroyîn e. Mirov nikare vê yekê ji metnê derbixe û bibêje. Ev yek bi kevneşopiyê ve girêdayî ye. Lê Xanî pirr û pirr dixwaze Kurd li xwe vegerin û bi pey edl û zanînê bikevin. Nexwe dê di helbesta “Kanê Padşaê Serhedan” de jî ev doz bişopanda. Divê mirov dêhn û bala xwe bidiyê, ku dibêje “padşaê Serhedan”, nabêje Kurdistan. Her çi qas Xanî dilsojekî yekîtiya Kurdî be jî, projeya wî navneteweyî ye û bi vî awayî digihîje Neo-Platonîzmê.

Bi ya me, ji hêla teoriya wêjeyê ve beşa “Paşgotin û Peyva Bi Qelemê Re” jî gelek seyr e. Li vir sê heb vebêj hene; Pênûs, Ez-vebêj û Xanî. Pênûs qala qedera xwe dike, Ez-vebêj pênûsê û Xanî dide ber hev, Xanî jî tiştên Pênûsê jê re gotî ji Xwedê re dibêje, ew jî mîna pênûsê qala qedera xwe dike. Ez-vebêj hem şerê her duyan germ dike, hem jî mîna ku du pêlewan li bênderê bin, şerê wan derdibirre. Pênûs ji Xanî re dibêje, “Wey xawiyê daweya kemalê”. Ev gotineke gelekî seyr e. Ji ber ku Xanî bi beyta “Xanî ji kemale bêkemalî / Meydana kemale dîtî xalî” dest bi beşa “Sebebê Nivîsîna Pirtûkê Bi Zarê Kurmancî” dike. Nexwe ev metin li nava xwe jî vedigere. Tiştên wisa di teoriya wêjeyê de hê nû nû tene gotin. Gelek pis-por di metnên modern de didine pey taybetmendiyên wisa. Lê em dibinin, ku tiştên wisa di wêjeya Kurdî ya kilasîk de hebûne.

Divê em şiroveya metnên Kurdî jî ji nava xwe bilind bikin û derxînin qada dinyayê. Ji ber ku em metin û wêjevanên xwe çi qas eydê xwe bibinin, ew qas eydê dinyayê ne jî. Lê bo çirandina perdeya tariyê, divê çawa ku ji nava me derketibin, ji nava civaka me jî derkevin, da ku tariya nû ne bi deste me tîr bibe, yan jî bi destên me tîr nebe.

Selim Temo
15 Gulan 2008
Mersin

¹ Bi tenê du sê beyt bo mamosteyan in, mînak: “Muellim bila dil wekî ber bitin / Divitin ku şagirdi li ber bitin”.
² Mîna ku di Sîte/Cumhûriyetê de berevanî/mudeF e dike.
³ Bo Xanî wateya Kurmanc, Kurd in/e. Lê gelo Kurmanc bi teni Kurd in, yan çina bindest, reaya, heta köle ne? Mîna biwija navdar, dema ku neheqî li yekî dikin, dibijin, “Qey ez Kurmanci bavi te me”. Delil ne yek e, di seri Mem û Zînt de ev beyt bala mirov dikişine: “Yan! ne ji qabilî û xebîrl / Belki bi teessub û eşîrî”. Sedemi nivîsîni xwe mîna eşîrî dîtin e. Xanî konteksti li ser vi paradoksi ava dike: Heke tu binivîsî, tu doza eşîriyi, ango arîstokratiyi dikî. Nivîsîn ne kari çîna bindest (dibe ku “Kurmanc”) e, kari eşîrî û arîstokratiyi ye.
⁴ Em li vir qala romana Miguel de Cervantes Saavedra dikin, ku berga yekem di sala 1605’an, ya duyem di sala 1615’an de weşiyaye.

Pirtûka Yekemîn

Mem û Zîn

Tipguhiziya ji tipên Erebi bo tipin Latinî
M. Burhanê Şemrexî

1

Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metleê” husnê’ ‘işqebazî / destpêker - rindî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya ‘işq
Îsmê te ye neqşê xameya ‘işq / pênûs, qelem
Bê neqşê te, neqşê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye şahebeytê meqsûd’ / viyan - daxwaz
Fihristê mukatebatê’ mehmûd’ / sinedefter -yê ku jê re têşukirkirin
Mezmûnê’ muraselatê’ lareyb' / naverok - tiştên şandî - bê guman
Meşhûdê’ mukaşefatê’ bi-l-xeyb' / bêyî dîtinê – jêdiyarbûn - ji nepeniyê
Mehbûb’ û qulûbê’ men lehu l-qelb‘ / hezkirî – dil - xwedî dil
Qelban tu dikî bi bal xwe ve celb’ / gazî - kişandin
Me’jûq-i’ û tu yî, bi fexr’ û naz î / hezkiri - pesn
‘Aşiq tu yî, lêk-i’ bê niyaz’ î / lê – bêbibergerin
Mutleq tu mufid’ û mustefad’ î / fêdedar – fêde jê tê
Bê şubhe murîd û hem mirad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê ‘aşiqê zar' / jar
Şem'î, ’ ne ji qismê nûr û nar î / find - mûm
Şems’ î, ji ‘eyan tu perdedar î / re
Gênc’ î tu di nêv tilsimê ’alem / xezîne
Kenz’ î tu ‘eyan ji îsmê adem’ / define - mirov

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues