La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Agirbanû


Auteur :
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2003-01-01, Istanbul
Préface : Pages : 54
Traduction : ISBN : 975-8794-00-0
Langue : KurdeFormat : 115 x 155 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Oze. Agi. N° 5422Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Agirbanû

Agirbanû

İlhamı Özer

Elma

Bêyî min tu kes nizane.
dilê min çima bi du can e.
de bibêje!
tu yê pîriktiyê bikî
an salên li paş min mane?

bêyî min tew kesek nizane.
dilê min çima bi jan e?
de bibêje!
min heftê û heft sal kevn kirin,
ên min nû bikin kîjan e?

bêyî min qet kesek nizane.
van mûyên canê min,
çima mîna moz û kêzan e
de bibêje!
zayîna min a dubare kengî ye,
bêyî te kî zane?



ÇANDIN Û ÇINANDIN

Ji hevala Yildizê re

Te xwe ji kesî pirs neke
Min tu dizî!...
Liberabûna te jî napejirînim
Lewre ez xortekî berzewac im
Tu qîz î...

Ber xwe nekeve
Min tu di cihekî xwe de çand
Kengê hêşîn dibî bibe
Lê belê daxwazekî min heye
Dîsa li xwe bişibe...

Bila navê te yê nû
Bibe Zîn
Mijara te ya sereke: Evîn
Tu û Mem
Heta mirina duyemîn
Li wî cihê paqij û bê kemîn pipeyivin
Ez jî bibim pênûs û kaxiz
We guhdarî bikim
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues