La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yekemîn Rojên Edebiyatê li Diyarbekirê


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 0004-11-01, Stenbol
Préface : Pages : 184
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160 x 230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ens. Yek. N° 5131Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Yekemîn Rojên Edebiyatê li Diyarbekirê

Yekemîn Rojên Edebiyatê li Diyarbekirê

Enstîtuya kurdî ya Stenbolê

Compte d’auteur

Wêje di dîroka mirovahiyê de xwediyê erk û risteke girîng e lewma jî wêje di jiyana gelan de cihekî pir girîng digire. Ji ber ku em dikarin bibêjin wêje xemla jiyana civakan e. Ew kirasê bejn û bala civakê ye. Wêje, asta bilindbû-na civakê dide nasîn. Hinek jî şaristaniya civakekê, bilindbûna civakekê bi wêjeya wê, bi çanda wê û bi hunera wê ve girêdayî ye.
Wêje, gelan bi hev dide nasîn, nêzîkî hev dike û digihîne hev. Her wiha ne hestên dijminahiyê, l&belê yên biratî, wekhevî û aştiyê di dilê mirovan de nexş dike. Bi vî awayî zêhna mirovan ronî dike û rê nîşanî wan dide. Lewre geşkirina wêjeyê, peywireke sereke ya wêjekaran e. Mirov dikare bibêje ku wêje pira lihevhatin û danûstandinê ya di navbera gelan de ye. Gelên xwedî çandên ciliê bi riya wêjeyê digihîjin hev û bi riya wêjeyê xîmê biratî û aştiyê di nava xwe de diavêjin.
Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn ya Pirçandiyê pêngaveke ...



PÊŞEK

Wêje di dîroka mirovahiyê de xwediyê erk û risteke girîng e lewma jî wêje di jiyana gelan de cihekî pir girîng digire. Ji ber ku em dikarin bibêjin wêje xemla jiyana civakan e. Ew kirasê bejn û bala civakê ye. Wêje, asta bilindbû-na civakê dide nasîn. Hinek jî şaristaniya civakekê, bilindbûna civakekê bi wêjeya wê, bi çanda wê û bi hunera wê ve girêdayî ye.

Wêje, gelan bi hev dide nasîn, nêzîkî hev dike û digihîne hev. Her wiha ne hestên dijminahiyê, l&belê yên biratî, wekhevî û aştiyê di dilê mirovan de nexş dike. Bi vî awayî zêhna mirovan ronî dike û rê nîşanî wan dide. Lewre geşkirina wêjeyê, peywireke sereke ya wêjekaran e. Mirov dikare bibêje ku wêje pira lihevhatin û danûstandinê ya di navbera gelan de ye. Gelên xwedî çandên ciliê bi riya wêjeyê digihîjin hev û bi riya wêjeyê xîmê biratî û aştiyê di nava xwe de diavêjin.

Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn ya Pirçandiyê pêngaveke mezin bû ji bo xîmê aşti û biratiya gelen Rojhilata Navîn. Her wiha ev cara pêşîn bû ku kurd li welatê xwe bi vî awayî digihîştin hev û li ser wêjeya xwe nîqaş dikirin. Nexasim ku ev konferans li Amedê bû, xwedî wateyeke din bû. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku lidarxistina vê konferansê pêngaveke dîrokî bû di jiyana gelê kurd de. Lewre tu car kurdên her çar parçeyên Kurdistanê nekarîbûn ku li ser axa xwe konferanseke wiha li dar bixin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.

Bi lidarxistina vê konferansê re, Şaredariya Mezin a Amedê roleke mêjûyî lîst û peywirek ji peywirên xwe yên bingehîn pêk anî/
Ev berhem, ji gotarên vê konferansê pêk tê. Diviyabû ku ev gotar piştî konferansê bibûna pirtûk. Lê belê ji ber hin sedemên ku em jî pê nizanin ev gotar wek berhem nehatin çapkirin. Ji ber ku çapkirina vê bi derengî ketibû, li ber me jî wextekî pir tune bû. Ji lew re nie gotar, teblîx û axaftinên vê kon-feransê anîn cem hev û me ji weşanê re amade kir.
Lewre diviyabû ku gotarên konferanseke wiha dîrokî bibûna berhem û gihîştibûna ber destê gelê me. Me di nava pazdeh rojan de ev berhem ji çapê re amade kir. Lê ji ber ku hin axaftinên beşdarên konferansê di kasetan de bûn, gelek zehmetiyên wê jî çêbûn. Her wiha di van kasetên ku hatin ber destê me de axaftinên çend beşdaran tune bûn, ji ber ku me di vê dema teng de nekarî gotar û axaftinên wan bi dest bixista. Me çi qas xwest ku em xwe bigihîjin gotarên wan kesan jî, lê belê em bi ser neketin. Lewma gotarên wan kesan di vê berhemê de cih negirt. Dîsa ji ber ku gotarên hin beşdarên konfe-ransê di kasetan de nîvco bûn, wisa jî nîvcoyî derbasî berhemê bûne. Ji ber van yekan em ji xwediyên van gotarên nîvco û ji xwediyên gotarên ku di pirtûkê de cih negirtine lêborînê dixwazin. Sedem jî ev bû ku diviya di nava pazdeh rojan de ev berhem bihata weşandin.

Heke berî du mehan ev gotar bihatibûna ber destê me, me dê bikaribûya gotarên hemû beşdaran biweşanda. Her wiha dibe ku di nivîsan de, bi taybetî jî di nivîsên kurmanciya naverast (sorani) de kêmasî derketibin holê. Em ji niha ve, ji bo vê yêkê ji xwediyên gotaran bexşandina xwe dixwazin.

Di guhdarîkirina kasetan de gelek cih nedihatin fêmkirin. Cihên ku neha-tine fêm kirin me bi sê xalên di nava kevanan de dane nîşan.
Me gelek dest neda naveroka nivîsan. Lê ji hêla rastnivîsê ve mudaxele kir. Ji ber vê yekê jî dibe ku hin xwediyên nivîsar û gotaran ji vê kirina hanê ne razî bin. Lê em hêvîdar in ku wê li me negirin.

Tevî hemû kêmasiyan em dîsa pê şanaz in ku me berhemeke wiha girîng ji çapê re amade kiriye. Em hêvî dikin ku gotarên konferansên ku dê ji niha û pê de bên lidarxistin, di wext de bibin pirtûk û bêkêmasî bigihîjin ber destan.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Feridun Çelik

Değerli Konuklar,
Bugün tarihi bir etkinlik için biraraya gelmiş bulunmaktayiz. Dünyada ve bölgemizde önemli değişim ve dönüşümlerin yaşandiği bir dönemde 1. Diyarbakir Edebiyat Günleri çerçevesinde, Ortadoğu Edebiyat ve Çok Kültürlülük Konferansi düzenliyoruz. On yil önce böyle bir etkinliğin Diyarbakir'da yapilmasini bir çoğumuz hayal bile edemezdik. Ancak bugün ülkemizde, bölgemizde ve dünyamizda yaşanan gelişmeler böyle bir etkinliği yapmanin koşullarini yaratti. Biz, böylesi bir etkinliğin, yaşanan değişim ve dönüşüme çok önemli bir katkida bulunacağina inaniyoruz.

Değerli konuklar,
Bildiğiniz gibi biz, Diyarbakir Büyükşehir Belediyesi olarak yönetime geldiğimiz günden beri bu kadim kenti yeniden bir kültür sanat merkezi yapmak için önemli çabalar gösterdik. Üç tane uluslararasi katilimli kültür ve sanat festivali, yüzlerce kültürel etkinlikler düzenledik. Yarattiğimiz imkanlarla binlerce gencimiz sanat ve kültür etkinliklerinden faydalandi. Diyarbakir 1. Edebiyat Günleri ve Ortadoğu Edebiyati ve Çok Kültürlülük Konferansi düzenlediğimiz sanat ve kültür festivallerinin bir devami olarak gerçekleşiyor. Bu konferansla hedeflenen şey, Ortadoğu'da hep bir bölen olarak gösterilen Kürt ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues