ŞI’R
Ev helbestên xakî, Ji bavê min Hesê Osik re, Yê ku negihiştim rûyê wî bibînim... Lê peyvên xwe wek neynikeke zîvî hiştin ji min re... Ji diya min Sara Aliya Reş re, ya ku bi bêdengiya xwe, Gerdûneke dilovan bexşî min kiriye diyariyeke piçûk e.
Wêneyên Reş û Spî Siwarî
Çaxê reza ye, Zerî ji qurafa tirî tê. Payiz li ser kirasê wê Li nav wan kulîlkên biharê Dixeniqe...
Li keviya binê pirê, Hîna nû destê xwe dike nav ava Dijlê bi ser neynika rûyê wê de ditewe Li pişt xwe dengê simê hespekî dike. Çawa li pişt xwe dinêre Du çavên reş î kildayî yê fêrisekî Dilê wê jê didize...
Siwarî bi bayê bezê winda dibe Li şûna wî cengbazî desmaleke sor şîn tê... Zerî wek ku bihingive birînekê, Wek ku rahêje qerenfîlekê Wê desmalê radike, Derbasî qesra li kendêl dibe...
Li ber pencere rûdine, di rûpela şeveqa xwe de tu gihiştinan naxwîne, reşbînî dilê wê dorpêç dike, bêdeng agirê nava xwe Bi xwişka xwe Dijleyê re par dike
Wê qasekî din, Zînê jî were li wê keviyê mûman pêxîne Û wan herdu çavên Mezopotamya Ji girî ziwa bike... |