LAŞÊ JINEKÊ LI SER SIFREYÊ
Lûleya tivinga xwe raserî wê kiriye, çavên wî rojên wê talan dikin û kenê wê yê ku daristan hêmin dikirin. Çavên wê jî tikadar in, naxwazin ronahiyê verê bikin, naxwazin ji gulavê dûr bikevin.
Destên wê ji çinîna gulan reng daye. Laşê wê xwe davêje bextê ewran; Eger ewrek bikaribe wê hilgire! Eger ezman bikaribe welatekî jê re xêz bike! Eger bîna barûdê bikaribe hinekî xwe ji mejiyê wê vedize! Çavên wê du zarokên sêwî bûn di kolanên hêviyan de, du destên vekirî bûn parsa hebûnekê dikirin. Dilê wê têla kemanekê bû, bi lêdana kevanê qederê dihejiya..
Tiliya wî çakûçek e li ser tetîka dîwarê bêdengiyê.. Du gulleyên weke beyabanekê vala ji çavên wê dikevin. Gulleyek. ber bi ya dîtir ve direve, wê bi tirs hembêz dike.. û herdu digirîîîn.
Jinek im dema tu diçî
1. Weke her jinê, min jî bîra bîreweriyê bi siya mêrekî dixetimand û her li bendî destdana wî diman... (Ez şaş bûm). Ey mêrê ku li ber taveheyva xewnên min rawestiyaye, bibûre ku ez ê ne stêrka te bim. Ne jî hîva ku şevên te ronî dikir, bibûre ku ez ê êdî te bi xapînên te re bihêlim da ku bibî şitleke hişkbûyî di deştên demboriya min de.
Kîjan evîn te hîn dike ku tu sirweyên min bicivînî, di çenteyê xwe yê piçûk de bipêçî û ji min koç bikî. Kîjan daristan te ber bi xwe ve dikşînin da ku darebiyek bim di bendemana te de. Tu mêrekî ji gulenaran î, her ku ezmanekî sayî dibînî bera pey ewrekî didî. Mêrekî ji barana bêhedan î, ji bîna axa şil û simbilên nû şînhatî yî. Mêrê şevên tarî û sibehên bê oxir î.
Pêl di çavên te de li hev diketin û laşê te bengiyê bagerekê bû.. (Ew bager ne ez bûm). Ji çaxa ku tu ji siya min reviyayî tu ji sikakan re mayî, tu di siya wan de dibeziyayî, wan jî tu dikirî siya zilamekî. Ji çaxa ku destên min ji destên te dûr ketin, di rê-guherîna êşekê de ku veqetandinek diyarî me kir.
Tu mêrê sikakan î, weke giyanekî tê de diherikî û di her sikakekê de kavilan li pey xwe dihêlî (Navê wan kavilan ez im). Tu her mêrê gunehan î, ji mêyekê direvî da ku di yeke din de niştecî bibî..
Hemû jin weke hev in canê min... evîndarî te dibin, te vedixwin, te perçe perçe dikin û te binax dikin... Tu yî, ey mêrê mêrkuj û kuştî di hembêza jinekê de.. (Ew jin ne ez im).
Tu peleke kesk î, weke xwe yî, ne payiz dikare te biweşîne ne jî zivistan dikare te bi sermayê bitirsîne, peleke geş î her tim.. (û şaxên min î zer pê dilîze).
Tu mêrê saetên dereng û koçkirina lezgîn î, mêrê ewran î ne yê stêrkan, mêrê şer î ne yê evînê, tu mêreki ji hêrsên rêwî û bişirîneke naçar î. (Ez jî jinek im dema tu diçî.) ..... |