PAYÎZE Û DAGÊRR...
Salên 1950-îda îdî li meydana çanda kurdên sovêtîyê, başqe gotî- li Ermenîstanê, nusleteke wêjeyîye (edebyetî) nû rabû li ser riya xwedîharkirin û xwetestîqkirinê. Ew nusletek bû, kîjanê gerekê bere-bere “mafên” peyva bedewetîyê naskirina û biparastina. Hilbet, her wekîlekî wê nusletê (silsilet) xwedîyê zên-merîfet û karûbarê nevsîyêyî cuda bû. Lê bi tomerî hildayî wê xwe nîşan da wek sazkira ..govendekê. Aha Simoê Şemo jî yek ji wan bû, yê ku ,”sifet...bejn-bal” û stranê xweva xemleke nazik û ştav dida rêketin-meşa nusleta kurdîye wêjeyîye nu.
Simoê Şemo (Simoê Elîyê Şemo Şemoyan) sala 1928-a, 18-ê gulanê li gundê Kelegerxê (Niha-Şênavan, li marza Armavîrê) ji dîya xwe bûye. Sala 1951-ê xwendinxana Yêrêvanêye doxtirîyê, lê sala 1957-a înstîtûta Yêrêvanêye doxtirîyê xilaz kirye. Weke dehe sala çawa doxtirê sereke li mentîqa Aparanê (Elegez) xebitîye. Wê şûnda-heta dawîya jîyana xwe li Yêrêvanê, polîklînîka xwendkarîyêye serekeda çawa serwêrê para rêntgênologîyê karê xweyî “fermî” pêşda birye. Sala 2000-ê 30-ê noyêmbêrê li Yêrêvanê çûye ser dilovanîya xwe.
Çawa tê kivşê, jîyana Simoêyê Şemo bi bûyer, qewimandin, werguhastin û “çûyîn-hatinên” gire berbiçevva ewqasî ji “têr-tijî” û dewlemend nîne. Lê ev îzbatîya bi rastî bûye bingeha xuluqandin-gulvedana cihaneke şayîrtîyê-efrandarîyêye rengîn, kîjan îdî hewceyî naskirin û qîmetkirina pêşekzanîyê- wêjezanîyêye anegore.
Simoyê Şemo, çawa şayîr (helbestvan), çawa nevsa efrandar, dengbêjê hest-hesînên dil û ruhê tenik û rastîye. Ricafên cihana pevgirêdanên hundur wê rêaltîyê dîhar dike, bi kîjanê bûyer û “çivanên” rabûn-ketina rojane dibine xet, helbest û bi hesabê tomerî-xwedîharkirina şêwirdarîya xwedî bext-recal.
Simoyê Şemo berê ewlin tembûrvanê hub-hizkirinêye. Pêlên hesînaye germ dixulxulin-tên, û tu nişkêva tê derdixî, ku nav xetên hubêye here sadeda jî tamarên jîyaneke mayîne dûr-deraz dem û rewşên helbestvanîyêda tam û bi serecem saz dikin. û hema xut ji vê tebîya muhbeta paqij û jîyandare, ku şayîr li vê dinyîyayê, li vê pergalê, li der-dorê xwe, li jor û jêr dinhêre û... hey firnax-şadibe, hey berxwedikeve, hey dikewgire, hey hêrs lê radibe, hey xweda dişewite û diqicqice... Bi vî awazî helbesta Simoyê Şemo goveka cihana xweda hundur fire dike û dike xwedîya sîstêmeke dinêdîtînêye bi rastî tambûyî. Xwendevanê hazir û pispor dikare nav poêzîa (helbestvanî) Simoê Şemoda hêz-hereketeke strûktûrayêye nexşîyêye berk û serbixwe texmînke. Ev yek dide kivşê, wekî şayîr serê serda li ser riya efrandarîyêye xwexwetîyê sekinîbûye. Eva jî îdî bingeha qebulkirin-nirxandina şayîr-hunermendê eynsîye.
Ev berevoka Simoyê Şemoye pêşine, ku pey wefatbûna wî ra tê weşandinê. Hîmlî helbestên salên jîyana wî ye paşinda nivîsî tê da cîwar bûne. Gerekê bêjin, wekî berevok bi xwe qey bêjî zengila jîyana şayîre paşin lê dixe... û bi vê rastîyê jî sînor-hidûdên cihana helbestvanîya wî yekser kivş û yeqîn dike. Wekî mayîn-ew cihan îdî tame, karên wêderê-serhevda hatî û xilazkirî. Vê berevokêda payîze, êvar û dagêrr. Dûrketina şayîre fîzîkîye me mecbûr dike- dîsa û dîsa vegerne mala wî, cihana wî, ku tijî guşîyên xem-xîyala, mitala, êşa, îsafê, hizreta, mukurîya, bîranîna û temî-şîretaye...
Simoê Şemo çawa merî û şexs bi rastî fênomenek bû. Heta niha laqirdî, gilî-gotinên wî tev heval-hogira, pizmama û nas-nenasada têne bîr anîn û wekilandin. Helal bû, paqij, mêvanhiz, dilbaristan, xemxur.
Çerkezê Reş Kandîdatê ulmêd fîlologîyê.
Ez Çawa Bûme Doxtır
Perçek ji bîranîna
Ewî rojên havîna neçûye zozanê Elegezê, nav xemila mêrgada negeryaye, xule-xula avê kanya û belekyara heyr-hijmekar nebûye, bawer bike- ewî li vê dinyayê buhuşta eynîsî bi çevê xwe nedîtîye.
Zarotî û xortanya min nav wê buhuştêda buhurîne. Serbara serda- min rênga jîyana xwe hema xût nav wan reng û dengada dîhar kir. Rojekê min binatara belekya birrka berxê xwe diçêrandin. Wê havînê min mekteb îdî xilaz kiribû. Şedetnema (atêstat) xilazkirina koma 10-a berîka minda bû. Her gav-deqe difikirîm- çika kuda herim, xwe li kîjan rya jîyanê bigirim. Çi jî banya ber çeva- dîsa û dîsa pêşekê doxtiryê seva min dima wek stêrkeke dûr-deraz,kîjanê qey bêjî gazî min dikir. Lê çawa berbi wê herim? Wê rojê jî ez nava wan mitalada bûm, çaxê nişkêva minva “Vîlîsek” derket. Ew nêzîkî birka berxê min bû û sekinî. Têda xêncî avtoajo du meriv jî hebûn, kîjana libasên pir maqûlî wergirtibûn. Ez qey bêjî bêy hemdî xwe nêzîkî wan bûm, bi ermenkî silav da wan. Wan jî bi ermenkî silava min vegirt. Wan sala li temamya komara Ermenîstanê jî avto pir kêm bûn. Rabûna avtoekê li zozana bona zozanvana rastî jî tiştekî ecêbmayînê bû. Aha lema jî min pirs kir:
-Gelî maqûla, hûn çawa bi wê avtoê hilkişyane vî çîyayî? -Ev avtoa hemû çîya û banyava jî hildikişe,-ji wan yekî bi ken caba min da, paşê berbirî min bû,-tu çi miletî? -Ez kurdim, kurdê êzdî. -Lê tu çawa wisa temiz bi ermenkî xeber didî? -Maqûl, em navdeştê gundê ermenîya da dijîn. Min bi xwe hema îsal mekteba ermenîaye orte xilaz kirye. Ew cûrekî şaş û metel ma û teherekî çevê min nihêrî: -Çawa? Te koma 10-a xilaz kirye?
-Belê, maqûl. -Lê tuê çawa bikî? Kuda herî? Çi hînbî? -Ez jî nizanim... -Dixwezî bibî doxtir? Tê qey bêjî Xwedê hiz kiribû û remildarek şandibû cem min. Ewî raste-rast fikir-xwestina min anî ser zarê xwe. Min destxweda cab da: -Maqûl, mirazê minî herî zîyaretî jî hema ewe. Ewî tenê ber xweda gilîk got: -Pak.
Ji axavtinên wan camêra ez pê hesyam, wekî navê evê minra ketibû xeberdanê, Xaçîke. Wana ser şînkayê sifre vekirin, bi dilekî rihet û şa nan xarin. Berî rêketinê ew Xaçîka bi dilbaristanî vegerya ser min: ..... |