La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Derdo


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1995-01-01,
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 120 x 170 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Osm. Der. N° 4354Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Derdo

Derdo

Alan Osman

Gornepaş

bes tenê ji te re
lêvên min bendewar in
ey girnijîna
li malzaroka hêvî ya avis
di girêkê de
di qalikê hêkê de
tu hatîyî givaştin
pêçandin ?
ji canên kuştiyan
ji xewnên birçîyan
ji hêrsên sêwîyan
tu hatîyî veristin
.....



STÊR

stêra komika sêwîyan
buhira çete û rêwîyan
demsalên jîna te
ji qûma hîcazî raxistî ne
gulzarên mejîyê te
ji qata yemenî çandî ne
li ser rêka kadizan
ji komika sêwîyan
tu xûneke kurdî dinisilî
werrê bêdeng
di tayê de diqilqilî
li nav çeteyan
di tenayiyê de dişerpilî
sîwana te ji mêj de tarîye
li ser bênderên solan
şal û şapikên bi xûn
fire fire vegirtî ne
pencerên te dergehên te
ji şûnîyê re vekirî ne
nalên ciwanî-hespekî
pêlavên mendalekî
û rextê canbazekî
bi wan ve daliqandî ne
û çavên te
kovîyan dibarînin
û gîya hişke
mîna xûnê reşe
erê û hûn
ey kujerên kovîyan
de bihêlin bihêlin
bera kovî biçêrin
bera gulle bera xencer
di noqan de bimînin
nîşanên civata merivatîyê
bimînin bimînin
bes tenê bihêlin bihêlin
bera kovî biçêrin
rêka wan pirr dûr e
hawîrdora wan zûruzûr e
û ew mijûl in diponijin
li panavên mejîyan
dûrbûnan dipîvin
rûtkirî bê çek
di cengên ramanan de
di nav ar û dûmanan de
wan kurt dikin dikujin
û Qertel
ji doxên xenceran
ji şopên gulleyan
dilopên navdilan
gulavên sorgulan
dialêsin dimijin
dialêsin dimijin

Gîrnijîn

bes tenê ji te re
lêvên min bendewar in
ey girnijîna
li malzaroka hêvî ya avis
di girêkê de
di qalikê hêkê de
tu hatîyî givaştin
pêçandin ?
ji canên kuştiyan
ji xewnên birçîyan
ji hêrsên sêwîyan
tu hatîyî veristin
hûnandin?
ez jî yekî evîndar im
ji te re ez bendewar im
ey destpêka kenê min
û girnijîn
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues