La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hîveron


Auteur :
Éditeur : Sara Date & Lieu : 1993-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 91 - 87662 - 39 - 6
Langue : KurdeFormat : 140 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Usi. Hiv. N° 4090Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hîveron

Fêrikê Ûsif

Kurde

Sara

Xortaniya min, bû xezaleke kûvî,
Min zeft nekir, banz da ji dest revî.
Û çendîn, şev û roj li pey direvim,
Naghîjmê, wisan jê dûr dikevim.
.....



PÊŞGOTIN

Fêrikê Usif, helbestvanê bi navdeng, kurdê Sovyeta kevn e. Îro jî li wê derê dijî. Heta vê gavê, pir helbestên wî weşiyane. Dîwana wî ya bi navê ”Narê” di sala 1977’î de çap bûye. Di ”Narê” de, helbestên Fêrikê Usif î ciwan, yên bi şêweyeke şoreşgerî li pêy hev rêz bûne. ”Narê” ya Fêrikê Usif, li Erîvanê hatibû çapkirin.

Li vê pirtûka ku pêşkêşî xwendevanan dibe jî, çend helbestên Fêrikê Usif î ku bi şeweyeke xweş hatine nivîsîn cih digirin. ”Hubê Xwedêhez”, helbesteke gelekî dirêj e û tê de salixdana (teswîra) sebr û aramê heye. ”Hubê Xwedêhiz”, miroveke dilsoz î camêr... Ji hebûnê dikeve nava tunebûnê, lê dema tunebûnê de jî dev ji cir û suruşta xwe ya berê ya xweş bemade û her bi wî cureyî jiyana xwe berdewam dike. Di dawiya helbestê de, ku em bi kurtasî dikarin bibêjin; di destanê de, ”Hub” careke din dikeve nava hebûnê û her wisan jî ji berê dewlemendtir dibe.

Ji bilî helbesta ”Hubê Xwedêhiz,” careke din helbesteke dirêj heye. Di vê helbestê de jî Fêrikê Usiv çêl û behsa xwe, nas û dostên xwe, meriv û mermalên xwe û di Der re jî, çêla jiyana wê demê dike.
Çend helbestên wî yên din jî hene, ku du ji van helbestên wî, yek bi navê ”Tu çûyî, çûyî” di hinde kovaran de derketiye û rçelbesta din jî, bi navê: ^Di Şahnamê de” ye. Ev helbesta Fêrikê Usif di pirtûka Antolojiya Helbestvanên Kurd de jî weşiyaye. Bi rastî ev helbest, bi şêweyeke xwerû behsa Denakê zalim û zinatkaran dike, yan jî,wan bi dirûbê hev dixe, bi hev îştîhare dike. Mesaja helbestê, di dawiya helbestê de baştir diyar dibe:

...
Em meriyê dewran,
Bêyî zanîna teze,
Nakine rêji xwer’,
Herhemû qise.
Em bawer nakin,
Ji wan ziyayêd l’ser
Milê Ejdeheq.
Lê bawer dikin,
Gelek û zehf gelek,
Ku ziyayêd zilmê,
Dibine çînêd ser,
Milên yêd mîna,
Qasim û Enver,
U dixwin serê,
Wetenhizê kurd,
Serê wan torin,
U tûnsizê kurd.

Ji bilî van helbestên li jor nimandî, çend helbestên Fêrikê Ûsif hene ku xwendevan bi xwe, ewê wana jî bixwîne û binase. Lê di nava van helbestan de helbestek heye ku , bi rastiî, divêt em qet nebe jî navê wê yî xweş li vê derê bilêvkin: Hîveron... Hozan weha dest pêdike:

Vebûye ezmanê bi stêr xemilî,
Mîna parzûneke, şînîxal-xalî.

Di nav de dibişire, hîva gulover,
Weke kila rûnê, nivîşkîyî ter.

Em Fêrikê Ûsif bi helbestên wî yên nuh ve, pêşkêsî xwendevanên helbesthez dikin. Hêvîdar im ku Fêrikê Ûsif di nivîsên xwe de çi car neweste.

Hevalê hêja, Bavê Barzan, di amadekirina ’Hîveronê’ de kêm xwêdan paqij nekir. Ev keda wî ji doza edebiyata kurdî re dibe mal...

Dawê Xanê

Xortanî

Xortaniya min, bû xezaleke kûvî,
Min zeft nekir, banz da ji dest revî.
Û çendîn, şev û roj li pey direvim,
Naghîjmê, wisan jê dûr dikevim.

Kurdistan

Agir û antêx î tu,
Hew maye min pêxî tu,
Hal û îlikbêxî tu,
Hey zor û zordesta min.

Lê çi agir, nûr î tu,
Hevdu nafûr- fur î tu,
Ji hev bela, dûr î tu,
Hey tu rast û gesta min.

Ji min re hergedayî tu,
Diya min dûr-derayî tu,
Ne her li van erda yî tu,
Hey tu erd û besta min.

Ez bilbil im qal û dax,
Tu sorgul î, dunya bax,
Lê, li min venabî ax,
Hey merem û qesta min.

Qum û dewr û sal-zeman,
Heyrî bengzê te ez mam,
Kurd im, tu yî, Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues