La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mêrxas Hebûn Hevalo: Muhterem Biçimli


Auteur :
Éditeur : Nas Ajans Date & Lieu : 2018-01-01, Istanbul
Préface : Pages : 236
Traduction : ISBN : 978-9944-221-25-2
Langue : KurdeFormat : 145 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Tur. Kl. Mar. Mer. N° Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mêrxas Hebûn Hevalo: Muhterem Biçimli

Mêrxas Hebûn Hevalo: Muhterem Biçimli

Faris Medeni Marşil

Nas Ajans

Berf li erdê tunebû lê bayeke sar dihat. Li dinyayê jî bayeke germ ber bi sosyalîzmê ve hebû û xwendekar jî ber bi vê bayê ve diçûn. Xwendekarên kurd yên xwe şoreşger û pêşverû di-hesibandin û bi taybet jî yên ku li metropolê dixwendin di vî warî de rola lokomotif dilîstin. Di pêvajoyê de tesîra wan pir bû. Ew jî hatibûn û li her derê Kurdistanê nemaze jî ciwan û xwen-dekar bêşdarî meşê bibûn.
Meş û xwepêşandan li ”Dijî faşîzmê û bihabûnê” bû ku di Yekşema 29ê Sibat a 1976ê de li Diyarbekirê ji alîyê TOB-DERê û hin komeleyên din yên demokratîk ve hatibû organîzekirin. Ez jî li ser navê MELIK-DERê di komîteya îzinwergirtinê de bûm.

Faris Medeni Marsil: Di sala 1956ê de li Diyarbekirê hat dinê. Dibistana seretayê, navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Ji ber sebebên sîyasî Enstituya Perwerdê ya Konyayê (Selçuk Egitim Enstitüsü) di sala dawîyê de terk kir. Di sala 1978ê de bû xwedîyê kovara Devrimci Demokrat Gençlik. Ji bo vê di sala 1979ê de hat girtin û salekê di girtîgeha Diyarbekirê de ma; 8 sal ceza danê. Lê cezayê wî ji alîyê Mahkemeya Bilind ve nehat pejirandin û hat berdan. Di doza giştî ya DDKDê de jî 10 sal cezayê hefsê danê. Ji ber vê di 1981ê de derket derveyê welêt. Li derve Zanîngeha Rojnamegerîyê xwend û têza xwe li ser “Di Şerê Cîhanê yê Duyem de Rojnamegerîya Kurdî” nivîsand.
Di navbera 1988 – 1998ê de, di redaksîyona rojnameya Armancê de bi navê Lewend Firat û Faris Can kar kir, ji 1988 ta 1995ê bi navê Halîm Can berpirsîyarîya kovara Medya Guneşî ya Ewrûpayê kir. Ji 1999 ta 2004ê jî şefredaktoriya kovara Berbangê ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kir. Ji 2000 ta 2016ê edîtorê giştî yê www.kurdinfo.com bû.
Kitebên wî: “Cûreyên Nûçeyên Rojnamegerîyê – 1998”, “Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin (Çeko) – 2015” û “Mêrxasekî Dilpak, Mustafa Tanguner – 2017”.



MUHTEREM “ÇIYA”

Berf li erdê tunebû lê bayeke sar dihat. Li dinyayê jî bayeke germ ber bi sosyalîzmê ve hebû û xwendekar jî ber bi vê bayê ve diçûn. Xwendekarên kurd yên xwe şoreşger û pêşverû di-hesibandin û bi taybet jî yên ku li metropolê dixwendin di vî warî de rola lokomotif dilîstin. Di pêvajoyê de tesîra wan pir bû. Ew jî hatibûn û li her derê Kurdistanê nemaze jî ciwan û xwen-dekar bêşdarî meşê bibûn.

Meş û xwepêşandan li ”Dijî faşîzmê û bihabûnê” bû ku di Yekşema 29ê Sibat a 1976ê de li Diyarbekirê ji alîyê TOB-DERê û hin komeleyên din yên demokratîk ve hatibû organîzekirin. Ez jî li ser navê MELIK-DERê di komîteya îzinwergirtinê de bûm.

Meş ber îstasyonê dest pê kiribû, kortej di ofisê de ber bi Avayîya Bacê (Vergiyê) de dihat jêr, ji li wê ber bi Avayîya Karayolu û ber bi Qerekola Yenişehrê de derbas dibû û di milê rastê yê cadeya ku diçû Seyrantepeyê de ber bi Derê Çiyê ve dimeşîya.

Di meşê de sloganên cûda cûda dihatin avêtin. Li gel sloga-nên ”Kahrolsun Faşîzm” û ”Kahrolsun Miliyetçî Cephe” Memûr û Mamoste diqiriyan, digotin ”Meyak meyak dediler, ekmegi-mizi yediler” (Meyak meyak gotin, nanê me ji destê me gir-tin) Wê demê bi navê MEYAK (Memurlarla Yardimlasma Kurumu) dezghek ji alî dewletê ve hatibû avakirin, xwedigiravî ev dezgeh diviyabû alîkarîya memûr-mamostayan bikira lê ew jî sûîstimalî dikir.

Kortej ji Qahwexaneya Çamlicayê derbas bû, li jêr li milê çepê yê kolanê ”Ordu Evî” hebû. Wargeha dagirkerên Kurdistanê; Fermandarîya Kolordîya 7em a Tirkiyeyê li Diyarbekirê bû. Ew ji bo nav û nasnemaya kurd û Kurdistanê bi kurdan bidin bîr-vekirin li wê bi cî bibûn; di nav luksê de dijiyan. Ew bi vê war-geha xwe jî têr nebibûn di sala 1973ê de jî, li alîyê rastê yê cadeyê bi navê "Gokdelen" 13 qat oteleka din jî kiribûn bindes-tê xwe û bi pirekê bi hev re girêdabûn. Derûdora wê jî bi nobet-darên xwe girtibûn; leşker tiving di milê wan de 24 saet nobet digirtin û armanca wan jî ew bû ku tirs bikin dilê xelkê û çavê xelkê bitirsînin.

Tam kortej gihaştibû nêzî Avayîya Ordîyê, li kêleka kortejê zi-lamekî lihevhatî, çavşîn û sempatîk dimeşîya û slogana "Çeko Birûsk û Şivan Bijî Kurd û Kurdistan" diqîrîya û girse jî ev slogana wî tekrar dikir. Li ser wî zilamê parkekê kesk a eskerî ku pişkokên wê vekirîbû, hebû û bayê ku di pêş ve dihat parkaya wî bilind dikir û dadanî; û di bin de çardexurekê xuya dikir. Lê ew wek ku tiştekî normal e li derveyî korteşê dimeşîya û slo-gana herî radîkal a wê demê dubare dikir. Sloganeka nûh û der-veyî wan sloganên ku dihatin avêtin bû. Cara yekê navê wan kesan û kurd û Kurdistan alenen di xwepêşandinekê de dihat qîrîn û olana wê li ser ”Ordî Evî” yê de belav dibû û di guhên leşkerên dagirker de ditingînî û dizinginî...

Yê sloganê diqîrîya îmajek û intîbayekê xurt li ser meriv dihîşt. Bi heybet bû; bi meşa xwe, bi şewq, coş û biryardarîya xwe di tafilê de bawerî dida merivan û tesîrekê li ser merivan dikir ku meriv pişta xwe bide wî û pê re bikeve nav çalakîyan.

Ew kes Muhterem Bîçimlî bû; yên ku navê wî û paşnavê wî danîbûn dibê qey ew zanibûn wexta ew mezin bibe li gorî nav û paşnavê xwe be; wek navê xwe muhterem û wek paşnavê xwe 'Bîçimlî' yanî lihevhatî be. Bejindirêj, çavşîn, lewend û çeleng; sempatîk, sportmen û şoreşgerê demê bû.

Muhterem wekî çîya bû. Çîyayekî saxlem meriv gava pişta xwe bidana wî pişta meriv pê nedişkîya. Binyada bîrûbawerî, helwest û sîyaseta wî wek li çîyayê pişta Farqinê ku li ser ”Once Vatan” hatibû nivîsandin bû. Herçendî ev leşkerên Tirk ji bo xwe nivîsandibûn, lê jî bo wî jî ”Berê her tiştî Nistiman” peşîya hemî îdeolojîyan, partî û rexistinan bû; hemû xebat û mi-cadeleya wî ji bo gîştina vê armancê bû û hemû rê û rebazê têkoşînê pêwîst bû. Niştimana wî Kurdistan bû; wek evîna Zemilfiroş a Lawmîr û Gul Xatûn bû!

Muhterem bawerîya xwe bi çîyayên Kurdistanê, hevalên wî jî bawerîya xwe bi Wî dianîn. Ew zanibû derûdora welatê wî bi dijmin dagirtî bû û xêynî çîyayan, dostê kurdan tunebû. Belkî ji bo vê yekê naznavê xwe kiribû "Çîya". Tam layiqî wî navî bû û heqê wî navî dida; pişta merivan pê qayim bû û kes zû bi zû nikaribû pişta wî bînê xwarê.

Ji hebûna çîyayên Kurdistanê tim kefxweş û baxtewer bû. Lê ji nehazirîya gel, dil bi kul bû. Rojek ji keça xwe ya Laleş re çîyayê Silîva nîşan dabû û gotibû; "tu van çîyayan dibînî? Ev ê ku di helîna xwe de me veşêrin û me li hember van kedxwaran bi-parêzin ew in.”

Gava li bargeha Deşîşê ya partîya xwe PDK-T (Dr. Şivan) bû û bi hevalên xwe re derdiket li Heqerîya û qeze û gundên wê pro-pagandeya şoreşa Kurdistanê dikir ji gundîyan re digot; “Hûn bi qedrê Xwedê kin ka di dinyayê de cî û çîyayên wiha hene, kî dikare li vir zora vî milletî bibe”
Muhterem li gel rêbazên micadeleya demokratîk bû lê vê mi-cadeleyê têr nedidît. Li gorî wî pergela mêtingehkarîyê divî-yabû hilweşîya û ji bo wê jî divîyabû rêbazên micadeleyê ku li hedefê bixistina hebûna û esasa vê yekê jî şerî çekdarî bû; ancax şerî çekdarî dikaribû sîstema kolonyalizmê hilweşan-dana.

Wexta li başûr li bergeha Deşîşê ya partîya xwe ye; ji Feqî Hu-seyîn Sagnic re bahsa heybeta çîyayê Kurdistanê kiribû û çîyayên Kurdistanê wek welînîmetek bikaranîbû û gotibû "Em miletekî bê talih in. Çar alîyên me bi dijminan dorpêç e. Sînorikê ku ji me re bibe borîya nefesstendinê tuneye û handikapeka mezin e ku dewletêke bi kurdan re pirsegirekên wê tunebe, tu-neye. Ev gelek zahmet e, lê li gel wê jî welînîmetekê me heye. Ew jî çîyayên me ne. Ew çîyayên qedîm bi salan e me vedişirin. Tirsa dijmin ya mezin jî ev çîya ne. Ew zanin ku ew nikarin di van çîyayan de me biqefelin. Ji bo wê jî ku hêza wan hebûna hemû çîyayên me bikirana deşt. Vê cografyaya ku avantajeka wê ya yekane ji bona me heye dê imha bikirana. Ev çîya sitara me ye, bi saya van çîyayan meriv dikare bi her hawî şerî bike. Divê em ji çîyayên xwe hez bikin"

Muhterem ne yekî teorîsyen bû, lê di sîyasetê de pijîya bû, têra xwe dînya dîtibû û çerxa dinyayê fehmkiribû; zanibû bi kî re çawa tevbigere û bi gotin û kirinên xwe bawerî dida derûdora xwe, li gel xelkê, xwendekarên zanîngehê jî guhên xwe didan wî, wî guhdarî dikirin, ew tesîrê li wan dikir. Yekî camêr, comerd û çavtêr bû.

Dema ku tirkî di rewacê de bû û heta şoreşgerên wê demê tirkîya ku ji gotinê erebî paqijkirî bi kar danîn Muhterem yek ji wan şoreşgeran bû ku heta mecbûr nedima bi tirkî qise nedikir. Kesên şoreşger ku alîyên wan yên çepgîr ji alîyê wan yê neteweperwerîyê girantir bû di bin tesîra wî de diman. Wexta cara pêşîn meriv wî bidîta te digot qeyê bi salan hevalê te ye; ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues