La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berevoka Berhema - 3


Auteur :
Éditeur : Lîmûş Date & Lieu : 2009-01-10, Yêrêvan
Préface : | | Pages : 352
Traduction : ISBN : 978-9939-805-80-1
Langue : KurdeFormat : 140 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Usi. Ber. N° 2985Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berevoka Berhema - 3

Versions:

Berevoka Berhema

Fêrikê Ûsif

Lîmûş

Çiqas jî Fêrîkê Usiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanê da, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî herî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin.
Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekê da, çiqasî jî ew berfireh be, ne gengaz e. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan.
....



PAŞGOTIN

Meha berê pirtûkeke bihagiran “Antolojiya edebyeta kurdî” (2003) ya nivîskarê bi nav û deng Mehmed Uzunê rehmetî kete destê min.
Ez dilşa bûm, wekî derheqa nav û karên nivîskarên kurdên Ermenîstanê jî pirtûkêda çap bûne.

Lê, mixabin, navê Fêrîkê Ûsiv têda tûnebû... lê belê, vê pirtûkêda (rûpêl 150-151) gotara derheqa Şorişvanê Sîbîryayê (Rusya) pirr hêja Fêrîk Polatbêkovda, ku bi zimanê rusî helbest u gotar jî nivîsîne, pey helbesta wî “Heykelê min” - helbestên Fêrîkê Ûsiv “Kurdistan", "Xwezila dîsa min bigota: -berxa berdin", û “Agirê hubê" cîwar bûne .

Helbesta Fêrîkê Ûsiv "K.urdistan” yekemîn sala 1967-a di pirtûka “Lîrîka” da, helbestên “Xwezila dîsa min bigota” û “Agirê hubê" yekemîn di pirtûka “Gula Elegezê”-da, sala 1964-a, di saxiya Fêrîkê Ûsivda, hatine weşandinê.

Firîda Hecî Cewarî

Şayîrê Xerîbîyê Fêrîkê Ûsiv

Wezîrê Eşo

Çiqas jî Fêrîkê Usiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanêda, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî heiî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin.
Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekêda , çiqasî jî ew berfirehbe, ne gengaze. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan.

Ez ber vê yekê van nêrîn û dîtinên xwe pêwist dibînim, ji ber ku ew cara yekemîn tên eşkerekirinê, û bilî min belkî yekî din nikaribe jî vê yekê bi cî bîne, ji ber ku yên dikaribûn pirî-hindikî bi cî baniyana, ewana bi piranya xweva weke Fêrîk xatirê xwe ji cîhana ronik heta-hetayê xwestine.Di vî warî de, eger em dikarin waha bêjin, pirîvîlêjî, serdestîk min heye, ne ku bi tenê haya min, wek hogirê Fêrîk yê zarotîyê û nêzîk, ji pir kesan bêtir ji jiyan û karkirina wî, lê her wa ji wan bûyêran jî heye, yên ku ji alîkîda, karaktêra wî, weke mirovê kurd, weke şayîr dîhar dikin, ji aliyê dinva jî, ku tiştekî pir giringe û dîrêkt girêdaye vê nivîsa meva, sedema tirajêdiya wî wek helbestvanê kurd, yê welatparêz, miletparêz.

Di nava ezmanê helbestvaniya kurdên Sovêta berêda, ji salên 50-î yên sedsala 20-î û virda çend stêrkên geş yên wek stêrka serê sibê derketin û di nav wanda yeke here geş stêrka Fêrîkê Ûsiv bû. Lê tu were û vê ecêbê, vê paradoksê mêze bike: ji berêda, ji kevin de di nava pir salanda, û di wê jimarêda, di nav gelê kurdda ev bawarî çê bibû: mirovên bextewarra digotin: “Stêrka wî li ezmanan geş diteyise”. Lê çiqasî jî Fêrîkê Ûsiv wek helbestvan şibêta stêrkeke geş li ezmanan kifş bû, lê ew di jiyana kesayetîda qet jî bextewar nebû, û loma jî, ev gotin qet jî hindava yên weke wîda nehatiye bi karanînê. Çima?...Ji bona em bersîva vê “çima”- yê bidin, em gotî bendan, parantêzan vekin.

Li Sovêta berê û bi taybetî li Ermenîstanê bawer bikî helbestvan û nivîskarekî me yê usa tune bûye, ku weke Fêrîk di zindîtiya xweda bi hêjatî hatibûya nirxandinê û bi serda jî hizkirinê, ku weke wî zindîtiya xweda ewqas pir deng dabûya. Tê bîra min, gava salên berê (yên sedsala buhurî) li peytextê Ermenîstanê-Yêrêvanê, bi destî şêwira xwendekarên kurd şevên Kurdan çê dibûn, Fêrîk di wan şevanda helbestên xwe ezberî digotin. Û te bidîta heyecan, ruhdarbûn û şabûneke çawa mezin di nava ciwanên kurdda çê dibû, ji deng û seda çepiklêxistin û qîrkirina wan ya zemandirêj, te digot eveke banê sarayê wê ji cî rabe û li ezmanan keve. Bilî xweşbûna naverok û şiklê helbestan, aktiyorbûna Fêrîk jî rola xwe di çêbûna vê heyecanêda dilîst. Ewî bi dengekî hêle, bi miqam, bi awaza şîrin, bi hejandin, baweşînkirina çepik û çengan, gorî mûzîka hundirî, helbest dihanîn ser zarê xwe.

Beiê...Fêrîk bûbû gula şayan û şevan, civîn û rasthatinan, û, weke dibêjin, xelq ji bejin û bala wî ya xweşik, ji nûr û nedera rûyê wî, û bi hesabê dawî, ji bihîstina helbestên wî, têr nedibû.

Di jîyana wî ya şexsîda jî qisûr û kêmasî tunebû. Keça malbateke hêja, ya bi perwerdeyeke baş û kurdewarî, keça ronakbîrê bi nav û deng Hecîyê Cindî - Firîda ronakbîr (mamosta) ya weke xanim û xatûneke kurmancîyê ji xwera xwestî bû, keç û kurekî, weke dibêjin, gulançikzêrîn - Zerê û Zoro dû wan ketibûn. Lê dîsa jî, bengzê wî xweş nedibû, lê dîsa jî tabetî nediket wî, rihetî nedidît...Got: “Ezê vê qerebalixê bi cihda bihêlim, vê teqereqê, vê qalmeqalma bajarê giran (yanê Yêrêvanê) li şûna wan bihêlim û herim gundê zarotiya xwe, gundê kurdan - Pampê (nika Sîpane, li navça Ermenîstanê ya Aragasê), belkî li wira ji bo min rehetî, aramîke ruhî, wek ker û laliya gund çê bibe..."

Ewî rêdaksîona axaftinên kurdî yên radyoya Yêrêvanê berda û çû dibistana gundê xwe û li wir bû mamostayê ziman û edebyata kurdî. Vî gundê zarotiya xwe , ku wek jîyana xwe jê hiz dikir, dîsa Fêrîk rehetî û aramî, ku ew hêvîdarê wê bû, nedît. Weke mirovekî paqij, dirûst, helal ewîji dirûtîyê, menfeetçîtîyê û nemaze sebabkarîyê, nefret dikir...

Ew hildikşya serên çîyayên dora gundê xwe, yên Dibûrî, Qemerdax, Xama, ji wirda li jêr, li gundê xwe yê weke bûkeke rû bi xêlî xemilî mêze dikir, şa dibû û dinivîsî...

Fêrîk dihate Yêrêvanê, dîsan beşdarî civîn û şevên ronakbîran û nemaze nivîskaran dibû, lê li vir jî morala wî eynî dima û carina tê qey bêjî bi sebeb û bê sebeb jî dilên hinek heval û hogiran diket... Lê paşê, Fêrîk baxşandin ji hineka dixwest, yên ku bi tecrûba wî, ewî bê sedemê bingehîn, weke dibêjin, dilê wan pirî-hindikî êşandibû, û dawiya dawiyc , bawer bikc, cwî şexsckî wisa nehişt, yê ku ji wî xcyidî, dilmayî mabc...

Dilekî mîhreban, pir hestwer û nazik li Fêrîk bû, weke pela gulê, ne bi tenê ji pevveke ne xweş. tel, lê bi ser da jî nêrîn. aviruke tûj, yan jî sar, dilê wî diqusiya, cynî wcke şextc li belgê daran û nemaze gulistanan dixe. diçilmisî. I bi scrda jî nexweşî, zedekê, azareke bedenê û laşî. ya giran, nexweşîya şekir lê dest da. Ewê nexweşîyê di na\bera demeke kinda. na\ bera çend salada. weke beraşekî aşan Fêrîk di bin xweda hêra. lî ew tew and. ji zeman zûtir kal kir. Qerçomekên wek xetên cot li ser dcmc wî \ ê gulî çc kirin(Fêrîk xortanya xweda pir xweşik. bcdew bû), porê wî sipî kirin. û hctanî çcvada jî ew belengaz kir.

A bilî sedemê zû şikestina Fêrîk yên dinê, ku ezê piştra ser rawestint, ev ne.xweşi jî bû sebcbckî wê yekê. ku ew ji zeman zûtirji vê cihana ronik çû...
Du pirtûkên Fêrîkê Ûsi\. ku bona 70 saliya ji dayikbûna wî li peyte.xtê Ermcnîstanê -Yêrê\ anê sala 2004-a çap bibûn, gihîştin ber destê min.
Hesta şabûnê ya yekemîn. ji ber wê yekê di nava giyanê minda çê bû. ku weşandina pirtûkên helbestvanê me yê çûye dilovaniyê, û yê hizkirî, piştî koçkirina \\ î jî. berdewamc. U min carckc dine jî ev gotina gelê me “Zêr li erdê namine” cciband. Belê, nc tcnê poêziya (helbestên) Fêrîk winda nabe. lê bi wê poêzivayêra jîyana xudanê wê berdewan dibe.

Flesta şabûnê ber wê yekê jî li nik min çê bû, ji ber ku, yek ji wan berheman bi serna\ ê “Flisret" bi kurdî. bi tîpên latînî hatiye weşandin. Ev kitêba nû ji minra wek tiştekî giranbiha ber wê yekê jî kifş bû, çimkî gorî hcjabûna x\\ c bcrhcmên Fêrîk bi tîpên latînî pir kêm hatine weşandinê, eger em çend hclbcstên wî. vên ku di kovarên kurdîda hatine çapkirinê û kitêbeke berhemên wî ya biçûk "Hîveron” negirin ber hcsab, ku sala 1993-a li Stokholmê hativc wcşandinê.

Çapbûna vê kitêba Fêrîkê Ûsiv ya bi scmavê “Hisret” li Yêrêvanê, di vî warîda valayikê tije dike, Lê eva qet jî nayê wê menê, ku me di vî warîda berpirsiyariya xwe hindava rehmetîda bi temamî û tam bi cî anî. Ez hêvîdarim, ku ev kitêbê careke dine jî bê weşandinê û bi taybetî li dcrvay Sovêta bcrê. Hîviya min heye, ku rêxistin û weşangehên kurdan yên li welêt û Awropayê wê di nava zemanekî nêzîkda berhemên şayîrê hêja Fêrîkê Ûsiv bikin mal û milkê xwendevanên kurd.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues