La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destpêka Edebiyata Kurdî


Auteur :
Éditeur : Beybûn Date & Lieu : 1992-05-01, Ankara
Préface : Pages : 110
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Uzu. Des. N° 2446Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Destpêka Edebiyata Kurdî

Destpêka Edebiyata Kurdî

Mehmed Uzun

Beybûn

Herwekî ku tê zanîn, daxuyaniyên siyasî û edebiyatê zêde li hev nayên û ev celeb îzeh û daxuyanî edebiyatê dewlemendtir nakin. Lê mixabin ku ez jî divê bi daxuyaniyeke siyasî dest bi vê kurtelêgera edebî bikim. Ji ber ku çaxa meriv bixwaze behsa ziman û edebiyata kurdî bike, bivênevê, berî her tiştî, meriv bêgav e ku li ser rewşa siyasî ya welatê Kurdistanê jî raweste. Li Kurdistanê, her tişt, edebiyat jî tê de, bi siyasetê û jiyana civakî ve girêdayî ye. (Heye ku li tu aliyê dinê, edebiyatek tune be ku mîna ya kurdî, bi siyasetê, evçend, bi zexmî girêdayî be.)¹

Mehmed Uzun, 1953, Siwêrek, heta niha berpirsiyarî û gerînendeyiya çar kovar û rojnameyên çandî û edebî yên kurdî kiriye. Wî di gelek weşanên kurdî, swêdî û tirkî de nivîsarên çandî û edebî nivisîne. Heta niha çar romanên wî, bi kurdî, derketine. Ew endamê PEN-Klûba swêdî, Yekitiya Rojnamevanên Swedê,Yekitiya Rojnamevanên Cîhanê û endamê Komîta. Birêvebir ya Yekitiya Nivîskarên Swêdê ye. Ew li Wezareta Çandî ya Swêdê, mîna pisporê edebiyatên biyanî, dixebite.
Romanên wî: Tu, 1985; Mirina Kalekî Rind, 1987; Siya Evînê, 1989; Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, 1991
Werger - Zimanê Çiya (Mountaign Language), Harold Pınter, 1990



PÊŞGOTIN

Beri nuha bi çend mehan kovareke Alman, der Spiegel, bi serokê Komara Tirkiyê Turgut Özal re hevpeyvînek çêkir. Di wir de T. Özal dibêje: "Kurdî zimanê koçera ye. Bi kurdî tu edebiyat nîn e". Piştî vê di hejmareke der Spiegel î din de nivîskar û rohilatnasê Kurd Jemal Nebez bersîvek da T. özal. J. Nebez: "Ne bi tenê edebiyata bedew î kurdî yî dewlemend heye, belkû gelek eserên zanistî jî bi kurdî hatine nivîsîn û çap kirin. Pirtukxane li Kurdistana îraq'ê ji wan tijî ne. Ku edebîyata kurdî li Tirkiyê nayê dîtin. sedemê vê yekê ev e kû ji heftê salî vir de şerekî kûr û fanatîk li heinber her tiştê ku bi "kurdî" ye te kirin".²

Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun jî di vê pirtuka di destê we de bi awakî zanistî li ser edebîyata kurdî radiwestî. Wî bi sedan pirtuk, kovar û rojnameyên li ser vê babetê tevdane.

Di kurdî de du manên pcyva "Destpêk"ê hene: Ew hem tê maneya peyva tirkî "Giriş", hem jî tê inancya "Başlangiç". Di navê vê pirtukê de ew bi mana duwemîn tiatiyc bikaranîn. Ango di vir de nivîskar ne bi tenê qala pêşiyên edcbiyata kurdî dike, bervajî wî tcvaya edebiyata kurdî vebiriye. Mehmed Uzun bi awakî kurt xwendevanan dikişîne nav bahra edebiyata kurdî. Kesê ku bixwaze bêtir li ser edebiyata kurdî ser-wextbibe, dikare vê pirtukê weke rêberekê bi kar bîne. Di dawiya pir-tukê de niviskar gelek çavaniyên bikêrhatî dane. Wek mînak em dixwa-zin navê diduwan ji wan li vir bidin: "Dîroka edebiyata kurdî" ya Qanadê Kurdo û "Moju edebî kurdî"ya Aladdin Secadî.

Mehmed Uzun tevî biqasî bist nivîskar, zimanzan û pisporên din, bu salan e li ser antolojiyeke edebiyata kurdî, ku ev pirtuk jî beşek ji wê xebate ye, dixebitin. Ew li ber xilasbûne ye. Em hêvî dikin ku wê ew xebata gelek giranbuha di demeke kurt de bigihêje destê xwendeva-nan.

Wek me li jor got, nivîskar di "Destpêka edebiyata kurdî" de gelek çavkaniyên bikêrhatî bikaranîne. Qala bi sedan roman, kurteçîrok, helbest uhw dike. Lê wî nexwastiye bênderek ji rastî û fak-lan li ber xwendevanan kom bike. Wî di gelek cihî de gava qala nivîskarakî kiriye, rexneyek edebi jî bi awakî kurt lê girtiye: li ser xweseriya niviskariya gelek niviskaran sekiniye. Ji aliyekî din, M.Uzun remanên xwe wek têzan aniye zimên.
Wek minak:

- Edebiyata kurdî jî wek welatê kurdan û jiyana wan herdem tekoşîna parastina hebûna xwe dide.
- Tu deverê din ku wek li Kurdistanê edebiyat û politîka bi hev re hatine girêdan tu ne ye.
- Hemû xebat û lêkolînên li ser edebiyata kurdî pêwist e ku dake-vin ser rehên edebiyata kurdî yî devkî.

- Dangbêj û çîrokbêj gelek karên civakî tînin cîh; dirokê didin nas-kirin, civakê şah dikin, hebûnek çandî û edebî dicivînin ser hev û di navbera rabirdû û pêşerojê de weke pirekê kar dikin. uhw.

Nivîskar M.Uzun di ve pirtikê de viraniye xwe dayi ser edebiyata kurdî ya modem. Berî beşê li ser edebiyata modem, wî bi kurtayî qala rewşa Kurdan û parçekirina welatê wan kiriye. Bala xwendevanan kişandiye ser çetinayî û astengên li ber ziman û edebiyata kurdî. Û bi awakî pir kurt ji behsa pêşî û klasîkên edebiyata kurdî kiriye. Piştî vê jî ew li ser edebiyata devkî radiweste.

Mehmed Uzun, niviskarekî kurdî pir zîrek e. Di warê ziman, çand, edebiyat û rojnamegeriya kurdî de wî gelek karên rind kirine. Lê ew bêtir bi romanên xwe tê naskirin: "Tu" (1989), "Mirina Kalekî Rind" (1987), "Siya Evînê" (1989), û "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" (1991)
"Siya Evinê" berî anha bi çend mehan li Stembolê di nav weşanên Doz'ê de bi çapeke pir sipehî derket. Nivîskarê kurd î jêhatî Xelîl Dihokî ji bo M. Uzun weha dibêje:

"Mehmed Uzun yek ji nivîskarên xurt yên kurd e. Di yan salen dawiyê da, wî kariye cihê xwe di edebiyata kurdî da bike û çendin romanen serketi biafirine, romana kurdî ber bi pêş da bibe"³
M. Uzun di romanên xwe de û di berhemên xweyî dîn de pfitörlf ser ronakbîrên Kurd disekine.Ew dibêje "Ronakbîrên welatekî rûmeta wî welatî ne".⁴

Nivîskar rola ronakbîran ji bo pêşketina civateke paşdemayî pir baş dizani: "Hewl û karê ronakbîrî hertim li pêşiya dîrokê ye. Gelek caran dîrok li gora firehbûn, kurbûn û qeweta van hewl û karên ronak-birî şikil digre"⁵. Di hevpeyvînekê din de dîsan tê ser ronakbîran: "Pêşketina ronakbîran ti te gera ronakbîrt, pêşketina welat e.”⁵

M. Uzun liemû romanên xwe bi kurdî nivisine. Ew sedemê bi kurdî nivîsandina roman û berhcmên xwe weha tîne zimên: "Gava rewşa zimanê min ê bav tî kalan ewçend kambax be, ez ê çawan jê rû badim û bi zimanekî din binivîsim? Lz ê çawan beşdarî li avakirina edebivata modern a kttrdî nekim. Çawan ez ê .wc ji avakirina tevgera ronakbîrî, felsefî, çandî ti edebî ya ntillî bidim alî?.. Li gora kîjan prensîbên e.xleqî ez ê van yekan bikim?"

Ev bûn panzdeh sal ku Mehtncd Uzun li surgunê, li Swêdê dijî. Berî ku cw derkevc ji dcrveyî wclat, ji bo karê xwe yê rojnainegesî û xebata li scr zimanê kurdi li Tirkiyê çcnd caran hete girtin, û kete hcvsê. Piştrc ew mecbûr ma ku terka wclatê xwe bike. Piştre ew ji hem welatiya Turkyê hate dcrxistin. Hcrçar romanên xwe, wî li sur-gunê nivîsandine. M. Uzun nivîskarekî kurdî surgunê ye. Ew dibêje ku "surgun hem dikare mirovan bikuje, Item jî bi pêş bixe"¹ Lê wek ku tê zanîn surgun ji bo wî bi xwe bû cihê aftrandina berhemên pir çak.

Mehmed Uzun xwe wek nivîskar û ronakbîrekî Kurd û navnetewi dibîne: "Ders û tecrûbên merivahiyê divê ne "xeribê" Kurdan bin. Ji lewre ez dildikim, Ehmedê Xanî hem bavê ziman û edebiyata kurdî hem jî hevalbendê Dante, Cervantes, Fîrdewsî, Shekespaer bibînim."⁷
M. Uzun ji aliyê bîr û baweriyên xwe ne dogmatîk e. Ji ber vê jî gotarên wî di gelek kovar û rojnamên cihê de dertên. Ew hertim pênûsa xwe ji bo fêda gelê xwe bi kar tîne.

Ji damezirandina komara Tirkiye û vir de dewleta Tirk ziman û edebiyata kurdî hertim inkar kir. Kesên ku bi kurdî nîvisandin wê ew girtin û avêtin zîndanan. Zanîngeh û "ronakbîrên" tirk hewl dan ku bi "ilmî" isbata tunebûna ziman û edebiyata kurdî bikin. Lê ew nikarîbûn bi ser ketana. Bûyerên li welêt û guhertinên li dinyayê yên nû ew mecbûr kirin ku hebûna Kurdan zimanê wan qebûl bikin.

Van salên dawiyê gelek weşanxane pirtukên giranbuha bi tirkî li ser Kurdan diweşînin. Bê şik ev karekî pir baş e. Gava meriv çavên xwe li pirtukên bi kurdî digerine, mixabin hejmara wan nagihêje tiliyên destan. Berhemên edebî yên bi kurdî (ji 2-3 pêve) qe tune ne.

Daxwaza me ew e ku ev "Destpêka edebiyata kurdî" bibe destpêkek ji bo çapkirin û belavkirina berhemên bi kurdî, ku hetanî nuha bi sedan li derveyî Tirkî çap bûne. Wek ku M. Uzun dibêje: "Tarîx, bêbext e, eger meriv ne xurt be û bi xurtî nexebite û eserên hêja neafîrîne, btiyer, kirde û tiştên qewimî, bi demê ji bîr dibin şikil û şêwe diguherînin. Hingê ji bo serdestan pirr hêsan dibe ku err bikart'-bin bi van tiştan bilîzin, biguherînin û şekil û şeweyên nû bidinê" '

Em dê wek weşanxana Bcybûn'ê ji nuha pê vc di gel pirtukên tirkî li ser Kurdan giraniyek taybetî bidin ser weşandina berhemên bi kurdî.

Weşanxana Beybûnê

1 DerSpiegel 42/1991 (14.10.1991), Hamburg
2 DerSpiegel 45/1991 (04.11.1991) Hamburg
3 Wan, Kovara vekiliye niviskarên Kurti 11 Swede, hew 1,1992 Stockholm
4 Bergeh 4/1990, Stockholm
5 KurdistanPress26Teşrin 1990,Stockholm
6 Welat, hajmar9,1992 Stembol
7 Nûdem hejmar 1,1992, Stockholm

Destpêk

Herwekî ku tê zanîn, daxuyaniyên siyasî û ede-biyat zêde li hev nayên û ev celeb îzeh û daxuyanî edebiyatê dewlemendtir nakin. Lê mixabin ku ez jî divê bi daxuyaniyeke siyasî dest bi vê kurte-lêgera edebî bikim. Ji ber ku çaxa meriv bixwaze behsa ziman û edebiyata kurdî bike, bivê-nevê, berî her tiştî, meriv bêgav e ku li ser rewşa siyasî ya welatê Kurdistanê jî raweste. Li Kurdistanê, her tişt, ede-biyat jî tê de, bi siyasetê û jiyana civakî ve girêdayî ye. (Heye ku li tu aliyê dinê, edebiyatek tune be ku mîna ya kurdî, bi siyasetê, evçend, bi zexmî girêdayî be.)¹

Berî her tiştî, meriv divê bibêje ku welatê Kur-distanê, ji 1071-an û vir ve, di bin tehdît û xetera windabûnêde ye. Tarîxa sala 1071-an, ji bo kurdan, tarîxeke gelek girîng e. Di wê tarîxê de, eşîrên tur-kan cara yekemîn deriyên Anatoliyê, warên mede-niyetan, vekirin û hatin û bi cîh bûn. Di wê tarîxê de, rûniştevanên Anatoliyê bîzansî û kurd li Ma-lazgîrê li hember turkan têk çûn. Ev têkçûna wê tarîxê, hem ji bo kurdan û hem ji bo bîzansiyan bû destpêka trajediyekê ku qet dawî nayê. 1071 ji bo bîzansiyan bû destpêka windabûnê û gava turkan ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues