La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berevoka Berhema - 2


Auteur :
Éditeur : Lîmûş Date & Lieu : 2008-01-01, Yêrêvan
Préface : Pages : 364
Traduction : ISBN : 978-9939-805-57-3
Langue : KurdeFormat : 140 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Usi. Ber. (2) N° 2723Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berevoka Berhema - 2

Versions:

Berevoka Berhema - 2

Fêrikê Ûsif

Lîmûş

Vê berevokêda xên ji helbesta û destana, ku Fêrîkê Ûsiv salên 1971-1984 nivîsîne, usa ji Kurteçîrokên wî, nivîsarên wî, bi semavê “Laqirdiyên Pampê”, Pîyêsa (şano) “Bê qelen”, “Çend bîranînêd Fêrîkê Ûsiv” û “Fikir û mitalên” wî cîwar bûne, ku ewî salên başqe-başqeda nivîsîne û cara yekemîn têne weşandinê.
Nav destnivîsarada hinek xet, peyv nedihatin xwendinê. Dewsa wan niqitk hatine danînê.

Fêrîkê Ûsiv ewledekî gelê kurdî xwedî şuret, merîfeta xwezayîye (tebyctî) crhedc û mczinc... Di govcka xwcdîharkirina şayîrtîyêda Fêrîkê Usiv destpêkê girtî lieta dawîyê xwe testîq kir çawa şexsekî cfrandarîyêyî helal û bi temamî dilvckirî.
...Û şayîrckî mîna Fcrîkê Ûsiv. ku scrdapê îsaf bû, helal û temiz - destê hine “şayîr" û "rewşenbîrên" nexwez û nezanda hergav dizêrya- dikewgirî... Pirs cwe. wckî surct- mcrîfcta ji Xwedc hatî geleka davîte di nava xêmexwezîya tel û terî.
...Naka Fêrîkê Ûsiv wck şayîrckî csilzadc bêminet dilive diçe berbi pêşeroja edebyeta kurd û Kurdistanê. poêzîya wî bi taqên xalise kûr û bi xemil-rengên ştavva nitirîye... ew her tenê layîq-hêjeyî hizkirinê û qîmetkirina bilinde. / Çerkezê Reş



MISTEFA BARZANÎRA

Me mal-miletî nekir şîn-girî,
Şîna şehîdîya te Merdemêrî.
Me li roja ava nihêrî,
Wekî ku emir dide rojek din,
Me li toximê şova nihêrî,
Wekî ku zevîya dide gîhandin.
Me li serê wan lawa nihêrî,
Ji kîjanara dibên Barzanî
Û me bi sebirê girî guherî,
Me bi hêsira nekir arzanî...

Bera ew milet hêsira birêje,
Yê ku nikare birêje xûnê,
Yê ku çewdera rizî davêje,
Dixweze gênim hilîne şûnê...

Lê me aqa xûn meydanada rêt,
Wekî em pêda bûne Cegerxûn,
Em bûne Hejar, Şivan, Celaldêt,
Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.
Em bûne lawê wan dayîkê tê,
Ku tûr vedide herke bîst berî,
Û miletê me nav sur û şextê
Ragihîşte bîst mîlîon neferî...

...Belle, serê me ket, lê em nagirîn,
Şîna te nakin, bavê cimetê,
Emê mînanî kurikê dêmbirîn
Bigrîn, bikenin ber hemêza dê:

Dayka Kurdistan... kengê xwe ragirt,
Kengê merema te hate sêrî,
Hingê wê nava şaya meye gurr
Bihele şîna te merdemêrî.
1979

Derheqa Fêrîkê Ûsiv da

Min dev-devî nîv sehetê êvarîya bo 50-î salîya dayîkbuyîna Fêrîkda xeberda. Min got, wekî wetenhizî, dilkelî, hub, hisret, tebîyet, xîyalêd emir ruhê efrandinê Fêrîkê Ûsivin, efrandin, ku bi mecalêd angor: bi kurmancîke dewlemende bê qisûr û ferih, bi nexşnîgarê geş, çapêd teqil hatine hunandinê. Şiyêrêd Fêrîk mîna kanîke xweber bilqîn pê bikeve - ji dilê wî dikişin...
... Min Fêrîk hesab kir şayîrê kurdî mezin.

Hecîyê Cındî, 1984

Bi dil û can pêşkêşî Fêrîkê Ûsiv
- şayîr û helbestvanê kurdê sovêtistanê yê hêja, bi xîret, qedirgir û wetenperwêr dikim.

Qanatê Kurdo
19.01. 1984, Lênîngrad
(Pirtûka “Tarîxa edebyeta kurdî”)

Fêrîkê min,
“Çevkanî”- navê kitêboka teye çûke pêşin - ew îda poêzyaye. Her tişt hatiye gotinê... Ew çevkanîye -mizgînî, ji wê çevkaniyê şiyêrên te, ku mîna ava tezeye zelal, sar û xweş, îda dertên- me pir şa dikin .
Emînê Evdal, 1961

Demeke dirêje - dîna min lêye, çika çi nivîskarên teze têne dinyayê. Û vaye - ne tenê nivîskarên ermenî, lê yên miletên mayîn jî bin kevira derdikevin wek kanîyên zelal, ku vê lepa axa kal-bavê me ermenîya sitirîne. Aha yek ji wana eve, yekî bi talant, xudanşuret Fêrîke, ku min bi xwe jê tercme kirîye.
Ez di wê bawerîyêdame, wekî ew gelekî hêjaye, ku bibe endamê Y ekîtîya nivîskara...
Hovhanês Şıraz, 1964
(Helbestvanê ermenîyî mezin: F. H)

Nava cdebycta meda cîyc Fêrîk, destnivîsar-stîla wî dîyar bû. Kurmanciya bêqisûr, pirzanebûna zargotin, erf-edetên me kurda, qedirgirtina her pcyîvekê û bi hostatî cîda karanîna wan, fantazya effandinêye mezin. bi serbestî zanebûna hemû surên şayîrtîyê Fêrîkê Ûsiv kirin nûnerekî cdebycta meyî herî berbiçev....
...Fêrîkê Ûsiv hertim bi derd û kulê Kurdistana xweva dijît û dikewgirî.
Şekroyê Xudo, 1997

Di nava ezmanê helbestvaniya kurdên Sovêta berêda, ji salên 50-î yên sedsala 20-î û virda çcnd stêrkên gcş ycn wck stêrka serê sibê derketin û di nav wanda yeke here geş stêrka Fêrîkê Ûsiv bû.
Svezîrê Eşo

 

Şayîrê kurd û hevalê qenc Fêîrkê Ûsivra.Gelê me muhtacê qabilyeta şayîrê mîna tene.
Elîyê Evdılrehman (“Dê“,15. 09.1965)




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues