SERKEFTIN
Berî ku hûn vê pirtûkê bixwînin û ji min re ‘serkeftin’ê bixwazin, ka bifikirin we îro ji çend kesan re gotiye “Ser-keftin!”; an jî we îro peyva ‘serkeftin’ji çend babegîtan bi-hîstiye...
Ku hûn wê gotinê bi kar neynin, bi Resulê Ekrem hûn ne ji me ne. Ji ber ku bikaranîna ‘serkeftin’ hema hema bû-ye şertekê me yê dîn û îmanê. Rojê pênc danan em bi kar neynin, sebra me nayê!
Êdî dema ku yek radizê jî, li şûna ku em ê bibêjin “Şev-baş!”, em dibêjin “Serkeftin-baş!”. Tu dibêjî qey wê di xew de ‘Kurdistan’ekê ava bike. Gava ku ji xew jî radibe, em dîsa dibêjin, “Serkeftin-baş!”.
Bi gora bavê Celadet Bedirxan kim, zimanê kurdî bi-hele û li ser dinê rabe jî, wê peyva “serkeftin” her hebe. Ji ber ku bûye peyvek entemasiyonal! Wekî Arsen Lupen, em mala camêrekî jî bişelînin, em li ser dîwarê wan dinivîsin, “Serkeftin!”
Em nanê şivanekî jî bibirin, em hêka xatûnekê jî bidi-zin, em mala yekî jî xera bikin, em paşê jê re dibêjin, “Ser-keftin!” Em çi bikin nekin, ma bêyî ‘serkeftin’ dibe?!...
Em hemû name, mesaj û axavtinên xwe bi tirkî, erebî, îngilîzî û hwd. dikin, lê wekî nîşaneya xwelîseriyê em di bi-nî de dibêjin, “Serkeftin!” Em daxuyanî, rapor û belavokên partiyên xwe bi tirkî dinivîsin, lê çawa ku em mineta xwe li kurdî bikin em di dawiya wê de dibêjin, “Serkeftin!” Em roman, çîrok û helbestên xwe bi tirkî dineqişînin, lê çawa ku em bixwazin ku di nav civaka kurd de bê firotin, em li ser berga paşîn bi tîpên mezin û bi rengê kesk û sor û zer dinivîsin, “Serkeftin!”
Em ‘eleştirî û ozelleştirî’yên xwe bi tirkiya Stenbolê di-kin, lê wekî ‘Qanûna Şelafîzmê’ em di dawiyê de bi kur-diyeke fesîh û nazik dibêjin, “Seeerkefffffftinnn!”
Tu dibêjî qey wê ‘Serkeftin’ ji me re serkeftinekê bî-ne... Xwezîîîîîî!!! Û sed car jî xwezîîî! Lê xweziyan mirov nagihîje keziyên keçikan jî. Yanî êdî, em dil berdin keçekê jî, em dibêjin bila navê wê ‘Serkeftin’ be. Ji ber çi...? Da ku ji me re serkeftineke ‘serkeftî’ bîne! An jî, da ku me bibe Serkeftinistanê!!?... Errrrrrriiiikkkkk....
Ma serkeftin welê rihet û hêsan e ezbenî! Piştî ku me nivîsek nivîsand û bi darê zorê da weşandin; an jî rûpelên vala wekî pirtûk li ser navê xwe da çapkirin, em dibêjin, “Em bi ser ketin!”
Û em dixwazin ku dinya alem li ber me bejna xwe bi-tewîne û bikeve dora destmaçîkirinê! Lê ‘şivan’ê gundê me Kafka, piştî ku gelek çîrok û ro-manên mezin û nemir jî nivîsand, çapnekir; berî mirina xwe şewitandina wan xwest û ji dinya alemê re got, “Serkef-tin!”
Ez mereq dikim, gelo em ‘serkeftin’ê ji dil û kezeb û gurçika xwe dixwazin? Ma em ‘serkeftin’ên xwe, dikin qurbana hin serkefti-nên baştir...?!
Mesela; ma em serkeftina partiyeke cuda û cihêreng ji dil dixwazin? An bi dilekê ‘makyavalîst’ em tevdigerin û jê re dibêjin, “Serkeftin!?...” Ma em serkeftina rojname an jî kovarek ku ne ji ‘eşîr’a me ye ji kezeb û gurçika xwe dixwazin?
An piştî ku tê girtin bi nêrînek ‘populîst’ em nerazîbû-na xwe didin nîşan û ji bo jinûvederxistina wê em ji edîtorê wê re dibêjin, “Serkeftin!?...” Xwezî robotek welê hebûya û jidilbûna mê bipîva! Xweziiiiii...!
Berê û Îro
Berê nêçîrvanên pezkuviyan hebûn îro nêçîrvanên peyv-kuviyan hene...
Berê entellektuelên ‘şîr’ hebûn îro kundir-lektuelên ‘sîr’ hene...
Berê şevbuhêrkên çêjdar hebûn îro şevgu-nehêrkên tamsar hene...
Berê ‘jin û mêr tevr û bêr’ bû îro bi tevr û berê qebra hev dikolin... ..... |