PÊŞGOTÎN
Zartiya min li nav gelê me bi-hurt. Daîka min minra çîrok digot. Eyan Çirokan rewşa gelê me pir baş didan naşkirin. Cara pêşîn rewşa we-lat û gel minji van çirokan inç kirin. Pey kutesiya zanengahê (Fîlolojîya Fransî) min qirarê komkirina çîrokên gellê me da.' Dest pê kirê ne ku hel-bestî, lê rastnîvîsan bûn. Çend rêzgan şundatir, minînç kir çîrok helbest bûn. Îdî, çîrokên helbestî pey hev rêz bûn. Zimanê Kurdan zimanekî pir dewlemend û edebî e. Dirêjaî nivisîn bi Kurdî dibe helbest. Edebîyat bi Kurdî digêje cihê xweyî lapî bilind. Her çi gilî tê nivisan ew rewşa ba-betê nişandide. Mesele: ... "rûvî, tele tel, dêri xwist, kawî hat hundur hêlemêl. ... gure şûr û metal, bi hêwirze, keremklr li hundur, ji derê bê zirze.
Qaf kundir hurç, bi hundir u dest gopal, xwe avît hundur bê teklîf û topal." Evan gilî î gotin an ça ku dengî bên xwundin him rewşa rûvî, gur û hurç tê dîtin, him jî rast nivî-sîn dibe helbest. Ev yek li edebiyatê pir mezin û hêja e. Niyîstarên nav û deng bi vê rêwşê gîhîştin dewsa xwe-ya herî bilind. Ça ku nivîskarê Fran-sa, Racine, li pirtûka xweya. bi navê "Andromaque" de nivîsî bû: "Quels sont ces serpant qui sillent sun nos têtas; (evan çi mer in li ser serên me difîkînin.)" Eva gilî û gotinan di quma devdah de bibû qewimandinaka şoreşgerî, li tevgera edebîyatê. Çima ku evan gilî û gotinan dengî ben xwendin, dengê mar têbîhistin hûn hatina mer înç dikin. Lê edebîyata Kurdan jî, ji vî yalî pir dawlemend e. Hûn ku bala xwe bidinê ji wan pêştatir dikarin peydabi-kin. Ziman û edebiyata me hela xwam û veşarti e, lê ji yên din tu kemtir û jartir nîn e.
Min biren gilî û gotin ji zimanê axwaftin jibartin. Duwe kû ji yaliyê xwundevanên baş Kûrdî nizanin, evan gilî û gotinan nên beşekirin. Ça ku li çirkan tê gotîn: "waxtê se û gur", eva kutesîya şevê dide inç kirin. Yanê se idi dikaribe gur çevan bibîne. Ça jî isa tê gotin: "berbang e". Gilî-gotinên bi vî avayî li pirtûkê pir in. Bo vê yeke min, gilîdankek ji gilyên van çîrokan li kitabê zêde kir.
Babeta van çîrokan, rehên meriv navbana meriv û heywanan, meriv û merivan, meriv û xwubûyan dibuhure. Ça jî isa rehen nav tabeqên merivan dide berçev. Bo vê yekê evan çîrokan li nav xwe da şoreşgerîyê pêşta dibin. Evan çirokan li welatê mer pir tên naskirin û hên tên gotin. Gelên dere-ke, ji wan Tirk, Fars, Ereb û Fille çîrokên me bi zimanê xwe dinîvîsin û li wan dibin xwedan. Her yek ji van çîrokan tûmek çanda Kurdan e. Gotî ça vana, isa ji çand. ziman, dîrok û medenîyeta Kurdan bi yalîwan xwe bên naskirin û bên bişavtin. Ewana ne bin xwurê mijokan.
Ev çîrokan ça bo piçûkan e, lê isa jî bo mezinan e. Evan vê dorê bi zarê Kurmancî hatin nivîsan. Diwe ku bi zarê Kurdîvên din jî bên weşandin. Ez hividarim Pirtûkên bi zimane Kur-di zêde bibin, û yalîyê gelê me bên naskirin.
Selahaddîn Mîhotulî
Ele Newêrek
Hebû yan tunînbû, Tirsonekek bi navê Elî bû
Pir belengaz bû, mal li gund da, Elî dernediket, ji hundur da.
Timmê dima li tendûrê, ditirsî, rûvî bênê dorê.
Hertim hal li vî avayî, Perîşan bû belengaz bû bermalya wî.
Rojekî jinik çû nav gundîyan, Gazin kirin ji rûçikê wîyan.
Ser civîn heval û hogiran gotin: "lêxe kuç û keviran."
yekê digot: "serdake kele avê", Yê din digot: "lêxe teşk û navê".
Ev raberan lê ne kir tu beşe, Hevalekî tivdîrek tê li heşe.
Got: "tu bipêje katen û bîşîyan, Raxwe ber derî û hewşîyan.
.....
|