PÊSGOTIN
Navê ristevanê me, Huseynê kurê Mihemed, kurê Husey ne û Huseyn kurê Keleş e. Di sala 1930 de ji dê û bavekî cotkar û belengaz û bê mal û zevî hatiye ruwê cihanê.
Navê diya wî Helîmê ye, keça Birahimê mele ye, ji gundê Titanê. Umrê seydayê me heşt sali bû bavê wi çûye rehmetê û serê xwe daniye. Piştî salekê di ser mirma bavê wî re derbas bûye, diya wî ji neçarî çûye mêrekî xweyidi kiriye. Lê ap û pismamên bê ol, mal û qata wî li hev par ve kirine û seydayê Keleş û xwişk û birayê xwe ber diwar û tazî û birçî hiştine.
Seydayê me mijiwa jina xwe gelek dûr û dirêj daye nivîsandin, lê me nexwest, ko bi dirêji di virde bidin xuya kirin. Belê ji nivîsara seyda tê xuya kirin, gelek perişanî, derbideri jar û belengazî ditine, û bi west û kêfaret xwişk û birayê xwe xwedî kirine. Tenê xalê wan sê sala ew xwedî kirrne, lê zevike wan di ber xwedikirina hersê salade ji xwe re biriye, û piştî hersê salan car din ji cem xwe derxistine û disa seyda û xwişk û birayên xwe ber diwara bê xwedi û bê xwedan mane. Pişti wê çend saleki binan û zikê ji xelkê re xebitine û xwe bi dijwarî û perişanî xwe xwedî kirme.
Paşê hatiye bîra seyda, ko xwestiye bibi xwendevan û berê xwe daye Sûrî û daketiye gundê Xalit, cem mele Ebdulrezaq û dest bi xwendina olperesti kiriye û li çend xwendege-hên diji xwendiye. Lê seyda naskiriye, ko ev xwendina olperestî ji tu nanê bi rûmet û bê minet nade meriv, ji ber vê yekê dev ji xwendina olperesti ji berdaye, lê sebebê berdana wî didi xuyakirin, ko melayên kevneperest, dilê seydayê me ji xwendinê sar kirine.
Seydayê Keleş, berê xwe daye kar û keda helal û bê minet, xwe gihandiye Cigerxwin û gelek bi nstên wi mijûl bûye û diber berê paleyê de û diber cot û şivaniyê re ji ketiye nav hindamên Hizbên Komunist, kar û xebata siyasi ji kiriye. Di sala 1951 de, armanca wi ew bû, ko miletê xwe ji bin destê zor û zilmê derxi û şerê beg û axa û şêxa û mela biki. Di vê navberê de seydayê me çûye xwişk û birayê xwe ji jor anine cem xwe û xwişka xwe ji xwe re daye bi jinekê biberdêli û seydayê me bûye xwedi mal û zarok, ji nûve barê giran ketiyê ser milên wi.
Lê seyda dinêri, ko karê li gunda tu pêşveçûn têde nine, radibe berê xwe dide bajêr û mala xwe têni Qamişlo. Lê seyda bala xwe dide endamên hizib, ko ji bo diroka kurdan sistin, ne wek, ko seydayê meyi dilovan dixwazi, ji ber vê yekê seyda dev ji Hizbê Komunist digere û berê xwe dide nav rêza Partiya Dimûqratiya Kurdi û dadikevi nav miletê xwe, bi rêk pêşverûti û wek hevi di sala 1959 de seydayê me di ber kar û xebata xwede ji, dest bi avekirina rista ji kiriye. Di sala 1958 de û gelek ristên hêja û li ser rêşanek baş çêkirine û pirê ristên wî, dîwanê mirovanî û welatperweri û govend û şoreşgerî ne û ez jê bawer dikim, ko seydayê me, wê di vi warî de gavin mezin û fireh bavêje.
Ristên seydayê Keleş hatine avakirin her we, ko li ser kêşan û damiyên baş û ji ristên wî re tên gotin, kilasiki, hatine avakirm, lê di astê seyda de serhevreti hene hin ji hina çêtir û baştir hatine avakirin.
Belê hêvidarim û xwedi bawerim, ko seydayê meni dilovan gavin xurt û hêja ber bi pêşde bavêje û hê bitir û çêtir di warê ristevaniyê da naveki bilind bistini û bibe payedareki mezin û di nav miletê xwe da.
23.5.1976 Cigerxwîn
Em Qebûl Nakin
Kurdistan tev ya me ye Ji bo çi çar perçe ye Bo çi dijmin têda ye vêna qebûl nakin ebed
Gava dijmin têda bin Tirk û Faris ser me bin Qeyser û Hitler bixwe bin vê qet qebûl nakin ebed
Qadî û Kawa yê nemir Newroz û Adar ûagir Eger me serbestî nekir Vê jî qebûl nakin ebed
Welat li ser navê me ye Leşkerê kurda tune ye Zor û dijûn para me ye Vêna jî em nakin ebed
Daxwez û doza me welat Ko xwendevan nekin xebat Bi şev, bi roj nekin lebat Dîsa qebûl nakin ebed
Van sînora rakin gerek Kurdê me tev ger nebin yek Li ser dijmin nekin şerek Tucar gebûl nakin ebed
.... |