Kurdistan û Kurd
Ger de hebuwa me padiçahek Laiq bidiya Xwedê kulahek, Taym bibuwa ji bo wî textek, Zahir ve dibû ji bo me bextek. Hasil bibuwa ji bo wî tacek, Elbete dibû me jî rewacek. Xemxwarî dikir li me yetîman, tînane derêji dest le'îman, Xalib ne dibû liser me ev Rûm, Ne dibûn Xerabeyêd destê bûm, Mehkûmu-eleyhi-yê se'alîk, Mexlûb û mutî'ê Turk û Tacik. Tebeiy-yetî wan egerçî ar e Ev ar li xelkê namdar e. Namûse li hakim û emîran, Tawan çiye §a'irû feqîran.. ??
(2) Herçî bire §ûrê destê himmet, Zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet Lewra ku cihan wekî erûs e, Wê hukmê di destê §ûrê rûs e...
(3) Ger dê hebuwa me ittifaqek Vêkra bikira me inqiyadek Rûm û Ereb û Ecem temamî Hemîyan ji me ra dikir Xulamî.
(4) Kurmanc ne pirr bê kemal in Emma yetîm û bê mecal in.
(5) Bifikir ji EREB heta ve Gurcan Kurmanciye bûye şubhê burcan.
(6) Ev qulzumî RÙM û behri Tacîk H in de ku bikin xurûc û tehrîk Kurmanc dibin bi xwm mulettex Wan jêk ve dikin misait berzex.
Xanî (1651-1706)
(1) Derwêş Ebdulla
Ewendem bîst le mosîqa, xiroçî rohî bêgane Mizacî Kurdewarîm têk çuwe Derwêç Ebdulla. Dexîlit bim desa be'w lawik û ay ay û heyrane Şepolê zewqî millî pirr derûnî mat û çolim ke... Le Bîthovin gelé ziyatir be rohim açinay, wella, De, ey Derwêş, sikalayek legel rohî kilolim ke...
(2) Kurdıstan
Kurdıstan: cêgamî, cey hezar salem, Perwerdey em dol û serlûtke w yalem. Qulpê ba xwênî naw demarekanim, Be zebrî eşqî to eyda, ezanim. E§qî to, ey daykî xom û hawxwênim Her le piçtî bawka çuwe hewênim. Eççête hewênî kurr u kurreza Ta taqê Kurd mabê le çiyay berz'a.
Goran (1905-1962).
I
Pirojey Kûdetayekî nihênî
Zeng û yasay dûrge serlêşêwawekan
Şew bû... ke şar le jêr petî sêdare da Duwa maxulyay mêşkî mandûy detasandim, Laşey hîwa le'w gêjeney azare da Kirmol debû, Debû be kot, Dadehêzra giyanî yekcar herasanim.
Le ser şose, le ser şeqam Hengaw pija. Nîgay kizî gilopekan Wurd derija, Dadebarî Bo ser gilêney sîlawî y kolanekan. Çingî reşî tarîkayî Gerûy qaqay heldetekan. Azar bo ser Singî rojekanim xiza. Gilêney yad Kilpey soz û janî tê za... Gelay sewzî wuşe riza... Bûkî xincî endêşekan Rêçkey hengawî wurdîley lê wun debû.. Dekewt be ser taşeberd'a, Taray şîtal şîtal debû, Gerdin û singî xönawî. Dirkî pirsyar be pêy, çawekanm'a çeqî.
..... |