“Dinya yek e derge hezar”
KOROYA NEMIRAN
Koroya nemiran ji miriyan çêbûbû. Cihên ku lê sewtên rizgarhez bilindikirin, ew der dilê bindestan bû ji bin ve, ango koroya nemiran di dilê bindestan de hatibû ava kirin. Ev koro li pey miriyên rizgariyê afirandineke dîlgirtiyan bû. Li welatê xeybê her mirin dibû kilamek, her kuştin bi hezar sewtên dilevdal dixemilî û li pey wan çûyiyan dibû destan û senfoniyeke diltenik. Goraneke bi xeml bû koroya nemiran, li pey wan mirovên xweşik. Hemû mirî di dilê bindestan de li hev diciviyan, dilê bindestan ji miryan re dibû sahneyeke hebûnê. Kesera wan ya çiyahejîn, rêzikên beyta koroyê dixiste bagereke dilhelîn. Hemû mirî di vê koroyê de diliniya xwe, hestên di hundirê xwe de, bi rêzikên zîvîn dianîne zimên. Kesê ku dilê wan bi sikênçka rizgariyê hatibe dax kirin û şûştin, ji bo mêhrîcana vê koroyê dibû zimanbilûr, wek şalûla bêxişxişk dixwend ji pirtûka keserên bênav ya di bin destê feleka sosret de li welatê xeybê. Koroya nemi-ran, goran û peyvên xwe ji girîn û şahiyên bindestan û şoreşgeran hildabûn. Ev koro di nav kincên sor de bêhejmar ji miriyên xweşik hatibû holê. Li pêşiya wan, di nav kincên spî de serhonazek. Li herdû teniştên koroyê du keçikên poragir û bejinşemal. Miriyên ku koro anîbûn himatê, her yekî keweke spî dabû destê xwe û di nav nikulê kewên spî de sosinên pelro. Kincên miriyên di koroyê de wek kirasekî bi birqîn diteyîsîn fena stêrkan. Rûçikê wan bêmaske bûn. Bi hev re dixwendin gorana felatiyê, xefîtiyên jiyana kambax bi hev re dianîne zimên. Çar keçikên poragir ên ku li herdû teniştên koroya nemi-ran sekinîbûn, bi senfoniya dilherik ya koroyê dest bi dîlanekê kiribûn. Dîlana wan wek pêlvedana êgir bû, bedena wan bi êgir fetil / fetil diqurifî. Bi dîlana xwe rih dabûne koroyê. Di destê keçikan de gulên rondikagir. Serhonazê koroyê wek dayikeke cegerşewitî, melûliya şerê felatiyê di nav birînên xwe ên nepak de derbas dikir û dixiste deng, dixiste hewarî bi hêrs. Li pişt serhonaz, koma muzîkjenan rêz dibû. Her muzîkjenek tim bala xwe dabû li ser amûra xwe û pê re ketibû têkiliyeke giran. Mirinê qut kiribû hewasa wan ya li ser amûra goranê, li wir bi kesereke nebihîstî amûrên xwe bi zimên dikirin. Xortekî bejinzirav hebû, wî kemanek dabû qeraxên sifet û milan, lêdida, lêdida, lêdida û digirya. Di her têlên kemanê de keserek dipekiya. Wî xwe avêtibû şîpa kem-ana jiyanza. Hemû şadî û agahiyên xweşik dibûne helbestên diliniyê li ber guhê wî, dema ku sewta kemanê lêdiket. Xort di kûraniya goranê de winda dibû, serê xwe kiribû bin pîlê xwe û destê wî li ser kemanê wek brûskê diçû û dihat. Sewta goranê dişibî dilqê yarê, ew hildida dibir deştên rasteqînî car bi car. Bayekî bêmecal ji nav daristana goranê derdiket. Ev ba bayê Arzebayê bû. Bayê ku di dilê miriyan de bi şiyar nemirî mabû. Dengê kemand xort, tekûziyek dixist sewta koroya nemiran. Koro bi pêldana vê goranê dibû keserên bi xeml û helbestên mirinkuj. Hozan û hunermend bi bagera ewrên vê koroyê dibûn çek û navdar. Koroya nemiran dengê bêdengiyê dadixiste guhê me bi hewarî. Ew çemeki nerm bû, jiyan di xwe de hêşîn dikir wek avzêmekê. Belê koroya nemiran di dilê bindestan de ava bûbû. Sirf kesên bindset li pey mirovên xweşik kilam digotin, her ew bûn jibîrnekiribû têkoşîna wan ya xweşnas. Ji derya dil av vedixwarin dilqê miriyan. Ji rastiya hundirê bindestan jîndar dibûn miriyên xweşik. Li pêşiya koroyê giloveriyeke sor dixwiya, di giloveriyê de çar meşheleyên arbixêlî çirûsk / çirûsk gul vedidan. Dibûn mirov, dibûn ro, dibûn hemû dewlemendiyên jiyanê bi seranser. Wek peyvên dayikên dildax. Sewtên bi hetwan ji nav lêvan derdiçûn. Dibûn cûmek agir, dişibîn kulma Kawa yê gurzhelîn di nav agirekî kambax de li wir. Dibûn çar xortên bejinçiya, çar ciwanên qefesdir ku ji wan meşhele çêdibûn. Quwet didan dengê koroya xweşik. Koroya nemiran di çavên zindiyan de, di rihê bindestan de her tişt dîtibûn û çavên bindestan ji xwe re kiribûn neynikek rastî. Ev koro di dilê Biyad de hatibû afirandin. Koroyê tragedya Biyad seh kiribû û dest bi kilameke xemlemorî kir.
Banga Koroyê
Debibihîze dengdikin em Mirî sax in, zindî nemirî Xeyalan biafirîne, bide hev herdû çavan Dilqê me bibîne tu Em di erdê hencirî de veşartî ne Di birîna şervanekî de xwîna kel in em Em giliyên li ser têla zimanê te ne Qiyametên dizgînderizî dibînin di nav kefa dilê te de Qetyayî tu ji gelek dildariyên bêkêr Li ser şirîta kesera te çivîkên baskşikestî rêz / rêzî bûne Hewara te bêdeng maye di nav nikulê wan de Xwe bernede bayê şiyariyê bêhemd Ger feleka dirantûj kutane li ser riya te talûkeyên peyvtenî
..... |