La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Soro


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1983-01-01, Allemagne
Préface : Pages : 180
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bir. Sor. N° 231Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Soro

Soro

Birîndar

Compte d’auteur

Xelîl gundiyekî belengaz bû. Herwe ha jina Xelîl jî.qîza gundiyekî belengaz bû. Van herdû mirovan qîma xwe bi hev anî bûn û bû bûn hevalên hev, hevalên jîne.
Ev herdû mirovên Kurd her çiqasî ji alî rewşa aborî pir tengezar bun jî, le belê ji alî mêrxas bûn, merd bûn a xwe ve rû Û rûçikên milletê Kurd yên bilind xweş nîşan didan û didan xuyanî kirin.
Serê Xelîl tevlihev bû bû. Xelîl bi şev û roj ...



PÊŞGOTIN

Welatê me bi sed salan di bin destên dijmin de ye. Mêtingehkaran hetanî îro dewlemendiya welatê me, hebûnên wê yî ser erd û bin erd talan kirine û dikin.
Welatê me bi van kar û kirinên dijminên hov û nîjadperest ve bi sed salan dinale, barên li ser milên welatê me bêtir girantir dibe û zincîrên qolonyalîzmê bêtir lê tên şidandin.

Welatê me ku, ji alî çar dewletên nîjad perest ve hatiye perçe kirin, ji sala 1514 de ji dijmin re bû hola şer, dijmin welatê me xist bin lingên xwe û tê da lotik avêtin. Ji wan rojan û bi vir de welatê me xweşî nedît, tim di bin zinat û zora dijminên nîjadperest û xwînmij de hat perçiqandin êşandin û hê jî di van dijwariyan de dijî.

Çawa ku, van welatên serdest welatê me xistin bin destên xwe, weha jî zinat û zora xwe li me dikin, gelê me yê bê tawan (bê sûc) û dilpaqij di bin sawa wan de tên perçiqandin û xwîna wan tê mêtin. Dijmin ji bo ku, qewmê Kurd ji dîroka dinê winda bike, bi her awayî zilmê li gelê Kurd dike û sawa xwe li ser didomîne, zimanê me dipişêvin (asîmîle dikin) me dikin Tirk, ereb û Farisên çiyayî, daxwaza wan ev e ku, awira gelemperî ya cîhanê bixapînin,me ji dîroka dinê winda bi kin û welatê me bikin welatê xwe.

Lê belê dîroka cîhanê daye xuyanî ku, gelê Kurd bi van vilik, nexşe û planên dijmin ve nehatiye winda kirin, zimane wan nehatiye pişavtin (bi temamî) û ji dîroka dinê neha tine avêtin û winda ne bû ne.

Dijminên çavsor li gel zinat û zora xwe giraniya xwe didin pişavtina zimanê Kurdî. Ji bo pişavtina zimane me çi ji destên dijmin ten teqsîr nakin. Gelek pirtûk kovar, û.h.w.d, bi destên dijmin ve hatine winda kirin û nebedî bû ne. Çanda me bi piranî kirine malê xwe û ji xwe re bi kar tînin. Bi van kar û kirinen xwe ve dixwazin ziman, çand û toreya Kurdan winda bikin û bikin tore û çanda xwe.

Lê belê wê ev kar kirin û daxwaza dijmin pûç û bêbinî be. Çawa ku gelê Kurd bi sed salan, bi hezar salan di bin zinat û zora dijmin de jiyana xwe berdewam kiri be, wisa jî di gel her mercên çetîn û dijwar de wê jiyana xwe berdewam bikin, wê li hebûna xwe çand û toreyên xwe û li welatê xwe xwedî derkevin, wê tu hêz, tu qiwet nikaribe di pêşiya tekoşîn û xebata gelên Kurdistanê ya gelerî (ulusal) de bibin asteng (engel).

Dijmin çi dike bila bike, serketin wê her ji bo gelên Kurdistanê û ji bo gelên bindest yên cîhanê be.
Ger bi vê pirtûkê bêrdariyek(fêdeyek) bi çand û zimanê Kurdî bibe, ez ê serbilind û dilxweş bim.

Birîndar
1985

Soro

Xelîl gundiyekî belengaz bû. Herwe ha jina Xelîl jî.qîza gundiyekî belengaz bû. Van herdû mirovan qîma xwe bi hev anî bûn û bû bûn hevalên hev, hevalên jîne.

Ev herdû mirovên Kurd her çiqasî ji alî rewşa aborî pir tengezar bun jî, le belê ji alî mêrxas bûn, merd bûn a xwe ve rû Û rûçikên milletê Kurd yên bilind xweş nîşan didan û didan xuyanî kirin.

Serê Xelîl tevlihev bû bû. Xelîl bi şev û roj li ser rewşa xwenî tengezarî difikirî û bû bû kaniya kul û derdan.
- Ax, ax. Xezalê! cîhan li serê min teng bû ye.. ez nema dizanim bê em e çawa xwe bi xwedî bikin. Ne nan heye, ne kar heye ne jî perçek erda me heye ku, em debara xwe pê bikin.

Ma tu çi dibêjî Xezale?
- Ma ez rebena xwedê çi dizanim.. ez ji weke te bê çare me .Ez nizanim bê çawa evqas dewlemendî ketiye destên van Şêx û Axan!

- Xezala min! tu nizanî, lê li gor ez di fikirim, ev dewlemendî tev ji ser pişta me ye.
- De here lo.. ev dewlemendî xwedê daye wan.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues