La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tengezarê Marînî


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1994-01-21, Qamişlî
Préface : Pages : 88
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mar. Evi. N° 199Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tengezarê Marînî

Evîna leylan û mijê

Tengezarê Marînî

Compte d’auteur

Babilîsok e,
bi narinî,
tiliyan diqurçêne.

De bêje dengbêjo, bêje.
Ji strana xwe sil nebe, bêje.
Bila..
stûnên jor bihingirin, bêje.
Bila..
li ser xemleysiya şevê,
em bimênin.
pirseke
V
    E
        K
            I
                R
                    Î

Tengezarê Marînî, di 4.9.1959-ê de, li Tirbespiyê j idayik bûyê. Berhemên wî:
1- Kilît, helbest, 1992, ji weşanên Kovara Zanîn.
2- Çirûskên xewneke bazdayî, helbest, ji weşanên kovara Aso.



PÊŞKÊŞÎ

Ji wê re, ya ko ta niha
Ji ber min dinale, "Dayka min".
ji wan re, yên me bi hev re,
êş dîtine.
Ji wan re, yên vehisîna xwe,
kirine qurbana şevên min,
"kebaniya min".
Ji herdiwan re, Destan û Şêrwan.

Sipasiyên xwe, ji bo wan ên serê xwe bi min re êşandin, da ku ev dîwan çap bibe.
Rêz û sipasiyên xwe yên taybet bo:
- Bajdo Nezir Begovic, ku alîkarî di Layout de kir,
- Karin Ahrens, ko nivîsîn li ser komputera wê bû û xwe bi wêneya qapê re westandin,
- Dr. Zerdeşt Hajo, yê ko qoziyek ji wê dema xwe ya teng ji rastnivîsînê re berda,
pêşkêş dikim.

Sipas

Ji devê
ferhenga xilmaş,
sirûdên bê deng / bê dêm
xwe vekişandin.
Xwe ji zimanekî hetikî,
vedizîn.

Ez bûme..
asoyekî vekirî, ji..
ken û girî.
Li ser lêvên te,
hemî guneh,
min buhûrandin.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues