La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destan


Auteur :
Éditeur : Asoxîk Date & Lieu : 2005-01-01, Erevan
Préface : Pages : 232
Traduction : ISBN : 99941-4-73-5
Langue : KurdeFormat : 145 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 65Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Destan

Destan

Fêrîkê Ûsiv

Asoxîk

Destanên Fêrîkê Ûsiv bi pirînsîpa xironologîyê, yanê bi,
hesabhildana wedê nivîsara wan cîwar bûne.
Xebera beşa nivîskarên Kurd, ya rex yektîya nivîskarên Ermenîstanê
û Komela rewşenbîrên Kurda li Ermenîstanê, ku ji bo wefata
Fêrîkê Ûsiv 14-ê mayê (gulanê) sala 1997-a rojnema “Rya teze”-da çap bûye,
wa hatîye nivîsarê:Poêmêd (destinêd) Fêrîkê Ûsiv - “Ûsivê Nevya”,
“Rihana Reso”, “Xewna Mîrmih”, “Hisret” û yêd
mayîn ne ku tenê sertacê efrandinêd Fêrîkê Ûsivin,
lê usa jî merî dikare wan dayne rex
“Mem û Zîna” Ahmedê Xanî.



XEWNA MÎRMIH

Mîrmih rabû ber mirinê
Û bû terkeserî dinê,
Go: “Ez herim wî welatî-
Mirin tobe û lê qatî...

Pir çû, hindik, lê nihêrî
Va kalekî rûbingêrî...
-Selam elêkim, go, kalê,
Kalê hindav hate balê.
Go:-Hi xorto, te bi xêrî-
Bîter bûyî li vî yêrî?
Go:-Bi xêrim, ne bi şerim,
Feqet xêra tam digerim...
Sefera min ev pirsyare:
“Gelo mirin vir dîhare?”

Kenîya kalê rû-hedemî,
Go:-Rebê min bi keremî
Dinya usa torat kirîye-
Yek daye, yek dewsê birîye...
Tebyet kirîye hezar terze,
Kevn dimire bona teze:
Gulek belga diweşîne,
Dewsê dertê yeke şîne.
Çemek diçe ser berane,
Yek jî dertê cî-derane.
Çîyak dixure binê erdê,
Rexda yekî dinê dertê.
Siteyrikek tê dîhare,
Diqulive yek tê xare...

Mirin, Mîrmih, erhedeye,
Bi emirra perwedeye:
Li ku ruh û nefes heye,
Mirin jî xwe wir eseye...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues