PÊŞGOTIN
Niha, li Ewropa, bi sedan xwendewar û bi deh hezaran karkerên Kurd hene. Ewropa heya pîvekê (pêlpelkeke-derece), ji bo me Kurdan, ciyê serbestî û azadiyê ye. Ku em bixwazin, em dikarin xwe, tê de, saz bikin, bi hev re rûnin, komcivînan (kongra) dêynin, kitêb rojname û belavokan derêxin û biweşînin. Rê li ber me vekiriye ku em ji xwe re dibistana jî vekin û di wan de, zimanê xwe bidine xwendin.
Xortên me yên şiyar û têkoşer bi hin ji van tevgeran radibin û zor didine xwe ku di riya çand (seqafe) û pêşve birina zimanê xwe de dorekê bileyzin. Hinek ji wan, bi kurdî, kovaran tînin der, hinek jî kitêban çap dikin û belavokan derdixînin. Ev xebat, ne pê hev be jî, rê dide xortan ku hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, ji dewlemendî û ahengdariya wî serwext û ageh bibin û ew bi xwe hewl bidin ku bi zimanê xwe helbest (şiir), çîrok, roman û dirokan binivîsin.
Salar yek ji van xortan e ku, tevî xwendina xwe ya bijişkiyê (textoriyê) û têkoşîna xwe ye siyasî, bi kurmancî nivîsandin ji xwe re kire armanc û ev dîwana çeleng anî meydanê.
Em bawer dikin ku ev destpêka xebata helbestvanê me yî nugîhaştî ye. Em hêvîdar in ku ew ê dom bi nivîsandinê bike û ji me re eserine giranbihatir bîne der.
Em dîsa hêvîdar in ku xortine din şopa Salar bigirin, bi zimanê xwe binivîsin û bikin ku serê dijminên me her diçe nizmtir bibe. Ew dijminên ku dibêjin: "Kurd bê dîrok, bê ziman û bê çand in..."
Dr. N. Zaza
Xweş pêşketî
Xweş pêşketî, xweş pêşkatî Kesek nemaye raketî. Xweş pêşketî, xweş pêşkatî Miletê kurdî pêşketî...
Ev Caşik û tuxmê gemar Tev de li me bûne neyar, Xwe dane dijmin bi Dînar Ev e li cem wan yekîtî!..
Xortên delal, keçên şepal, Cotkar û xwende û her heval! Xebatê bikin bi can û zal, Rê nedin van kevnên ketî.
Peşmergên li nava çiyan Bi xwîn avdane Kurdistan, ji ber napalman baznedan, gava welat dişewitî...
Dîsan ji vê nehatin xwar: “Yan Kurdistan yan jî bê war" Wekî şêran her dem û car kesek ji cî ne lebitî...
Pêşmerge her xweş dizanî Armanca wî Kurdistanî Serekê wî ye Berzanî Kî yê ê wek wî xebitî?
Ev Caşikên şêst û Şeş in! Di gel milet her rû reş in Di mêjî de tev nexweş in Daxwaza wan - sereketî!
Rovî kengê dibe serdar, Madem heye şêr û swar. Milet zane kî ye neyar, Her tişt wek rojê derketî...
8.9.1967 |