La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Koronatopia


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2021-01-01, Stembol
Préface : Pages : 214
Traduction : ISBN : 9711-625-7253-24-6
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. War. Kor. N° Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Koronatopia

Koronatopia

Adem Warnas

Avesta

Me careke din dît ku mal/war/welat cihê mêvanperweriyê nîn in. Gava karesatek çêbû, herkes xwe dide paş û vedigere malên/warên/welatên xwe. Tu kes nabe cîranê hev. Piştî şerên sedsala 20emîn, wateya malê (war û welat) êdî nemaye. Rojên karantînayê jî ev xale çêtir hate têgihiştin ku tu kes "mal" êdî wekî cihekî nasyar nabîne. Rêya vê dizanin bes li ser vê tu tiştî hîs nakin. Lewma nizanin dê çawa di nava malê de jiyaneke nû careke din ava bikin.

Ev kitêba ji çendîn gotarên fikrî pêk hatî, di ser koronavîrusê re berê xwe dide têgihên wekî grotesk, kozmopolîtîzm, mêvanperwerî, conatus, panoptikon, Lîvyatan, bergiriya komî, biyodesthilatî, biyopolîtîka, khronos, kairos, khora, ûaneur, thanatos, eros, pharmakon, rhizome, pedagojî û kollapsolojiyê û ji gelek aliyan ve li vê arîşeya heyi hûr dibe. Ne tenê metneke felsefî ye, her weha bi xwendin û nerinên cuda yên sînema, edebiyat, zimannasî (zimanbazî!), siyaset û jiyana me ya rojane re me vedixwîne danûstandineke navdîsîplînî.

Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdi de geş dike. Adem Warnas, piştî ezmûneya berhemdariya di tirkî de li zimanê xwe yê dayîkê vegeriya û ji bir nekir, nameyek ji bo kurê xwe yê nûçêbûyî di dawiya kitêbê de danî: ‘Nameyeke Dilgeşiyê ji Aram re'.

Adem Warnas (Yıldırım), di 1983yan de li Colemêrgê ji dayık bûye. Doktoraya xwe li Zanîngeha Enqereyê di warê felsefeyê de xilas kir. Sê kitêbên wî bi zimanê tirkî hatin çapkirin bas êdî hez dike bi kurdî binivîse. Ji jiyanê, dilgeşiyê, sînemayê, kitêban, zarokan, geriyanê û hînbûna zimanên nû hez dike. Beriya mirinê, hez dike zanîn û ceribînên xwe, li gel mirovên camêr parve bike.



PÊŞGOTIN

Ev kitêba di destê we de, berhema herî kêm deh sal û çar heyvan e.
Hewldana min têgihiştina jiyanê ye bes hinceta min, serpêhatiya mirovan li gel koronavîrusê ye. Min, derbarê koronavîrusê de nêzîkbûneke fikir û ramanî heye. Lewma destpêk, hemû caran divê Eûatûn û kelepûra wî be. Ez bawer im ku piştî sê hezar salên dî jî, dê Eûatûn bê axaftin, nirxandin û nîqaşkirin. Belkî em ji hemû siya wî bên aliyê û kir û ramanê, belkî jî wî dereweke mezin kir, heta îro jî em nikarin rastiya vê derbêxin holê. Kî dizane! Ya herî baş tê zanîn ev e ku, kîjan mijar bê nîqaşkirin, bo pirs û bersiva herî bingehîn têgih û nirxandinên wî tê bikaranîn. Her wiha wek pirsa yekem, alegoriya şikefta Eûatûn tê bîra min. Wateya alegoriya şikeftê çi ye? Ya yekem derbarê zanyariyê de ye ku heta niha jî wisa hatiye nirxandin û nîqaşkirin. Di nav pirsên felsefeyê de ew gelek girîng e. Ango zanîn mimkin e an ne? Derfeta zanîna me çawa pêk tê? Tişta em dizanin çi ye û sînora vê kû der e? Eûatûn wan pirsan pê alegoriya şikeftê ve dibersivîne: hundirê şikeftê û derî, xwediyê du cureyên agahiyê ne. Di hundir de jiyaneke dubarekirî û bêwec heye derbarê fikir û ramanê de bes li derve ronahiya gerdûnê dibiriqe. Ne tenê destpêk bes hemû arîşeyên me derbarê têgihiştina jiyanê de li ser vê xetê diherikin. Lewma alegoriya şikeftê, piranî ji aliyê epîstemolojiyê ve tê xwandin/nîqaşkirin. Ya tê pêşniyarkirin bo xwendineke dî, psîkanalîz û mirovzanî (antropolojî) ye. Ez bawer im ya duyem balkêştir e bo heyîna mirovan. Ji ber ku mirov ji zikê dayîka xwe derdikeve heta mirinê, hez dike jiyanê tê bigihe, wateyan bo berdewamiya jiyanê biafirîne, ceribînên qayîm bike, bi kurtasi jiyanê bixemilîne. Epîstemolojî û psîkanalîz ji hevdu cuda nîn in, berevajî, bi hev re alandî ne. Her wiha li gel serpêhatiya min, rasthat e li vê nivîsê. Min koç kir cihekî din bes zimanê min li gel min hat, ez vegeriyam zarokatiya xwe; min xewnên di zimanê dayîka xwe de dîtin, piştre jî pê vê rihiyetê ve têgihiştina karesatê bo min pêk hat. Bi rastî karesata evqas alozî, min tenê karî ez bi zimanê dayîka xwe ve bînim zimên. Ji ber vê yekê, ez gelek bextewar im. Lewma têgihiştina bingehîn û ya pê ramanî tê kirin, rewşa min rastî hev hat. Bo raxistina vê babetê, di nav rê û rêbazan de ya herî têrnaverok felsefe ye. Ji ber ku, li ser kûrahiya binyadê difikire. Ya dî jî, ew nexweşî li hemû deran belav bû û bandora vê jî xurt bû. Lewma wek pandemiyê tê pênasekirin. Peyva "Pan", bo tiştên tevahî, giştî, gelemperî tê bikaranîn. Ji aliyê din, bi saya koronavîrusê peyvên panîk, panoptîkon, panspectron jî gelek caran hatin dubarekirin. Her wiha felsefe di demên wisa de (karesat/giştî) bi qedr dibin. Her wiha koronavîrus jî, derfeta xwenîşandanê dide têgihên feylesofan lewma bo fikir û ramanên wan, derfeteke bêhempa ye. Ji ber karesatên/bûyerên mezin, serlêdan û baweriya mirovan tenê bo pispor û feylesofan heye. Dizanin tenê her du dikarin bo mirovahiyê rêyên rizgariyê destnîşan bikin. Her wiha ne tenê karesat bes dema serdemeke nû dest pê dike, feylesof jî sernivîsên xwe wek ceribîn û rêbaz dinivîsin. Bo nimûne sernivîsên kitêbên Descartes, Montaigne, Spinoza, Leibniz, Locke, Berkeley, Hume û Condorcet "ceribîn”, "rêbaz” û "lêkolîn” e. Îro heke koronavîrus jî wekî destpêk bê hesibîn, divê nivîs jî xweyî taybetmendiyeke wisa be. Ez jî vê nivîsê wek ceribînekê pêk tînim.

Li gorî fikira min, sedema karesata koronavîrusê ya herî pêşderketî, serjimar an jî jimara mirovan e. Lewma divê vê xalê di serî de diyar bikim. Bes bo çareseriyê nikarim rasterast tiştekî bêjim. Ez bawer im, ji bowan karesatan, tu caran mirovek bi serê xwe nikare bersiva pirsên çareseriyê bide û berpirsiyariyê hilgire ser milên xwe. Ji ber ku rehenda etîkê hemû caran nakokî/nerêkî çêdike lewma bo biryarê, hewcedariya nerasterêyê heye. Ev jî nûneriya desthilatiyê ye. Ew kes, li ser navê berjewendiya civakê, dikarin biryarê bidin. Vê gavê tu kes nikare rexneyên giran bikin. Berevajî nirxandin û biryardaniya feylesofan zêdetir binyadî ne. Bes feylesofên an jî felsefevanên vê sedsalê, bo reşa awarte, gotineke zelal nekirin; gotinên hatine kirin jî bersiva çi pirsan nîn in. Feylesof/felsevanên vê serdemê, referansê didin hev lewma tişta binyadî nayê holê. Bes yê feylesof be, divê an avabûneke binyadî bike an jî serûbinekî çêke ho avakirinê. Lewma me di koronavîrusê de jî dît ku, serdema feylesofan hi hemû awayan ve xilas bûye. Her wiha Foucault beriya di demeke dirêj de ev xale têgihiştibû lewma nedigot ez feylesof im bes dîroknas im. Ji aliyê din, zanistî û bijîşkiyê jî pê pandemiyê ve top avêt; çareseriya vîrusê di demeke kin de peyda nekir; heta niha jî hêj nekiriye. Sedema vê jî, di serdemeke postmodem de, bawerî bo zanistî/zanyariyê kêmasî bûye lewma gotinên derbarê avakirinên tevahî de demeke dirêj bû hatibûn qelskirin. Li gel vê qelsbûnê, li hember koronavîrusê, hemû pêvajoyên avakirinê şehitî bûn. Koronavîrus pêdiviyên binyadî careke din anîn rojevê; ne tenê tiştekî ramanî bes hemil aliyan derfetên têgihiştinê nîşanî me dida. Dîrokê xwe careke din dubare kir. Lewma divê em ûîrokê haş fêm bikin. Li ser dîrokê haş bifikirin. Her wiha têgihiştina Hegel ji ber agahdariya wî ya dîrokî ye.

Ya dî jî, destpêkeke nû ye. Ango destpêkeke wisa be ku, ne ji rojê/rojevê ne jî ji fikir/ramanê dûr be; li gorî vê serdemê û rastiya civakê be. Ev jî têgiha Hannah Arendt "rêjeya zayînê" ye. Wekî nifûs/qerebalix dê pirseke mezin be, her wiha ya herî çêtir, em vê, vegerînin derfetekê ho pêşketina fikir/raman, civak û zanistiyê. Ji ber ku her zayîn, pergala damezrandî, dê cihê vê bilivîne. Pêşniyara min fikirîna li ser dîrokê û destpêkên çêtir derbarê jiyanê de ye. Bi kurtasî pêdiviya gazîkirineke bihêz heye. Vîrus çiqas dijwar be, divê çareserî jî evqas bibandor be. Hewcedariya provakasyonê nîn e hes têgihiştineke rastîn heye lewma divê em vegerin hingehan. Her wiha mirov "milyaketa dîrokê" ye wekî Walter Benjamin diyar dike; bagera koronavîrusê ya bihêz mirin û nexweşiyê dikişîne aliyê xwe, bes herê me jî li karesatên rojên herê ye. Rûyê me yê îro dibîne, em li ser îroyê serê xwe diêşînin. Her wiha nivîsên min jî derbarê wan pirsan de, wek vê milyaketê, li ser jiyana rojane bes xirabiyan radiweste.

Giraniya nivîsên min, derharê koronavîrusê de, li ser felsefe û têgihên feylesofan e. Min hez kir pirekê di navbera koronavîrusê û fikir/ramanê de çêbikim. Gotarên nivîsê curbecur in hes di hemû nivîsan de xala hevpar, arîşeya koronavîrusê ye. Armanca min ew e; cîrantiyên hilbijartî û rasthatinên hilberandî, derharê her du aliyan de biafirînim. Lewma ho vê yekê li ser têgihên wek grotesk, kozmopolîtîzm, mêvanperwerî, conatus, panoptîkon, Lîvyatan, bergiriya komî, biyodesthilatî, biyopolîtîka, khronos, kairosê hi awayekî hêhna herfireh (dirêj); ji aliyê din, li ser khora, thanatos, eros, pharmakon, rhizome, pedagojî û kollapsolojiyê jî hi hêhneke kurt rawestiyam. Nivîsa min xwedî du çiqlan e; çiqla bi hêhnherfirehî ve hatî sazkirin, nîqaş û nirxandinên dirêj bi rêve dihe. Lewma nivîs ranewesta; min jî midaxaleyî vê nekir. Çiqla din, xwediyê barekî siviktir e; her sernivîs pê têgihekê ve têkildar e lewma min hez nekir zêde dirêj bikim. Bi rasâ, min derê nivîsê hêla vekirî bû xwendevan kerem bikin bila bên di hundir de. Di heman demê de, der bo min jî hêj vekirî ye. Xwendevan ji kîjan rûpelê hez bikin, bila ji wir dest pê bikin. Bes nivîsên min hindek mîna çiyayan in, divê hindek bi ser bikevin; hindek wekî deştan in ku tenê geriyanekê di hundir de bikin û hindek jî xwediyê bergehê ne ku li ber rûnin. Hindî ji destê min hat, min zimanekî sivik û herikbar bi kar anî. Nemaze mînakên kitêb û filman, ji bo vê armancê hatin dayîn. Lewma pêwîst e pirsên aloz bi awayekî hêsan ve bên zimên. Ji aliyê din, di dawiya kitêbê de, nameyek heye bo kurê min Aram. Sedema vê jî, rojên karantînayê hêj di zikê dayîka xwe de bû lewma hêvîdariya wî; hestên bavbûnê li welatê xerîbiyê; berpirsiyariya min li hember wî, derbarê zimanê kurdî û kultura kurdewarî de ye. Wek berî niha jî hatî diyarkirin, derê kitêba min vekirî ye bo her kesî, di heman demê de bo min jî. Lewma ez hez dikim tiştên ku min nenivîsîn, bînim zimên. Divê li ser çend xalên curbecur jî rawestî bûma bes min hez kir wan bihêlîm vekirî. Yek ji wan "demon; daimon" ango rihê xirab bes bifêde ye jî. Bo olê xeternak e; wek şeytan tê hesibandin. Vîrus jî tiştekî wisa ye lewma li hember vê divê meriv jiyaneke baş (eudaimonia) bijî. Nemaze bi xwe hişyar bûn, xwe parastin û xwe çêkirin, pê têgihiştina Arîstoteles, di kitêba wî ya "Etîk ji Nikhamakhos re" de dikarin pirsê geş bikin. Ya duyemîn "semiyolojî" ango zanistiya têgihiştinê/wateyê ye (li vir peyva nîşan jî dibe bes divê wek wateyê bê bikaranîn ji ber ku ne tenê tişta derbarê dîl:inê de ye). Li ser peyvan, têgihan, gotûbêjan, semptoman, tekstan (nivîs an jî têkiliyên bi wate) disekine. Koronavîrus jî xwedî semptomên nexweşiyê, dîroka nexweşan, gotûbêja desthilatiyê/bijîşkiyê, hejmara miriyan (l hwd btt. Lewma semiyolojî li ser vê xetê dê alîkariya me bike. Derbarê vê xalê de, arîşeyên Ferdinand de Saussure, Roland Barthes û Michel Foucault dê tekstên me geş bikin. Ji aliyê din, laqirdiyên rojên karantînayê hatine kirin jî dikarîbûn bên nivisîn. Kitêba Henri Bergson, Le Rire (Pêkenîn) bo vê mijarê têrnaverok e. Ya dî, "desthilatiya bijîşkiyê" derbarê koronavirusê de divê hatiba nirxandin. Ew jî, pê nîqaşên Ivan Illich û Foucault, tên geşkirin. Ji aliyê din, nîqaşên her duyan li ser bijîşkiyê hene. Ya dî, wek formûla Descartes hatî guhertin "covido ergo zoom" bes ne li ser laqirdiyê, bi awayekî tora cîvakî û bikaranîna vê dibe. Nîqaş din jî sînema û virus e; filmên karesatê, mijarên apokalîptîk û rewş bi sînor dê alîkariyê bike. Yên din jî, wêne û koronavirus; enîgma û virus; penaberî û pandemî; aborî Q karantîna; lîstik û pandemî û virusîte (virus û bajar) ye. Em dikarin rêzê dirêj bikin bes ev xalên min nenivîsîn, bi awayekî di nav deqên min de derbas dibin û tên nîqaşkirin.

Ez hez dikim, bo sazkirina vê kitêbê, mirovên bo min qîmetdar bînim zimên. Bo derfeta ziman Q hebtîna me, spasiya herî mezin ji bo hewldanên Celadet Elî Bedirxan, Apê Mûsa, Cegerxwîn, Mehmed Uzun û hwd e. Ji aliyê din, ez gelek spasdar im ji bo hewldana kek Înan Eroglu. Ji bo îlhama û dostaniya Savaş Ergûl jî gelek şa me. Di dawî de, bo hemû kedkarên Avestayê; bo yên kevir danîne li ser keviran bo ziman û kultura kurdan û kevir li serê xwe xwarî jî gelek spasdar im.

Swîsre - 2020

CÎRANTIYÊN BIJARTÎ

Ceribandindek ji bo fikir û ramanan: Koronatopia

Di vê nivîsê de ez dixwazim destnîşan bikim leu ez ê peyveke nû jî biceribînim derbarê zanîna mekan (cih, der, şûn hwd) û koronavîrusê de. Pirsgirêka me ya herî pêşderketî, ev rojên xerîb in li gel serpêhatiyên xerab ku tên serê herkesî. Hewce ye çawa bê şîrovekirin û çi bikin ji bo têgihiştina koronavîrusê? Ez ne bijîşk im ne jî ajokerê civakekê me bes di hişê min de hinek pirs hene ku divê bên bersivandin. Nayê zanîn ku vîrusek çawa hin qas belav bû hemû derên cîhanê, berevajî li vîrusên kevntir, û her roj herî kêm hezar mirovan dikuje? Tiştê herî baş tê zanîn ew e ku karesatek dîrokî derketiye holê. Jiyana me ya her roj rabfin û rûniştinê, xwarin, axaftin, nava malê, ji derve û her car; her dever bi koronavîrusê tijî bûye. Rojeva sereke di nav jiyana rojane de û paşerojê jî ez bawer im dê mijar neguhere. Ka kî dikare bêje ku heta niha li cîhanê rojev tenê bûye mijarek ku her kes li ser dikare biaxive û bandora wê li ser hemû kesan bûye? Ji Ewropayê bigirin heta parzemînên din kîjan mijar hevpar ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues