La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Razî Dil


Auteur :
Éditeur : Sara Date & Lieu : 1992-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Ka. Kl. Mer. Raz. N° 1490Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Razî Dil

Razî Dil

Peşêw Merwanî


Sara


Em komele honrawe, wa be nêwî ’Razî Dil’ ewe dexirête ber dest êweyî hêja. Zorbeyan honraweyî serdemî şê’rî min û hendêkîş yan le rastî da, le sayî kirdinewey şi’rî şaîranî tir in. Balam ber çî bibin, be hestî derûnî xom yan dadenêm û îtir eger wek baxewanêkî ...



PÊŞEKÎ

Xiwêneranî berêz...

Em komele honrawe, wa be nêwî ’Razî Dil’ ewe dexirête ber dest êweyî hêja. Zorbeyan honraweyî serdemî şê’rî min û hendêkîş yan le rastî da, le sayî kirdinewey şi’rî şaîranî tir in. Balam ber çî bibin, be hestî derûnî xom yan dadenêm û îtir eger wek baxewanêkî nomal, le bax û baxçeyî derhawsêkanim çingemim bo yan kirdibêtpê lê nanênim, ta ku diwayî gileyî kesim neyête ser. Zorbeyî em honrawane, katî xoy be mamosta Hêmin pîşan dirawe. Be rastî mamostay nêw biraw şiyawî bilawkirdinewen.

Mamosta Hêmin, be qelemî xoyî, pêşekiyekî yek lapereyî bo em honrawane nûsî. Balam bedaxewe, le gel honrawekanda le şerekî salî ’59’yî, şarî Sine da le bîn çûwin. Honrawekan mulkî xom bûn û tiwanîm, be kem û kuriyekewe biyannûsimewe balam ewey bom ne nûsrawe pêşekiyekey Mamosta Hêmin, pêşekiyekey bem cûre tewaw kirdibû: ” Ta ku şê’r be rokt pê negirêt, to be rokt be bew megre, çûn xoy nadat be destewe û hestî tê da nabêt. Her si’rêk îş hestî tê da ne bû, şi’r niye û hestî xiwêner nabizwênê.” Xiwêneranî berêz, çend honrawe lêre da hatûn ke pêştir le komele honrawey Kilpey Şoriş da bilaw bûnetewe. Be hoyî, hendê têbîniyewe pêwîstim zanî le toyî em defter eş da, her le naw honrawe hawtemenekanî xoyan da carekî tir bilawyan kemewe.

Peşêw Merîwanî
Gutbenburg – Swêd, 1992

Ey mang

Ey mang bo çi zerdî guwaye toş wek min
Cergit be tîr leylkirawe kun kun?
Ey mang, xo rast e zerd î her zerd e
Zerdî, berhemî henasey serd e
Belam zerdîy to, le tirs beyan e
Zerdî min le bo, dûrî yaran e
Ey mang to dîsan, şewt dêtewe
Rûmetit dîsan, egeşêtewe
Balam yar weha torawe le min
Hatinewey niye, ta rojîmirdin
Ca îtir kê ye bilê rast e, xo
Wekû yek waye zerdî min û to
Ey mang to bêt û xoşewîstîy yar
To bêt û nasor dilî birîndar
Katêk şewt hat, rût geşayewe
Des le mil awat, sert nayewe
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues