LÊNÎN TEV ME YE
Hingê tunebûme, lê dibêjin: Zivistan by, bager, berf û serma, Û ji çeva barîn hêsirê germ, Hek’etî ser erdê, diqerimîn
Zivistan bû, mîna kevrê mezin Ser dilê her yekî giran bibû Ew hewar, ku Lên în êdî tune Lênîn wefat bûye û ji me çû
Lênîn wefat bûye, Lênîn tune Çetin bû bawerkin wê hewarê Lê li dorber qewîn dibû serma Zelûl bibû dinya bin wî derdî
Ji Moskvaê heta welarêd dûr Navê Lênîn bû ser her zimanî Û nêzîk bû Lênîn û haqas dûr Mîna teva ezîz, emiranî
Çawa dibûn hingê dijminê me Û digotin, heker Lênîn tune Qet namîne Cîda dewleta me Wekî bê Lênîn em unda bûne
..... |