La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çiya


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2023-01-01, Berlin
Préface : Pages : 120
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Xel. Ciy. N°Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çiya

Çiya

Arif Xelîl

Compte d’auteur

zanim tu rind û ciwanî
dêm gulî û esmere
herdû biryên te tarîne
bijank tîr û xencere



PÊŞGOTIN

Di dîwana çiya de helbestvanê hêja arif xelîl bavê gulêbi dil bawerî û ramanên bilind ev dîwan nivisîye tibabek helbestên bi zimanê kurdî di van rûpela dene.

Beşê oldarî
Di vî beşî de helbestvanê mebehweriya xwe dirust dike û bi dil
şewatî gaziyên xwe ji xwedanê dilovan re dike û dibêje.

Belengaz
Belengazin tu zengîne
li jor halê me bi bîne
rehma xwe tu ji mera bişîne
tenik halin xwe bi megîne
kes wek me tune ji sêvîla
ji bê çar û bê melûla
tu zengîne ji delîla
li biner em sêwîne

Welat perwerî
di warê perweriyê de helbestvanê me kul û derd û mereqên
xwe şanî dunyayê dide û mîna keçeke nazdar welatê xwe
dibîne...

Kurdistana rengîn

zanim tu rind û ciwanî
dêm gulî û esmere
herdû biryên te tarîne
bijank tîr û xencere

xêre dêmên te guhertî
rengê te bûye zere
ilet û cewr û cefayan
tu istand ser bi ser

helbestvanê me hestên xweyî neştimanî diyar dike bi rengakî
vekirî ko li ser axa sûriya yê diaxive ûhevpariya miletên cuda
ji ereb û kurd û ermenan û gelek miletên din divê axêda

Suriye

suriye erdê me gişka
kurd û ereb birane
şam ji mera paytexte
xweş û rind û ciwane

li ber dila bihaye
navê wê pir girane
em ji erdê şamêne

warê meye ji kevnar
pambik dide nîvane
ji mere bûye şûnwar

Navdarên kurda

di vî berîde helbestvanê meyî hêja li ser gelek navên mezin
cihgirtî di dilê kurdan de radiwestin mîna barzaniyê nemir û
mamoste kemal ehmed derwîş û şêx muhemed di rêbaza bilind
û hêja de rêç û xebata berzaniyê nemir şanî me dide di evan
xêzên jêrîn de
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues