DESTPÊK
Piştî çend salên dûr û dirêj li warê destpêka romana kurdî ya yekem a bi navê Şivanê Kurmancan a Erebê Şemo, li bajarê Qersê, romana duyemîn a bi keda jinê ve derketiye holê, ez di serî de diyarî giyanê pêşengê romana kurdî Erebê Şemo dikim.
Û peyre jî ez vê berhema xwe ya xêncî karakterên evînî û malbata wan a qala çîroka jîyaneke rast dike dîyarî dîya xwe Cewahir Besê Kaya û dîyarî serlehenga pirtûka xwe bavpîra dîya xwe Porsorê dikim. Ji berku ev berhem di saya wan de hatiye nivîsîn. Diya min ev bûyêr û serpêhatî bi awayekî zindî ji devê pîrika xwe porsorê bihîstine û min jî ji devê dîya xwe bihîstin.
Dîsa ez spasiyên xwe ji Mirazê Cemal re peşkeş dikim. Ji ber ku wî jî derheqê bûyêrên wê demê qewîmîne yê ji devê apê xwe Ebas ji awayekî zindî bihîstine bi min re parvekirin( Ebas yek ji karakterê romana min e).
Dema gotin dibin hevok, hevok dibin pirtûk û pirtûk jî mezin dibin û dibin wêje. Wêje jî çevkanıiyeke ku tim gel û civak giyanê xwe jê têr dikin e.
Gelên ji wêjeya zimanê dayîka xwe bêpar, tim wek xizan û parsekên li ber deriyên xelqê ne.
Pêşgotin
Pirtûka roman a Guljîn Kayayê ya bi navê “Rev û Bez” bûyêrên dema şerê cîhahenê yê yekemîn ên bi awayekî zindî hatine jîyandin, rewşa gele kurd a li bakûrê kurdîstanê ya wê demê tîne ziman. Di pirtûkê de tê xuya kirin bûyêrê n bi vî awayî hetanî niha ji aliyê tu nivîskarekê ve nehatiye nivîsandin. Guljîn Kayayê berî berhem nivîsandinê li heremê gelek niştecîhên temen mezin re dan û standin û lêkolîn kiriye. Li ser vegotinên devkî ev roman bi kedeke mezin derketiye holê . Di nava wan nişteciyên mezin de kê çi dîtiye û kê çi bihîstiye, derbarê wan bûyêran de ji dayîk û bavan, ji kal û pîran, yên ku wê demê de her tişt bi awayekî zindî li ber çevên xwe dîtine, wekî ku em bejin rojên xweş, cînartiya qenc, mirovahiya xêrxwezî, li ser çandeke hevpar, jîyaneke gelekî baş berdewam kirine. Di nava gelê heremê yên cûrbecûr de dema ku "Rev û Bez" destpêdike, tîbûn, birçîbûn, kuştin, talan, mihacirî û rojên wek dojehê li gel didin jiyandin û heremê li wan dikin jehr.
Di destpêkê de Guljîn Kaya derbarê kurdên êzdî û yên misliman, pêwendiyên wan ên xwîşk û biratiyê, cînartiyê, kirîbtiyê destnîşan dike. Kurdên wan salan li seranserî Ermenîstana îroyînde nîştecîh bûn, li wir xwedî gelek gund bûn. Bi taybetî jî li derdorê çiyayê Elegezê û gelek ciyên din di pirtûkê de derbas dibin. Guljin Kaya di destpêkê de derbarê kurdên bawerî êzdî yê gundê wê demê navê wî Qundexsaz bû piştre navê wî hate guhertin û bû Rêya Teze û gundeki din ê kurdên bawerîya wan misliman ê Devexerabê gotûbêj dike.
Piştî ku şerê giran ê ku di navbera rûs, tirk û ermenan de dest pê dike kurd di wê dema aloz de, bêxwedî û bêçare dimînin. Hinek kurdên misliman xwe li aliyê Tirkiyê ve digrin, hinek jî mal û milkên xwe dihêlin û tevî malbatên xwe dikevin rêya revê. Kurdên êzdî jî bêçare dibin. Ji bo ku ol guhestî nebin û neyên kuştin mal û milkên xwe dihêlin û dikevin rêya mihaciriyê. Hinek li sere rêya tene kuştin, hinek jî ji kuştinê xelas dibin û xwe dispêrin etegên çiyayê Elegezê û hêdî hêdî dest jîyaneke nû dikin.
Di vê romanê de Guljîn Kayayê bi kedeke mezin, bê kêmasî û hostatî ev bûyêr hanine ziman û qala rastiya şer, evin, çand, huner, dîrok û jîyana hevpar a gelek tiştên balkêş û berxwedana jinên kurd ên leheng û xwedî derketina zarokên sêwî û wateya jiyanê ya rast kiriye.
Miraz Cemal (Sîpanî)
Endamê Rêxistina Nivîskarên Ermanîstanê û Pena Kurd. Helbestvan û Çapdarê Rêya Teze
***
Bi çûyîna stêrka şevê ya herî dawî re, rengê şevê yê reş cihê xwe hêdî hêdî ji rengê gewir re dihişt. Tarîya reş bi sorbûna asoyê re her ku diçû winda dibû . Xwezaya demsala biharê ya ji havînê re avis çevên xwe ji nû ve vedikir. Piştî zivistaneke tijî êş, xem û zexim bihara rengbedew a welatê Serhedê bi belekiyên berfa meha Adarê re wek çêlikên ku çevên wan nû bibişkivin mizgîniya rojên germ didan hemû zindiyan. Qarxûnên di encama helandina berfa axlêveyêde rabibûn, dîsa wek çeman ji nava kolanan re diherikîn û derbejêrî nava gund dibûn.
Erdê, kirasê xwe yê spî giran giran ji her du milên xwe dişiqitand û ji bo ku kirasê xwe yê kesk li xwe bike xwe amade dikir. Hemû zindiyên rûyê erdê ji bo vê merasîma xwezayê ya cilguhertinê ketibûn nava kelecaneke bêhempa.
Hirç û hovên ku bi tevahîya zivistaneke dirêj razabûn, hêdî hêdî pozên xwe ji şikeftan derdixistin. Roviyên ku tevahîya zivistanê tenê bi bermahîyên beratên kû çikên nava gund ên ji alîyên guran ve hatibûn belavkirin debara xwe kiribûn, ji bo fêl û findên nû xwe ji nû ve amade dikirin. Qijikên reşbelek ên bi belekiyên berfê re derketibûn holê ji bo hebek qût baskên xwe li hev dixistin û li esmanan dibûn xeleq. Teyr û tûyên li ber qefên zinaran asêmayî êdî derdiketin serê banên bilind. Kewên gozel û yên çîr ên ji ber teleyên nêçîrvanan ê zivistanê ... |