La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Meselêd bona Pêzanina Hebandina Dînê Êzdîtiyê - I


Auteur :
Éditeur : Pirtûkxana Êzdiya Date & Lieu : 2005-01-01, Tiblîsî
Préface : Pages : 52
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 115 x 185mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl Rus. Ank. Mes (1) N° 2391Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Meselêd bona Pêzanina Hebandina Dînê Êzdîtiyê - I

Meselêd bona Pêzanina H’ebandina Dînê Êzdîtiyê - I

Keremê Ankosî

Pirtûkxana êzdiya

Di vê berevoke da 31 cûrêd (variyantêd) metina (teksta) dia (dirozga) dinbawariya ezditiyêye sereke şedetiya dîn٠'hatiye cî-war kirinê. Ewan met'inan ji zarê êzdiyêd emrê cûre-cûreyî (ji ahil û cahalan), çava ji p'îran û şêxan, usa ji ji miridan hatine nîvîsarê û bergirtinê.
Piraniya van met'nid dirozga êzdîtiyê „Şe'detîya din" cara pêşîn (yekemin) tene neşir kirine.
Dirozga pezanebtina dînê êzditiyeye heri mezin „Şe’detiya derheqa din da" di cerga dia’-dirozged, qewil-beyit'd, qirar-qanûnê dînê êzditiyê da ciki heri giring digire.
Borcê her êzdîkiye. Çava qirar, wê dirozgê bizan be, nenhrî wê yekê, p'îrê, şêxe yan mirîdê. Zanina „şe'detiyê" ser h'emû êzdiyan ferzeke girane.
Di dirozga dinê êzditiyêye sereke „şe'detiya derheqa ...



PEŞCOTIN

Di vê berevoke da 31 cûrêd (variyantêd) metina (teksta) dia (dirozga) dinbawariya ezditiyêye sereke şedetiya dîn٠'hatiye cî-war kirinê. Ewan met'inan ji zarê êzdiyêd emrê cûre-cûreyî (ji ahil û cahalan), çava ji p'îran û şêxan, usa ji ji miridan hatine nîvîsarê û bergirtinê.

Piraniya van met'nid dirozga êzdîtiyê „Şe'detîya din" cara pêşîn (yekemin) tene neşir kirine.
Dirozga pezanebtina dînê êzditiyeye heri mezin „Şe’detiya derheqa din da" di cerga dia’-dirozged, qewil-beyit'd, qirar-qanûnê dînê êzditiyê da ciki heri giring digire.

Borcê her êzdîkiye. Çava qirar, wê dirozgê bizan be, nenhrî wê yekê, p'îrê, şêxe yan mirîdê. Zanina „şe'detiyê" ser h'emû êzdiyan ferzeke girane.
Di dirozga dinê êzditiyêye sereke „şe'detiya derheqa dîn da" da derheqa me'niya, binga, net û meremêd pêzanina dinbawariya êzdîtiyê tê gotinê, êzdî bawariya xa ber çi tînin, serê xa ber çi datinin û dinê êzditiyê bi çi şikilî jî dinbawariyê mayin cidaye; ûsa jî ferzêd (borcêd) h'emû ezdiyan dide k'ivşê.

Me'niya dirozga „Şe’detiya dîn" di jiina êzdiyaye r'ih'aniyê da p'ir kûre û giranbahaye. Zanina wi dia'yî û mak kirina nêta wî, nîşaneke berbiç’e’e, bi çi vaji êzdî ji peyîçûyêd dînêd mayin cida dibin û ji wan dûrin. Xêncî wê yekê. zanina dirozga „Şe'detîya dinê êzdîtiyê" axriya r'ih’k êzdiya li wê dinê dide k’ivşê.

Bi bir-bawariya êzdiya, r'ih'ê meriya nemire û peyi we yeke, gava r'ih’ t'erka laşê miri dide, gere ser p'ira Serate r’a derbaz be here bigije „Mala Xude". Li ser wê p'irê du melek („Nek’în") qasided „Celate" (Xude, Xudan yê ku r’ih’ distine) têne pêşiyê û anina şe’detîya dîn h'ebandine jê dixazin. T'enê paşî gotina şe'detiya dîn pêxemberê êzdiyan r'ih'ê êzdiyan çava êzdî nas dike û di diniya arxetê da lê dibe xayî.

Me’niya hebuna p'ircûrêd metina dia' „Şe'da dîn" di nava êzdiyan da gune û qedex'e kirina xandin-nivisandinê bû. Ji destê wê yekê, di we'dê xa da tekstekê (met'nekê) qirarê nehatibû nîvîsê. Her êzdikî ezberî hil dida û angor (qasî) zanîn û fe'mêd xa, bi cûrê xa digot. Bi sebebê we yekê, di sal-zemanan da, gîlî-gotinêd (bêjeyed) dia' Şe'detiyê, çava t'imamiya ulmê Şîxadî, bê guhartin, t'ayîbetî, nikar bûn bimana. Îlakî, formêd (sûretêd) wan xebêrd (bjeyêd, gotinêd) e'rebî-sirmanî dihatina guhartinê û jê" derxistinê, k'îjan ji ezdiyan p'ak yan ji qet fêm nedikirin. Him jî, hê t'evî dia’-dirozgêd êzdiyayî mayîn r’a t'evî-hev dibûn û dihatine aloz kirinê. Lema jî, hne met'nêd (tekstêd) „Şe'detiyê‘" dirêjin û hinek ji wan jî kurt in.

Xêncî wan tiştan, ewi ji gere hildine ber h'esaba, wekî mek'itebêd êzdiyaye dînî t'tune bûn û warêd êzdiyan jî p'raniya xa da .ji merk'eza xaye dînî „Lalişê" êp'êceyî dûr bûn û hev girêdana wan sist bû.

Di nava dia' „Şe'da dîn'" da, çava di t'imamiya qewl-beyîtêd ulmê û din h'ebandina êzditiyê da, bejeyê (xeberêd, gotinê) e'rebî- sirmaniyê p'ir in (ze'f in), me’nîyêd k'ijana jî êzdiyêd ji „Lalişê” dûr nizanin. nikarin fe'm bikin û şiro ve kin. (Hilbet, xênci wan êzdiyan, k'êjî sal-zemanan bin bandura zimane e'rebî mane).

Lêk’olîna (analîza) met'nêd „Şe’detiya dîn", ya ku, fikira me, di dewra yan jî paşî dema bît'er bûna (der k’etina) reformatorê dinbawariya êzdîtiyê, p’êxemberê ezdiyan Şêx Adî da hatiye sêwirandinê, dide k’ivşê, wekî ew bi cûrê xaye e’slî va di nava êzdiyan da nemaye. Dia' „şe’detiya derheqa dîn da" di zedeya xa da dia’yêd (dirozgêd) „Dia' sibe“ û .”Dia’ ser belgî" r'a t'evilhev û aloz biye.

Hebûna p’ircûrêd dia' „Şe'da dîn" di nava êzdiyan da ne r’aste û ne ji heq-qirare. Heqîqet bejin, wekî dînê êzdiyan yeke û qirarêd dinbawariya êzdîtiyê jî yek in, bêgilî, dia' êzditiyêye me'nigiran ...Şe’detiya dîn" ji gereki yek be û bi cûrekî li bi şikilekî bê gotinê.

Bona kû axiriyê t'evilhev û aloz bûna gotinêd dia’ .,Şe’detiya dînê êzdîtiyê" ji holê r'abe, kêmasiya heyî bê hildanê, me qirar kir h'emû tekstêd dia' „Şe'da dîn". yêd ku mе salan nîvîsî bûn û li gel xa (cem xa) xayl kiribûn, t'opî ser hev kira bidana rex hev û bi wî cûreyî, bida ber ç'e'vêd oldarêd (dîndarêd) êzdiyan.

Bê guman eva k’itba, bi şikilê xayî vî cûreyî, wê mecalan çê bike bona ku p'îr û şêxên êzdiyan, zane û ulmdarêd êzdîtiyê şereza û êzdiyêd dînbawar dest bi k'arê e'frandina t'ek-t'ênê têksteke dia’ ,,Şe'detîya din" ya qirarê, bikin. Peyî çêkirina met’neke qirarê, ciye, mak û şiro vekirina meniya wê, vergerandinêd wê ser zimanêd xeriban bêne pêşxistinê.

Daviya k'itêbê me ferh'enga wan bêjeyêd (xeberêd) e'rebî-sirmeniyê, k'ijan jî di tekstêd dia' „Şe'detiya din" da r’astî me tên, bona heq û r’ast fê’m kirina wana, t'evî xandina wane k'urdî, bi t’ercima wan ser zimanê rûsî, ser da zêde kiriye.

Eme gumanin, wekî şerezayêd (ulmdarêd, zanevanêd zimanê k'urdî, folklorê (zargotinê) û t'arixa (diroka) dîn ji vê k'itêbê (p'irtûkê) wê bi hewask'arike mezin mêze kin (lê bineri) û feyîdê jê bibinin.
Amadek'ar û berpirsiyarê vê berevokê sipasiya xa (r’azî bûna xa) dibeje wan h'emû bendan (navêd wane giran di destpeka her tekstekî da nivîsîne), ji zarêd k'jana jî „şe'detiya din“ hatine nîvîsarê û k’êjî bona neşir kirina vê k’itêbê k’omek da.

Keremê Anqosî

Çiye Şedetiya Dînê Êzdiyan

Dînê Ezdîtîyê, angori bir-bawariya hebandina xa, Şe’detiya xa çê kiriye. Di Şe'detiyê da me'niya dînh'ebandinê tê gotin û eşkere kirinê. Di Şe'detiyê da r’ê-r'izmên, ol-erk’anên, ferzên h'ebandinê tê k’ivşê. Bona wê yekê .jî Şe'detî serê h’emû dia'-dirozgane.

Her dînek (olek) xayê Şe'detiya xaye. Dewlemendiya Ezdîtiyê jî di Şe'detiya dîn da ne. Her êzdîk - şêx be, p'îr be, mirîd be lazime e'seyî Şe'detîya din bizan be. Êzdîdî bi zanabûna Şe'detiya dîn va girêdaye.

Me’niya gune û qedex'e kirina xandin-nvîsandnê û t'unebûna k'itêbên dîniye pîroz, serda jî zor dayina babelîskê û zûlma dewr-zemanan, dûr k'etina ji navbenda dînî - Lalişê, p’iraniya ezdiyan Şe'detiya dîn yan qet nizanin yan jî qasî zancbûna xa û cûrê xa dibeje.

Di sal-zemanan da giliyê Şe'detiyê bev k'etine û dia'-dirozgên mayîn r'a t'evlîhev bûne. Hinek ji êzdiyan Şe’detiyê kurt dibêjin, hinek dirêj. Di giraniya xa da têksta(met’nê) Şe’detiya din dia' „Ser belgî" r’a aloz biye û êp’êceyî zêdeyî bûn û guhastin girtiye. Îro, bê lêk’olîna(analîza) ulmiye dînî çetine bêjin k'îjan r’aste û kem-zedeya wan çiye. H'etani niha Şe'detiya dînê ezdiyan t’eke-t'ûka hatine neşir kirinê û ulmdarên(şerezayên) dînê êzdîtiyê ser mak kirina Şe'detiyê serê xa nekirine gêje-gêje.

Qirarên dinê êzdîtiyê yeke û Şe'detiya dinî jî gerek e'seyî bi cûrekî bê gotinê.
Lazime şerezayên dînê êzdîtiyê fikirê xa dereqa wê h’alî bi ferz bejin û konfêranseke yan semînareke olzanan (zanên ulmê dîn) bona hazir kirina t'ek teksteke Şe'detiyê pêk bînin.

K'ereme Anqosî
(Ji rojnama „Gilavêj"-ê, №2, s. 1999, T'ibîlîsî)

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues