La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ziman û Wêjeya Kurdî


Auteurs : |
Éditeur : Zanîngeha Hekariyê Date & Lieu : 2011-05-01, Hakarî
Préface : Pages : 108
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 210 x 295mm
Code FIKP : Liv. Kur. Zim. Ayd. Erg. N°4824Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ziman û Wêjeya Kurdî

Ziman û Wêjeya Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan
Selîm Temo Ergul

Zanîngeha Hekariyê

Zanîngeha Hekariyê sala 2009'an yekemîn konferansa xwe bi navê Konferansa Jina Kurd li Colemêrgê li dar xist ku pênc rojan dewam kir û di dîrokê de bû yekem konferansa bi vê çapê ku li ser civaka kurdî û li Tirkiyeyê ewqasî berfireh hatibû organîzekirin û ji şêstî zêdetir lêkolîner tê de beşdar bûbûn. Ya jê girîngtir ew bû ku cara yekem lêkolînên zanistî ji aliyê akademîsyenên kurd ve bi kurdî dihatin pêşkêşkirin û ev kar bi awayekî fermî û di bin banê dezgeheke fermî de dihat kirin.
Piştî serkevtina di wê konferansê de, Zanîngeha Hekariyê biryara xwe da ku bikaranîna kurdiyê ya di warê zanistî de berfirehtir bike. Her bi vê armancê, sala 2010'an di navbera rojên 15 û 18'ê tnr-mehê de Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî ...



BEŞDARÊN BIRÊZ Û XWENDEVANÊN HÊJA

Welatê me weke dikekê ye ku şaristanî li ser dijîn. Heçî kesê ku li ser vê axê jiyaye û şopa lingê wî lê maye jî parçeyekî vê hebûnê ye. Ji her mirovî û ji her çandê berhem mane. Hin ji van berheman, berhemên çandî yên maddî ne, lê berhema eslî çand bi xwe ye. Zimanê kurdî li her herêma ku pê tê axavtin, dîrokeke xwe ya xweser ava kiriye. Zarava û devokên wî bi awayekî balkêş hê jî taybetmen-diyên xwe diparêzin û vê yekê ji bo lêkolînerên ziman û wêjeyê warekî gellekî dewlemend daye afirandin.

Di demeke weha de ku xatirê zimanê kurdî li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê û hetta li Cîhanê bi-lindtir dibe, xebat û nîqaşên di warê Kurdolojiyê de jî her ku diçe zêdetir dibin. Li Tirkiyeyê jî hewl hewl heye ku xebatên di vî warî de bi rêya zanîngehan ve werin kirin. Lê gelo, ev bingehên ku behsa wan dibe çawa hatine danîn? Ziman û wêjeya kurdîîroj di çi rewşê de ye? Li gora lêkolîneran, gelo taybetmendiyên wêjeya kurdî çi ne?

Zanîngeha Hekariyê bi van pirsan daye ser rêyê. Kurdan heta nuha hemû tecruyên xwe yên li erdnîgariya ku lê dijîn di nava çanda xwe de jî neqişandine. Ziman û wêje di nava vê çandê de him bingehê herî girîng e û him jî ew bi xwe wê vediguhêze. Ji bo ku em hemû dewlemendiya vê çandê û bedewiya wê nîşan bidin, me Rojên Ziman û Wêjeya Kurdî li dar xistin.

Her kî ku keda wî katiye nava sazkirina vê çalakiya me ya zanistî û çandî û her mirovê zanistî û wêjeyê ku ked daye avakirina vê berhemê, ez yek bi yek spasî wan dikim.

Prof. Dr. ibrahim Belenli
Serokê Lijneya Kongreyê

Pêşgotin

Zanîngeha Hekariyê sala 2009'an yekemîn konferansa xwe bi navê Konferansa Jina Kurd li Colemêrgê li dar xist ku pênc rojan dewam kir û di dîrokê de bû yekem konferansa bi vê çapê ku li ser civaka kurdî û li Tirkiyeyê ewqasî berfireh hatibû organîzekirin û ji şêstî zêdetir lêkolîner tê de beşdar bûbûn. Ya jê girîngtir ew bû ku cara yekem lêkolînên zanistî ji aliyê akademîsyenên kurd ve bi kurdî dihatin pêşkêşkirin û ev kar bi awayekî fermî û di bin banê dezgeheke fermî de dihat kirin.

Piştî serkevtina di wê konferansê de, Zanîngeha Hekariyê biryara xwe da ku bikaranîna kurdiyê ya di warê zanistî de berfirehtir bike. Her bi vê armancê, sala 2010'an di navbera rojên 15 û 18'ê tnr-mehê de Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî li dar xist ku çil nivîskar û lêkolîner û akademîsyenên kurd tev lê bûnê û di vê konferansa çar rojî de zimanê konferansê jîji binî ve kurdî bû.

Du salan li ser hevdu, xebatên di warê civak, ziman û wêjeya kurdî de hatin pêşkêşkirin û ev yek bi zimanê kurdî hate kirin, lê belê şerr derneket û tu welat jî parçe nebûn. Li herêma Coiemêrgê ku gellek şerr û pevçûn lê derdikevin, Zanîngeha Colemêrgê digel hemû gumanên ku li ser wê hebûn û digel hemû astengiyên ku jê re dihatin derxistin, ji zanistîbûna xwe û rola xwe ya unîversîtertawîz neda, bi ya xwe kir û bingeheke nîqaşên zanistî, bingeheke nîqaşên Kurdolojiyê li Colemêrgê danî.
Di sala xwe ya sêyem de jî, zanîngehê biryar da ku êdî van konferansên salane bi navê Konfe-ransa Kurdolojiyê ve li dar bixe, da ku tişt rast bên binavkirin.

Kêm kes dizanin ku ji bo organîzekirina van konferansan, Zanîngeha Hekariyê serî li gellek dez-gehên fermîyên alîkariyên zanistî daye, lê belê dezgeheke fermîjîtunebû ku daxwaza wê ya alîkariya fînansî qebûl bikiraya. Lewre di hemû konferansên wê de peyva « kurd » hebû. Digel hemû guherîn û reformên siyasî û hiqûqî ku li Tirkiyeyê pêk hatin, dezgehên fermî hê jî ji peyva « kurd » ditirsiyan û nedixwastin xwe nêzîkî konferanseke weha bikin ku « peyvên qaçax » tê de hebin. Nedana alîkariyê herweha nîşana wê bû ku organîzasyonên bi vî rengî ew aciz dikirin. Acizî ne bi tenê ji hêla dezgehên fermî bû. Lê belê, Zanîngeha Hekariyê ji ya xwe daneket û bi butçeya zanîngehê ve ew konferans li dar xistin.

Di vê dilsoziya bi armancên xwe re û vê rika li ser Kurdolojiyê de, bê guman, rola rektorê Za-nîngeha Hekariyê Prof. Dr. Îbrahîm Belenlî ji ya herkesî zêdetir e. Lewre, heger wî ewqasî neajotaya ser û ewqas ked nedaya vî karî, ev konferans jî dê nikarîbûna bihatana organîzekirin.
Armanca Zanîngeha Hekariyê ne bi tenê lidarxistina konferansan e.
Armanca karên akademîk ew e ku lêkolînên zanistî bêne kirin, bêne pêşkêşkirin, bêne nîqaşkirin û bi dû re jîji bo ku herkes bi-kare jê îstifade bike, bêne çapkirin, da ku ji siberojê re kulliyateke zanistî were hiştin. Ev rêzepirtûkên Zanîngeha Hekariyê li Tirkiyeyê dibin yekem xebatên zanistî yên akademîk ku bi destê zanîngehekê ve têne çapkirin.

Bi vê armancê, îroj vaye em piştîxebata konferansan pirtûka gotarên Konferansa Ziman û Wê-jeya Kurdî ya tîrmeha 2010'an çap dikin. Bala xwendevanan dê bikişîne ku digel beşdariya zêdetir ji çil kesan jî, gotarên ku ji bo vê pirtûkê hatine hilbijartin bi sînor in. Lewre, hin hevalên me yên ku hatin konferansê û gotara xwe pêşkêş kirin, bi dû re nexwastin tev li çapkirina vê pirtûkê bibin ku em wan jîfahm dikin. Li gora me herkes di tercîhên xwe de serbest e, lê belê ya ku me digihîne hevdu nasnameya me ya zanistî ye.

Her bi vê munasebetê, ez dixwazim spasiya endamên me yên Lijneya Zanistî bikim ku dem û ked dan xwendina pêşniyaran û ew hemû xwendin.
Herweha divê ez hevalên me yên organîzasyona konferansan û çapkirina pirtûkan jî ji bîr nekim, lewre barê hemû organîzasyonê li ser pişta wan bû. Ez gellekî spasî wan hevalan dikim, bi tay-betîjî Rojda, Serhat, Ayşegul û Tûran.

Hêviya me ew e ku me karekî baş kiribe...

Îbrahîm Seydo Aydogan
Serokê Lijneya Zanistî ya Konferansa Kurdolojiyê li Zanîngeha Hekariyê Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî li INALCO'yê (Paris-Fransa)

Pexşan û roman di wêjeya kurdî de

Îbrahîm Seydo Aydogan*

1. Destpêk

Dîroka Kurdên ku di nava Tirkiye, îran, Iraq û Sûrî de hatine dabeşkirin û herweha dîroka zi-manê wan yê ku gellek zaravayên wî hene, li hember xebat û lêkolînên zimanî û wêjeyî astengiyên girîng in û mirov mecbûr dikin ku mijara xebatan bi sînor be. Ji ber rewşa wan ya sosyo-polîtîk, zimanê Kurdan jî li van çar welatan nebûye mijara heman siyasetan û her welatekî li gora sîstema xwe hebûna Kurdan û ya zimanê wan bi rê ve biriye ku vê rewşê jî bivê nevê bandora xwe li ser pêşketina kurdîya zimanî û wêjeyî jî kiriye.

Di xebateke weha de ku bala xwe bide peydabûna pexşanê û derketina celebê romanê ya di zimanekî de, mirov mecbûr e ku hesabê vê rewşa milletê kurd jî bike û behsa wan welatên ku ew lê dijîn jî bike.

Heger em kevnewelatên sovyetê û welatên ewropî nehesibînin, em bi hêsanî dibînin ku di nava wan çar welatên sereke de zaravayên kurdî, bi taybetî jî kurmancî û soranî, bûne mijara siyasetên ji hevdu gellekî cuda. Weke mînak, li Iraqê ji salên 1930'î ve ye ku zaravayê soranî weke zimanê fermî yê duyem hatiye qebûlkirin û kurmancî ancax di ber re hatiye bikaranîn. Bi vî awayî, em bi hêsanî di-bînin ku li deverên ku kurmancî û soranî bi hev re dijîn, zarava bi xwe jîji hevdu cuda hatine nirxandin ku di bingehê vê têgihiştinê de bandora siyaseta Tirkiyeyê ya piştî avakirina komarê heye.

Weke ku tê zanîn, li Iraqê kurdî weke zimanekî fermî tê qebûlkirin1 û li îranê li zanîngehan jî tê perwerdekirin, digel ku Sûrîye siyaseteke dijwar li hember daxwazên Kurdan yên çandî û zimanî dimeşîne. Lê belê, li devera ku herî zêde Kurd lê dijîn, yanî li Tirkiyeyê2, kurdî heta sala 1991'ê jîji bini ve qedexe bû û bandora vê qedexeya zimanî heta sala 2002'an3 jî dewam dikir.

Vê rewşa ku heta van salên dawîn jî dewam kir û nebûna perwerdehiya bi kurdîya li Turkiyeyê, bê guman rê li ber girt ku ziman û wêjeya kurdî geş bibe û pexşana ku mijara vê lêkolîna me ye jî bi derengî di nava bikarhênerên kurdî de belav bibe.

Digel ku zimanên herêmê yên din ji sedsala 19'an ve ye ku bi pexşanê ve daketibûn, di rewşa zimanekî mîna kurdî de, û tew di rewşa kurmanciya qedexe de, derbasbûyina ji helbestê ya ber bi pexşanê ve dê ne hêsan bûya. Herweha divê mirov şaş nemîne ku, ji bilî medreseyan û çend helbest-vanên ku hejmara wan bi sînor e, tevgera nivîsandinê ya kurmanciyê jî gellekî kêm bû. Lewre, heta van çend salên dawîn jî, nivîsandina bi kurdî bi xwe di nava civaka kurdî de nebûbû adetek. Lê ji cerga ku ziman êdî wekî alaveke siyasetê ji aliyê Kurdan ve jî hate bikaranîn, êdîxatirê zimanê kurdîjî bilindtir bû.
.....

*INALCO -Parîs, Fransa
1) Fermîbûna zimanê kurdî ya li Iraqê diçe heta sala 1931'ê, dewra ku Iraq di bin mandaya Brîtanyayê de bû. Lê, hêjayî balkişandinê ye ku ev fermîbûn bi tenê ji bozaravayê soranî bû. Li gora bazarên Brîtanya û Tirkiyeyê, li hember Tirkiyeya ku dev ji doza xwe ya li ser Mûsil û Kerkukê berdida û Brîtaniyên ku soza naskirina mafên çandî û zimanî dabû Civata Neteweyan ya wê demê dê ev maf bi tenê bidaya zaravayê soranî, da ku Kurdên Iraqê ji Kurdên Tirkiyeyê yên ku bi pirranî kurmancîaxêv in, bihatana cudakirin.

2) Li gora raporên Komîsyona Yekîtiye Ewropayê ya 2004'an, li Tirkiyeyê di navbera 15 û 20 milyonan de Kurd dijîn. Çavdêr destnîşan dikin ku li îranê 12 milyon, li Iraqê 5 milyon û li Sûriyeyê 2 milyon Kurd hene. Hejmara Kurdên sovyetê û yên Ewropa û Amerîkayê ji li ser hev, milyonek tê hesibandin.

3) Destûra tirk ya bingehîn qedexe dike ku zimanekî ji bilî tirkî« weke zimanê dayikê » di dibistanan de were xwendin. Herweha dihat gotin ku « zimanên ku bi qanûnê ve hatine qedexekirin, nikarin di perwerdehiyê ve û di çapemeniyê de werin bikaranîn ». Sala 1991'ê ew qanûna qedexeyan hate rakirin û ew hevok ji destûrê hate derxistin. Di reformên 2002'an de hate gotin ku « ziman û zaravayên ku hemwelatiyên tirkdi jiyana xwe ya rojane de bi kartînin » êdîdikarin di qursên taybetîde werinfêrkirin. Lê, hêjayîgotinêye ku, nedi qanûna qedexeya zimanan de, ne di qanûna rakirina wan qedexeyan de û ne jî di qanûnên 2002 an de, navê zimanê kurdî bi tu awayî nehatiye gotin.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues