La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Memê û Eyşê & Zembîlfiroş


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2015-04-01, Diyarbakir
Préface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 978-605-9014-45-8
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Çaç. Mem. N° 5826Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Memê û Eyşê & Zembîlfiroş

Memê û Eyşê & Zembîlfiroş

Xelîlê Çaçan

Lîs

Xelîlê Çaçan (Mûradov), di 11ê meha çileyê paşin ya sala 1924ê de li Komara Ermenistanê, li gundê Karwanserayê (Sedûn) ê ser bi navçeya Artîkê ji dayîk bûye. Bav û kalên wî ji gundê Hesencano yê Dîgora Qersê, di dawîya sedsala 18ê de hatine Karwanserayê.
Xelîlê Çaçan Mûradov dibistana seretayî li gundê xwe kuta kirîye, paşê li Yêrêvanê di Dibistana Partîyê ya Bilind de, bi dû re jî di Înstîtûta Pedagojîyê de xwendîye. Wî li navçeya Elegezê, heta sala 1949ê, şeş salan serokatîya komsomolan kirîye. Paşê, di salên 1950-57ê de serokatîya Beşa Kûltûrê ya Komîteya Şuxulkirinê ya navçeya Araratê kirîye. Ji sala 1957ê heta 1981ê, bîst û çar salan serokatîya Radyoya Kurdî ya Rewanê kirîye, kilam, di berhevkirin stran û radyokompozisyon (şano-pîyes) ên bi Kurdî de kirîye. Wî ji bill karê xwe yê radyoyê, rojnamevanî, nivîskarî û berhevkarî kiriye. Xelîlê Çaçan Mûradov di 13ê çiriya paşîn a 1981ê de li Yêrêvanê koça dawîn kiriye. Gora wî li Karwanserayê ye.
Berhemên wî:
- Kilamên Cimaeta Kurdan (zargotin, çapa pêşîn: 1963, Yêrêvan; çapa duyem: 2015, Lîs, Amed)
- Du Poêm: Memê û Eyşê & Zembittiroş (helbest, çapa pêşîn: 1965, Yêrêvan; çapa duyem: 2015, Lîs, Amed)
- Gotinên Pêşiyan (zargotin, çapa pêşîn: 1967, Yêrêvan; çapa duyem: 2015, Lîs, Amed)
- Qiseyên Cimaetê (zargotin, çapa pêşîn: 1972, Yêrêvan; çapa duyem: 2015, Lîs, Amed)
- Moriyên Nenê (kurteçîrok, çapa pêşîn: 1976, Yêrêvan; çapa duyem: 2015, Lîs, Amed)
- Cewahirên Kurdi (zargotin, çapa pêşîn: 2010, Lîs, Amed)
- Memê û Eyşê (pîyes, 1978, Yêrêvan; çapa pêşîn: 2015, Lîs, Amed)



LI PEY XELÎLÊ ÇAÇAN MÛRADOV*

“Xelîl Mûradov. Me navê wî zû da bihîstibû wextê hela em zar bûn. Me bê xem û xerêq xwe ra dilîst. Lê ewî wê hingê xeba-ta cabdar dikir... Lê wextê pey gelek sala ra li Rêdaksîya Xeber-danêd Kurdî em tev dixebitîn, em hingê pê hesîyan wekî ew tev hev du deh sala ji me mezintir e. Me teze pêşênîka emir û xeba-tê dikir, lê ewî îda panzdeh bîst salên xebata komsomolîyê, par-tîyayê, mexulqetîyê li dû xwe hiştibû. Xerêqa xebatêd cabdar ew ji wehde zûtir kal nekiribû, porê wî xwerû reş bû, çav û birûyêd wî bi benga cahiltîyê ye bedew, sifet saxlem î xumil, mîna sêve-ke şefran e bê zelûl û zewal... Qefesê da mêl dibû li ser îstola nivîsarê, dinivîsî, ewî car carina qelem di destê xwe da direqi-sand wextê duşunmîş dibû, lê wextê xebatçîkî rêdaksîyayê tişte-kî heweskar digot, laqirdîk dikir, enîya Xelîl e bin tûncika ... şekirî geş dibû, pişta xwe rast dikir, destê xwe bi qelemê va dadianî ser îstolê û dibû pirkînîya wî dikenîya. Û meriv nizani-bû diranê wî yê zêr şewqê dide kenê wî yan kenê wî yê xweş şewqê dide diranê zêr.
Qasekî hijmekar dibû, xwe xwe jî meseleyeke cimaetê ye folklorî bi hûmor şirove dikir. Carinan zengilê têlê navbirrî dida xeberdana wî, tetikê têlê hildianî, “Ha canê...” digot, “Xweşîya canê te. Pak î, pak î...” Tetikê têlê dadianî û destê wî li ser tetik, berbirrî xebatçîkî rêdaksîyayê yê cahal dibû, “Filankes! Filankes! Ca here ... wan qinyatan bîne!” Rêdaktorê Xeberdanêd Kurdî yê sereke ew bû, lê bi xebatçîyêd xwe ra erhede hesab dikirin, fikra wan dipirsî, îlam kî fikra pêşekzanên edebiyatê. Sadetî, cimaetî, derckirina hûmura miletî ye kûr rewşa ruhê Xelîl Mûradov bûn. Bi wê kemalê va ewî a qa kilamêd cimaeta me ya qîmetlî dan nivîsandinê. Ewî tor û ... nedidan pêşîya cew û deravên dengbêjîya cimaeta me ya zemande. Ew cew û derav bi kevir, tişt miştên xwe yên qîmetlî va, bi sifetkirî gotî, masîyêd xwe ye alixbalix va aza kişîyane gola dengdanga radîyokomîtê. Ewî ne ku tenê ew kilam bi deng dane nivîsarê, lê usa jî kire defter, da ber xwendevana.
Xelîl Mûradov bû ardimçîyê radyoxeberdanêd edebîyatê ye hêje, ardimçîyek teşkîlkirina çendik çend radyokompozîsyayêd efirandinêd cimaetê. Ewî bi zên û derckirina hûmura miletî ye saxlem çend serhatîyêd cureyê anekdota ye bijare ji ber nivîsî, neşir kir. Xwe xwe efirand belavokeke bedew, kitêba Morîyên Nenê. Xebera xwe ya heweskar got di nava edebîyata Kurdên Sovyetîyê yên Ermenistanê da. Îzbatîke zelûl e, xêncî Ereb Şamîlov û Etarê Şero, Ahmedê Mirazî, merivêd me ye edebîyatê û medenîyetê ye rehmetî gişk jî ji wehde zûtir çûn: Wezîrê Nadirî, Cerdoyê Gênco, Emînê Evdal, Ûsivê Beko, Qaçaxê Mirad, Têmûrê Salih, Şikoyê Hesen... Iro wê reqemê zêde dike Xelîl Mûradov. Me geleka dilê xwe da xenêt dikir ev merem û miraz wekî em ê hela hê di şahî û şahîneta da rastî Xelîl Mûradov bên, bibînin bengz û beşera wî ye bedew, lê îro em şîna wî dikin... Gelek tehlî û tengî emir ra tevayî tehlîk jî li dilê me zêde bû, em gavekê jî birin ber bi mirinê.

Belê, em ê jî bimirin, lê hergê rast e ku li wê dinê emir heye, em bi rastîyê ruhdijî, em rizayê xwe ji Xaliqê Alemê dixwazin wekî li wê dinê ruhê me bi ruhê Mûradov ê ezîz va eyan be. Rehma Xwedê lê be.

Fêrîkê Ûsiv

* Axaftina hclbestkarê gewre Fêrîkê Osiv, di 13’ê Sermaweza 1981’ê de, di roja cenazeyê Xelîlê Çaçan Mûradov de. Çavkanlya tomara vê axaftinê Firlda Hecî Cewari û Zera Fêrik e. Min deşîfre kir. (Kawa Ncmir)

Memê û Eyş

Di nava dûmanê de, li binîya gêlî
Va gurê birçî dike zûkînî.
Qasekê û bi şûn de dengê gulleyê hat,
Li gêlî bû şîrqîn, zinaran nivat.
Gelo çi deng e, çi qareqar e, 
Dibe nêçîrvan li guran digere?
Dibe qaçax in, yan dibe cerd e,
Dora pêz girtîye, naxwaze berde?
Yan dibe cerdê avête ser gund?..
O, şuxulê xerab, şuxulê nerind...

Li wî milê çîyê, li hinda zangan 
Bû qirçeqirça gulleyên bêrdangan.
Hewar, hey hewar, cerdê pez bir, bir!..
Deng kete gêlî, kete qeyayêd durr,
Notilî ewran kire xurexur.
Şivanek dihat ji jor de dibezî,
Bi himzora xwe dikire gazî,
Ketibûne stû şar û temezî 
Û bê rewş mabû kolozê tazî.
Şivan sor bûbû notila hinaran,
Di dest wî de mabû şeşxaneya vala.
Ew egîdê çîya, ew mêrxasê çîya 
Ji hêrsan dihat li vir bibehicîya.
Û ew zivirî dîsa da hevrêz,
Zûzûka pez top kir, xwe da pêşîya pêz,
Di cî de tevizî, ji hêrsan lerizî 
Û mîna şêran wiha kire gazî:
“Eger hûn mêr in, lawên eşîrê,
Yeko yek derên, werine jêrê,
Werin bibînin bi destolepê,
Kê cinyazê kê’l vir dide tavê!..
Ez Qereman im, ez bavê Memê,
Ez ji ti kesî nakim ti xemê!..”
Şîrqîn kete pêz, pêz kire gurrîn,
Qiranên qiran li hev du qelibîn




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues