HIJMEKARÎYA ŞAYÎRE DUYEMÎN
Peyva (xebera) “tercme” serê sêrîda bi fikra “têkîlî”, “heleqetî”, “şirovekirin”, “nasî” hatîye xebitandinê(bikaranînê). Ew paşê bûye navkirin-têrmîna wî cûrê efrandarîyê, kîjan nivîsara bi zimanekî weldigerîne-diguhêze zimanekî mayîn. Bawarîya we hebe, îro bi seda berbirîbûn hene di hindava têorîya tercimêda: çawa gerekê tercimekin?
Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) zef baş haj wan berbirîbûna û têorîyên tomerî hebû. Lê ewî bi dil-hesîn û femberîya xweye helal û zelal tercme dikir. Ji welatê kal-bavayî qedîmî - Kurdistanê der û dûr, li Ermenîstanê çanda kurdî îlahî ji salên 1950-îda girtî gulveda çawa bûyêra xwedîharkirina bedewetîyê û bi tomerî-wêjeyî- civakî. Hilbet, salên 1930-îda destpêkirî-bingeheke çandî îdî hatibû danîn: Hecîyê Cindî, Ereb Şamîlov, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl û yêd mayîn bi vê yan wê derecê hinek erf-edet îdî sazkiribûn. Di hêla xebergotina tercmekirina bedewetîyêda Qaçaxê Mirad rastî jî çend gavên balkêş avîtibûn.
Heta salêd 1950-î ji zimanê ermenî û rûsî êpêce tercme hatine kirin. Lê em ber rastîyê çapnîşên tercma bedewetîyê xwe sûckar nekin. Tercmeyên (hîmlî yên helbesta) heta salên 1950-î û (hinekên paşê jî kirî) bi tomerî dûrî meydana wêjeyî-bedewetîyêne. Ew herk bi nêrîna naskirinê û îzbatîyên neşirê dikarin bêne qîmetkirinê. Awa, bi vê hesabhildana îzbatîya ji dawîya salên 1950-î dîharbûna Fêrîkê Ûsivê tercmeçî gerekê bê zanîn-nirxandin çawa vekirina rûpêleke nû di nav dîroka hunermendîya kurdaye wergerêda (tercmekirinêda).
Fêrîkê Ûsiv neku tenê bi şuret-merîfeta xwedêdayî, lê usa jî bi kûr-dûr xwendin-zanebûna durr-cewahirên wêjeya (lîtêratûra) cihanê xeysetê xweyî efrandarîyê û bîr-bawarîyên xweye bedewetîyê anîne ber xwendinvana û doza dîrokê. Pir hewaskar û balkêşe, ku Fêrîkê Ûsiv text-bext, wa gotî-tewakelî tu tişt tercme nekirîye. Ewî bi rezadilîya ruhê efrandarîyê ew nivîsarên nemirî bi cezareta xwehelandinê anîne nava deba zimanê kurdî, kîjan ruhdarbûnên wîye nevsî-şexsîva “reqisîne”. Wekî mayîn gotî - Fêrîkê Usiv tebî-berbirîbûnên xweye tercmekirinê-efrandarîyê wek xwetestîqkirina şexsîyê bilind derbazî nav wêje-edebyeta kurdî kirye. Di nav hunermendîya tercmêda nêrînek wa heye: “Ew, çi ku min gerekê binvîsya”. Belê, Fêrîkê Usiv ew tercmekirîye, çi ku bi xwe dikaribû binvîsya.
Femkirin-texmînkirinên nazike kûr, vehûnandinên bi kurdîye anegor û paqij, xet û rêzên alîyê wîda dîtî heyr û hijmekarîya bedewetîya xalis raberî xwehesandina xwendevanê kurd dikin. Mîreta Fêrîkê Usive tercmê jî tevî ya xwexwetîyê hewceyî lêgerîna zanyarîyêye anegore.
Çerkezê Reş Kandîdatê ulmêd fîlologî, dosênt
Mîmnêrmos (Hûnanstan)
Kaltî
Çiroj, çi lezet, çi emirxweşî Bêy Afrodîta nûrîne zêrîn? Hê rinde meriv bimire, nejî, Ne ku lezeta hubê bê birîn.
Hub gule, gula cahiltîyê bînxweş, Him ji bona mêr, him bona kulfet. Lê dema ku te kaltîya reşe-heş, Mêr eblû dibe, bê sehet-qewat. Derd-xemê xeder, êş-êşûkê no Dilê kalemêr hingê dikojin, Ji wîra îda nabeşire ro U jê hiz nakin ne qîz û ne jin.
Aha bona me xaliq û xweda Ahiltî kirin çi xafilqeda...
Anakrêon
Tebîyetê qoç dane boxa, Sim dan hespa,û çawa çek, Lep û qîl dan şêr-ganpoxa, Dan kêwrîşkê lingê revek.
Mesîyara per kire taqet, Û bask dane teyr-tûyê dinê, Tab û teyax da mêr, feqet, Tişt tunebû bide jinê.
Û çawa çek, çawa rihal, Bedewî jî girt da jinê, Bedewî, ku bive mertal Ber oxirme, xaxê dinê. .... |