PEŞGOTIN
Nehc-ul enam ji bîstûpênc destnivîsarên seydayê Mele Xelîlê Sêrtî -ku heşt ji wan manzûmin- yeke. Pirtûk ji bîstûdu sernav û dused û heftêyek beytan pêktê. Bi babet û naveroka xweve, talîm û terbiye û şîretin. Bi şiirtî û bi zarê kurmancî hatiye nivîsîn. Bi fesahet û rûmeta xwe ya xezeltiyêve, dilê her xwendevanî xweş û geş dike.
Seydayê Mele Xelîl, di sala 1754-ande li Hîzanê ji dayika xwe bûye û di sala 1843-yande jî li bajarê Sêrtê serê xwe daniye. Di dinyayêde, kêm kesan hewqas eserên giranbiha nivîsîne. Eger lêkolîn û lêgerînek li ser Seydayê nazim û H ser eserên wî bête kirin, meziniya wî û hêjayiya eserên wî wê baştir bête famkirin.
Çawa ku di kitêba "Osmanlî Muelîflerî"de hatiye nivîsîn; Seyda, "...piştî ku xwendina xwe li nik alimên Kurdistanê kuta kir, li wîlayeta Sierdê îqamet kir û jiyana xwe di belavkirina 'ilm û nivîsandina eserande derbas kir".
Nehc-ul Enam li Kurdistanê baş hatiye naskirin û zarokên kurd vê eserê dixwînin û jiber dikin û li her cihî jê jêderkan digrin. Lê mixabin xwendevanên kurd, yên ku herfên erebî nizanin, ji xwendina wê bêparin û hejmara herî pirr jî ewin.
Seydayê Cegerxwîn weha gotiye:
"Yek Mewlana Xelîlê Sierdî Siwarê hespê kêmweşê kurdî Niviştek bi navê Nehc-ul Enam Bi zarê kurdî, lêji bo xas û am"
Ji bo xwendevanan me Nehc-ul Enam, ji tîpên erebî guharte tîpên latînî. Ji bo ku fersend û mecalên xwendevanan çêbin da ku vê pirtûkê bixwînin û vêjeya zimanê kurdî di rêça helbestiyêde, merhela xizna wî binasin.
Armanca me ji weşandina Nehc-ul Enamê bi tîpên latînî -di gel orjînala erebî- eve, ku pêşkêşî xwendevanan bikin û vê berhema giranbiha ji mirina timî bifilitînin. Ev diyare ku ji ber qedexekirina zimanê kurdî li Kurdistana Bakûr xwendevanên me ji mîrata bavûkalan bêpar mane. De îcar xwedivê ku her kurdek lê xwedî derkeve. Ji ber vê yekê, me ev karê han pêk anî. Bi hindikayîbe jî, hêvîdarim ku wê tîrêjekê bide ziman û edebiyata me. Hem pirtûk bi tîpên latînî derdikeve holê û him jîpirtûkxana Kurdistanê dewlemendtir dibe.
Zeynelabîdîn Kaya |