La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Keskesor


Auteur : Multimedia
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 60
Traduction : ISBN : 91-88592-065
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3556Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Keskesor

Keskesor

Nûredîn Zaza yek ji endamê ekola Hawarê yê herî xort û herî zirek bû. Bi alîkariya kekê xwe Dr. Nafiz ew bi salên xwe yên ciwan meyla xwe berdide ser pirsa kurdan û heta dawiya jiyana xwe jî didomîne.

Ew hê di zaroktiya xwe de sirgûn dibe û her li sirgûnê jî wefat dike.

Nûredîn Zaza di jiyana xwe ya sirgûnê de çi di warê siyasî de, çi jî di warê întelektuelî de xebatên hêja dike. Lê yek ji xebatên wî yê herî hêja çîroknivîskariya wî ye. Ew li gorî dema xwe çîroknivîskarekî bijarte bû. Me jî wek Weşanên Nûdemê berhevkirin û çapkirina çîrokên vî rewşenbîrê kurd ji xwe re mina berpirsiyariyekê dît.


Nûredîn Zaza û kurteçîrokên wî

Dr. Nûredîn Zaza, yê ku di nav koma hevkarên Hawarê de yê herî xort bû, jiyana wî jî mîna ya pir ronakbîrên kurd trajîk; lê bi rûmet, pirhêl, rengin, bi tecrubeyan tijî û dewlemend derbas bû. Wî ji welêt bêtir dûrî, xerîbî û sirgûnî dît. Hê di deh-yanzdeh saliya xwe de mecbûr dimîne, digel kekê xwe Dr. Nafiz cih û warê xwe terk dike, ji ber zilm û zora tirkan, ji ber taqîbkirin û stemkariya polîsên wan nake der, riya azadi û rizgariya xwe di revê de dibine. Ew û kekê xwe Dr. Nafiz baz didin û derbasî Sûriyê dibin. Ew pêşî diçin Helebê, paşê jî bi alîkariya hin kurdên nas û welathez li Şamê bi cih dibin.

Nûredînê biçûk û kekê xwe demekê ji hey diqetin. Ji ber ku kekê wî doktor bû û welathezekî dilşewat bû, ji bo ku ew alîkariya kurdan bike, wan derman û derzî bike; ya girîngtir jî wan ji nezanî, belengazî, perîşanî û bindestiyê rizgar bike, berê xwe dide beriya Cizîrê û li wir di nexweşxaneyekê de wek bijîjk û di nava gel de jî wek mamosteyekî azadiyê dest bi xebatê dike.

Nûredînê Biçûk, lê yê ku niha di dibistana fransizan de xwendiye û xwe gihandiye, bûyerên Tirkiyê roj bi roj taqîb dike û dilê wî her ji bo gelê wî lêdixe. Loma, bombebarandina dewleta Tirk ya li ser Dêrsimê tehmûl nake, ji bo protestokirina van kirinên dewleta Tirk, bi hin hevalên xwe re (ku paşê di bin navê Hêvî de komeleyekê ava dikin) li sefaretên hin welatên Ewrûpayê digerin, ji bo piştgiriya gelê kurd û lidijderketina ordiya hov, ji wan alîkariya daxwaz dikin.

Nûredîn Zaza li gelek welatan digere. Pêşî Sûrî, paşê Iraq, Lubnan û Siwîsrê... Ew di ve gera xwe de, an jî di ve jiyana xwe ya sirgûnê de gelek tade û neheqiyê dibine. Ew di zîndanên kûr û tarî de hesreta çirûskek roj dikişîne. Ew jiyana wî sirgûnê, tade û neheqiya ku lê dibe wî hê bêtir li xebatê gurr dike. Ew bi mamosta Cegerxwîn re dibe yek û bi helbestên wî, ku wê demê ji bo kurdên razayî zengilê şiyarkirinê bû, pê xelkê ji xewa nezanî û kirêt şiyar dike; bi Osman Sebrî re, ku ew jî weke wî mecbûr mabû, welatê xwe terk kiribû û li Sûriyê bi cih bûbû, yekemîn car, di sala 1957'an de bingehê Partiya Demokrat a Kurd (P.D.K.) datînin. Beri lidarxistina Partiyê, ew li Ewrûpayê, di sala 1949'an de bi hin hevalên xwe re "Komela Xwendekarên Kurd Li Ewrûpa" ava dikin û berpirsiyariya wê jî hildigire ser milên xwe. Bi avakirina vê komelê re gelek êrîş têne ser Nûredîn Zaza. Ev eriş ne bi tenê welatên dagîrker, herweha ji komunîstên dogmatîk yên welatên dagîrker jî dihatinê. Van celeb komunîstan Nûredîn Zaza bi nasyonalîstî sûcdar dikirin û xwe jî bi înternasyonalîstî didane pêş. Lê, ew înternasyonalîstiya wan, hindik ba jî, dîsan gelê kurd jê destekewtî nedibû û jê bi qasî misqalekî fêde nedidît.

Nûredîn Zaza di sirgûnê de her sirgûn dibû, xwe nedida dest, dîlî û bêdengî nedipejirand; her li ber xwe dida, her dixebitî... Wek minak; li Sûriyê partî danî, li Swîsrê komele ava kir û rojnameya bi navê "Dengê Kurdistan" derxist, li Bêrûdê berpirsariya radyoya kurdî, ku bermaya Mîr Kamiran Bedirxan bû, girt ser milê xwe.

Vî ronakbîrê kurd ê bi rûmet, tu carî li ber zilm û zorê, neheqî û pîkoliyê serî dananî. Lê mixabin, kansera kambax pençê xwe avête vî camêrê rûspî, seriblind, zana û têgihiştî û li xerîbiyê serê wî danî. Vê zerara mezin dostên kurdan xemgîn û dijminên wan jî dilşa kir.

Dr. Nûredîn Zaza heta bi wefatkirina xwe jî li Swîsrê dima. Ew li wir bi jineke swîsrî re zewicî bil û bavê lawekî bû. Ew li welatê xwe yê sirgûnê doktora xwe li ser "Herikîna Personalist di ramana fîlosofê fransiz Emmanuel Monnier" de dike û ji bilî xebatên xwe yên milîtanî û siyasi jî gelek bend û nivîsên bi kurdî, erebî û fransizî dinivîsîne û pirtûkeke helbestan bi navê "Şerê Azadî" çap dike. Du pirtûk jî bi fransizî "Contes et légendes du Kurdistan" û "Ma vie de Kurd" derxistine. Romana Ereb Şemo wergerandiye, destana kurdî "Memê Alan" digel pêşgotineke dirêj û bedew amade kiriye û hê jî gelek tiştên wî yên neçapkirî hene.

Lê, digel hemû tiştan, digel xebatên wî yên siyasi, nivîs, bend û pirtûkên wî jî, dîsan ji bo min tiştên herî balkêş li ba Nûredîn Zaza, çîrokên wî ne. Ew di aliyê nivîsandina çîrokan de xurt, têgihiştî û li gorî dema xwe nûjen bû. Hê di bîst û du saliya xwe de gava çîroka wî ya yekemîn "Xurşîd" di kovara Hawar, hejmar 27, 15 Nisan 1941'ê de derketibû, ez bawer im dê pir kêfa xwendevanên Hawarê hatibe.

Ev çîroka wî ya ku di bin navê Nûredîn Ûsiv de hatiye nivîsandin, di derheqa peyakî bi navê Xurşîd de ye. Xurşîd dewlemendê gund e. Rojekê ji vi dewlemendê gund re lawek çêdibe. Ev camêr ji bo navê lawê xwe diçe mala meleyê gund. Mele peyakî welathez e û navê wî Cemşîd e. Ew vî navê xwe yê şîrîn diyarî lawê Xurşîd jî dike. Xurşîd bi ve yeka han pir dilşa dibe û bi kêfxweşî ji ba melê dide rê û diçe malê.

Piştî şanzdeh salan, ji bo ku lawê Xurşîd, Cemşîd, bi serfirazî dibistana xwe xelas dike, bavê wî ji bo dayina mewlûdekê dîsan diçe nik melê. Mele dîsan bi rûkenî Xurşîd qebûl dike û ji bo serfirazî û zîrektiya lawê wî mewlûdeke kurdî dixwîne.

Piştî heşt salên din, ve carê jî Xurşîd ji bo mehra lawê xwe diçe mala Melê. Mele bi kêfxweşî mehra wî jî dibire. Heya beri ku kurê Xurşîd, Cemşîd, bi dû destikên keştiya xwe di avê werdibe û difetise, Xurşîd wek xortekî bextiyar e. Ew dilşa ye, bi hêvî ye, xurt û li ser xwe ye. Lê piştî windakirina kurê xwe, yê ezîzê ber dilê xwe, Xurşîdê weke çiyayekî dikeve, kal dibe, rû lê diqermiçe, pişt lê ditewe û por û rih lê spî dibin. Û bi wî awayî diçe ba melê, bi stûxwarî wê nûçeya reş digihînê. Meleyê ku hem zane ye û hem jî welathez e, Xurşîd teselî dike, ew bi zanebûna xwe û Xurşîd jî bi malê xwe bi xortên gund re dixebitin, xwestina Cemşîd tînin cih, wan didin xwendin û daweta çil xortên hêja û miletperwer, digel ku Xurşîd di sergovendê de ye, çêdikin.

Di hezîrana 1941'ê, di hejmara 29'an de jî bi navê "Derketî" adaptationeke Nûredin Zaza heye. Ev çîroka ku bi bêhnekê tête xwendin û weke helbesteke bedew diherike, li ser derketiyan e.

Derketî; ew kesên ku ji welatên xwe derketine, terka welatê xwe kirine, bi çol û çepelan ketine û ji xwe re li dûriyê li starekê geriyan e. Mirov di ve kurteçîrokê de dibîne ku dûrî çiqas xweş be jî, dîsan mal, yanî welat xweştir e. Xwarin, lixwekirin, vexwarin, xweza û stranên welêt bi mirov xweştir û şîrîntir in.

Di eynî hejmarê de, yanî di hejmara 29 ya 10'ê hezîrana 1941'ê de çîrokeke wî bi navê "Gulê" heye. Gulê mêrê xwe, yê ku bêî dilê wê ye dikuje, paşê bi qiralê çiyan, Qoçoyê Pola re derdikeve çiyê. Gulê jineke bejinzirav, spehî, şîrin û mêrxas e. Lê di çavê gundiyan de jineke qehpik, bênamûs û xerab e. Qoçoyê Pola ku gelek xerabî û rêbirrî kiriye, ji bo ku êdî li hemberî dijminê gelê xwe şer bike, di hizûra gundiyan de sond dixwe.

Nûredîn Zaza hatina Qoço wilo salix dide:

"Gundî di mêvanxana Reşo de rûniştibûn û daxiftin. Dijmin ji gund bi tenê qonaxekê dûr bû, nixta gundê Şadiya di nêzîk de wê biketa axa bav û kalan.

Herkes diponijîn û li çarekê digeriyan. Ezman girtî bû, bandevekê ji reşiya şevê re hîn bêtir tirs dida. Di vê gavê de derî bi şidet vebû; qiralê çiyan, Qoçoyê Pola bi heşt mirovên xwe ve kete hundir. Cilên wan şil bûn, av di tivingên wan de dihate xwarê. Gundiyan gişan da ber qîran: Poloyê kurd, sergevazê çiyayên Kurdistanê, fermo".

Qoço bi çil gundiyan ve li hemberî dijmin kemînê vedigirin û bi hêrs û rik li hemberî dijmin şer dikin. Gulê radihêje xencerekê û demekê winda dibe. Paşê gava di reşayiya şevê de ji hember tê, gundî û Qoço wilo têdigihîjin ku Gulê ew xistine xefka dijmin; loma gundî Qoço hêrs dikin û Qoço jî berê tivinga xwe bi Gulê vedike û bi hêrs berdidiyê.

"Berikê wek qîrekê tariya şevê çirand û armanca xwe a zirav wek çarşeveke hevrîşim raxiste erdê".

Lê paşê gava zora dijmin dibin û li gund vedigerin, di malekê de tiştekî ecêb dibînin.

"Serê zabitê dijmin ji laşê wî hatibû birrîn û xencer bi xwîn bû... Di kulma zêbit a guvaştî de gurzek porên Gulê ên zer pêl didan". Gava qiralê çiyan Qoçoyê Pola vê mêrxasî û binamûsbûna Gulê dibîne û bi rastiyê dihese, rohnî di çavan de namîne, radihêje xencerê û bi bayê bezê derdikeve û nema xuya dike.

Çîroka "Keskesor" jî di derheqa serîhildana Şêx Seîd de ye. Ev çîroka ku bi forma kesê yekemîn hatiye nivîsandin, xuyaye bîranîneke Nûredîn Zaza ya zaroktiyê bi xwe ye.

Nûredîn zarok e, diçe dibistana tirkan. Tam di destpêka biharê de ye. Yani gava êdî zivistan cihê xwe ji biharê re û sarî jî cihê xwe ji germê re dihêle, Nûredîn guhertinekê di mirovan de dibine, tiştin dibin. "Gelo ev çi ye, çi dibe?" Nûredînê xwendevan ji xwe dipirse. Lê paşê ji çûyin û hatina mezinan, ji tevgera wan, ji rabûn û rûniştina wan, ji peyv û gotinên wan têdigihê ku şerek dike dest pê bike; şerê kurdan, serîhildana wan li hemberî dewleta tirkan. Têkoşerên kurd demekê baş li ber xwe didin, xwe ji ber êrîşên dijmin diparêzin û paşê jî dijmin ji bajarê xwe derdixin.

Zaza vê yeka han wilo salix dide:

"Esker top mitralyozên xwe berdidan û direviyan. Mezinên bajêr yên ko berê berberî bi hev re dikirin, li hev dihatin û çek didan mirovên xwe".

Şerkerên kurd yên ku ji bajêr derketibûn û dabûn ser pişta dijmin, milet bê sebir li bendî vegera wan e. Dû re gava pêjna hatina wan dikin, "Hatin, nêzîk bûn, kurd hatin" dibêjin. Ev yeka han zû di nava bajêr de belav dibe, her kes pê dihesin "Xort û mêr bi çekên xwe ve, hin bi dehol û zirne, hin siwar, hin peya; bi hezaran û bi dengê her bijî kurd! Her bijî Kurdistan! Her bijî serbestî!" ve pêrgî şervanên xwe tên.

Xuya ye ev azadi û kêfxweşiya milet zêde dom nake. Dijmin bi hemû hêza xwe ve digere ser wan; kêfxweşî û dilşahiya wan li wan dike dûjeh, wan şerpeze dikin. Yanî wê azadiya ku wan ji bo kurtedemekê bi dest xwe xistine, bi hovîtî ji wan distînin.
"Ala rengin, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê".

Çîroka bi dû vê de jî ya bi navê "Stêrk" e. Stêrk çîrokek evînî ye, ji "Les Êtoiles", D'alphose Daudet adaptation e. Ez dikarim bêjim ku ev çîrok yek ji çîrokên bi kurdî ya herî xweş û bedew e ku min xwendiye û jê hez kiriye. Ev çîroka ku gelekî nêzîkî realîzmê ye, lê di eynî demê de pirr romantik e, di derheqa şivanekî û keça axê, Mijganê de ye. Di derheqa evîna wan de ye, an jî di derheqa evîna şivên ya nîvplatonîk de ye.

Ew xortê diltenik, dilketiyê Mijganê, li ba bavê wê şivan e. Cihê şivên bi qonaxekê dûrî mala axê ye. Ew di xaniyekî mîna holikekê de dijî û ji panzdeh rojan carekê xwarina wî jê re diçe. Piraniya caran, pîrê, ku ew jî li ba mala axê xizmetkar e, xwarina şivên jê re dibe. Rojekê pîrê ne hazir e û kesekî din ku bikaribe xwarina şivên jê re bibe tuneye, ji ber ve yekê keça axê, Mijganê, digel xwarina şivên ya panzdeh rojan li hespê siwar dibe û berê xwe dide zozên, ba şivên.

"Mijgan bi bejna xwe ya zirav û narîn, bi çavên xwe yên çeleng û bi cilên xwe ên xemilandî û giran spehîtî bi xwe bû. Ciyê wê bajar, xaniyên delal û îşê wê govend, reqs û stran bû; lê ne çiya, rêl û qantir bûn."

Gava şivan bi wî awayî çav li Mijganê dikeve şaş dibe, bi çavên xwe bawer nake.

"Mexlûqa çeleng! Çavên min jê nedibûn. Cara pêşî min ew ji pir nêzîk de didît. Niha ew li ber min sekinîbû û tenê ji bona çavên min bû".

Lê ew yeka han ji şivên re ne ewçend hêsan bû. Ya ku ew di xewn û xeyalan de lê difikirî, niha li ba wî, zadê wî yê panzdeh rojan jê re anîbû. Ji ber vê yekê jî ew şaş bûbû. Gava ew pê re dipeyivî jî, dilê wî hildavêt, hişê wî diçû û qirika wî dihate girtin.

Ji ber ku baran tê û çem weke lehiyekê radibe, Mijganê nikare li çem bixe, derbasî aliyê din bibe û here malê, loma bi tirs ber bi şivên ve vedigere. Şivan ve mêvana xwe ya ezîz bi dilxweşiyeke bêhempa qebûl dike, ji bo ziwakirina kincên wê jê re agirekî dadide, di wê navê de jî jê re xwarinekê û tasek şîr amade dike. Paşê jî jê re ji pûş û ji postê mihê cihekî razanê çêdike.

Ew yeka ku ji bo şivên bi tenê xewn û xeyal bû, niha rastî bi xwe bû. Loma jî wî "tu caran ezmanek mîna ezmanê wê şevê kûr û stêrk wek yên wê şevê geş nedîtibû".

Keça axayê wî ye, şeveder maye û xwe spartiye wî. Şivanê diltenik ji evîna wê pê ve li tu tiştekî din nafikire. Yanî li gor gotina şivên, "Li tiştekî xerab nafikire".

Xuyaye di wê holikê de li ser wî pûşî xewa Mijganê direve, ew radibe ser xwe û derdikeve der.

"Deriyê holikê vebû û weke hîva çardehşevî keçika delal jê derket".

Di hejmara 35'an a kovara Hawarê de jî çîrokeke Zaza bi navê "Perîşanî" heye. Perîşanî ya li ser xeyalekê hatiye avakirin, wilo dest pê dike:

"Li taxa mahciran, ji oda xwe temaşa baxçeyên Şamê dikim. Ji nişkê ve zozanên Kurdistanê ên bilind, bi dar û avên cemidî tên bira min. Ez xwe li wê derê, li ser kanîkê, li bin daran dibînim." Û wilo dom dike, di van xeyalan de kûr diçe, digel xweşî û spehîbûna Kurdistanê, ew zilma leşkeran, stemkariya wan, perîşanî, belengazî, paşdemayîn û nezaniya kurdan û welatê wan dibîne û di vê rêwîtiya xeyalan de dîsan bi paş de tê Şamê, dikeve oda xwe û li ber pencera xwe xuya dike. Bê hemdê xwe keserekê dikişîne û ji xwe re dibêje:

"Nezanî...Neznî...Nezanî..."

Hevîna Perîxanê jî di hejmara 37'an a Hawarê de weşiyaye. Çîroknivîs vê bûyerê ji destpêka sedsala 19'an distîne. Ev evîn ne evîna ku em pê dizanin, ne evîna xortekî ye. Evîna Perîxanê evîna welêt e, evîna gelê wê ye. Evîna bavê Perîxanê jî evîna gel bû, evina welêt bû. Lê bavê wê yê girs, çeleng, dewlemend û miletperwer di ber vê evîna xwe de şehîd dikeve. Şehîdketina bavê Perîxanê gelekî tesîrê lê dike, dilê wê yê tenik perçe dike. Loma ew dixwîne, xwe digihîne, bi dil û can û bi bawerî dide ser riya bavê xwe. Di demeke kurt de gelek mirov li dor xwe dicivîne û dibe serok û şîretkera wan. Lê mixabin, ew jî mîna bavê xwe ji wê evîna pak re dibe gorî, lê ji aliyê din jî li ser riya hizir û ramana wê kurd cih bi cih rizgar dibin.

"Nûçeyên serdestiya Kurdistanê dihatin. Xelkê hêstirên şîn û şahiyê dirijandin û giyanê Perîxanê di tava ala rengîn de diçirisî û ji giyanê bavê xwe re dikenî".

Nûredîn Zaza di hemû çîrokên xwe de zimanekî sivik û zelal bi kar aniye. Ez bawer nakim wê tu xwendevan di xwendina van çîrokan de zehmetiyê bikişîne. Digel sivikbûn û zelalbûna zimên, gava mirov temenê wî û dîroka nivîsandina van çîrokan jî dide ber çavan, mirov dibine ku Zaza xurt û jêhatî bû. Ger di nivîskariya wî de berdewamî hebûya, ew dikarîbû bibûya nivîskarekî dema me yê bijarte. Lê mixabin, ji ber gelek sedemên nas û nenas, mina piraniya endamên ekola Hawarê wî jî berhemin kêm li dû xwe hiştin. Lê her çawan be, ev kêmberhemên wî jî ji bo rohnîkirina dîroka kultur, siyaset û edebiyata kurdî, şewqek e. Nemaze, wê di dîroka edebiyata kurdî cihekî van çîrokên wî yê taybetî hebe. Em hêvîdar in me ê bi berhevkirin, amadekirin û çapkirina vê pirtûkê li hemberî çiroknivîs û zanayê xwe Nûredîn Zaza berpirsiyariya xwe anîbe cih.

Herweha ez dixwazim çend gotinan li ser awayê amadekirina vê pirtûkê bibêjim. Di eslê xwe de ev tiştên ku ez ê bibêjim, ji bo hemû nivîsên di Hawarê de derbas dibe. Di hin çîrokan de ji berdêla "re" û "de", "ra" û "da" hatiye nivîsandin, di hinan de jî, "re" û "de" derbas dibe. Ji berdêla "ku" ya ku îro tête bikaraînin, "ko" derbas dibe, "kiribû" bi "kiri bû" hatiye nivîsandin, "bûbû" bi celebê "bû bû" hatiye nivîsandin. Di şûna "hûn" an jî "hun" a îro de "hon" bi kar aniye. Me jî qet pê nelîst, di Hawarê de bi çi awayî hatibûn nivîsandin, me jî ew bi wî awayî nivîsandin. Herçî ji bo navê pirtûkê ye, me çîroka bi navê "Keskesor" minasib dît. Lê bi tenê, serpêhatiya bi navê "Şerê Mêşan" ku di sala 1965'an de di Hêviya Welêt de hatibû weşandin, cûda ye, mîna standarta îro ye. Me ew jî mîna wê nivîsand. Ji bo ku xwendevan bikaribin bi hêsanî çavekî li orjînala wan bigerînin, me di binê çîrokan de hejmar, meh û sal jî nivîsandine.
Bi hêviya ku wê bi dilê we be...

Firat Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues