Mirina Hesnê Qizilcî
Joyce Blau
Nivîskarê navdarê Kurdistana Îranê, Hesenê Qizilcî di temmûza borî de di zîndanên îranî de li jêr Şkencê mir. Stî Joyce Blau, profesora zimanê kurdî li Zanîngeha Parîsê jiyana wî bibîr tîne.
Hesen Mela Elî Qizilcî di 15 îlon 1914 de li gundekî navçeya navbera Bokan û Mahabadê hatibû dinê. Qizilcî navê gundekî nêzikê Pencwînê, Kurdistana lraqê ye. Kalikê wî, Mela Elî, terka vî gundî kiribû û hatibû navçeya Bokanê li gundê Turucanê bicih bûbû. Bi cîwarbûna vê malbata xwendayan, Turucan bû navbendeke dînî û çandî ya girîng. Di welatê Mukriyan de dibêjin: «Malbata Qizilciyan wekî werdekan in : têjikên ku nû ji hêke derdikevin bi serbestî melevanî dikin». Rast e ku ev malbat gelek xwenda û zane gihandiye ji bo neteweyê kurd.
Hesenê piçûk li ber destên mamên xwe fêrî zanistiyên islamî, farisî û erebî dibe. Lê ew hê di xortaniya xwe de biryar dide ku ewê melatî neke, bide ser rêyek din.
Di wê demê de, Reza Xan li ser hikum bû û ramyariya (siyasetek) wî mehandina Kurdan bû. Hikûmata Tehranê dest dabû ser mal û milkên Serokên Kurdan û wan sirgûn kiri bû, karmendên ecem şandibû Kurdistanê. Van karmendan bi bertîlxurî û hişkahiya xwe gundiyên kurd zehf diêşandin. Di salên 1926-1930 de Kurd di bin seroktiya Îsmaîl Axa Simko de serî hiltînin lê di 1930 de Simko bi bêbextî tê kuştin. Di 1932 de serhilanîna Cafer Axa Sultan jî tê perçiqandin. Şah hemû teşkîlatên civakî û edebî yên kurdî û bikaranîna resmî ya zimanê kurdî qedexe dike û, di ber de jî, li çar aliyên welatê kurda qereqolên cendirman bicih dike.
Xwendayên kurd wekî Mela Ehmedê Fewzî, Seyfê Qazî, Qazî Mihemed, Qazî Bokan, Şêx Ehmedê Sirîlaawa û gelek rûspîyên din dicivin teşkîlateke veşarî datînin ji bo parastin û pêşve birina ziman û edebiyata kurdî. Bi hezar zehmet û dijwariyan ev teşkilat ji lraqê kovar û pirtûkên kurdî tîne û li xortên kurd belav dike. Komek ji wan xortên navçeya Bokanê spartibûn Mela Ehmedê Fewzî : ewê ev xort bibin çaktirîn hêviyên gelê kurd ê Îranê. Di nav wan de Hesen Qizilcî yek ji çêtirîn şagirtên Mela Ehmedê Fewzî hebû.
Di Şerê cihanî yê duwemîn de, hêzên sovyetî bakurê Îranê, yên brîtanî jî nîvroyê wê işxal kiri bûn. Di navbera her du navçeyên îşxalkirî de, keriyek ji Kurdistana Îranê «no•man's land» ango ne milkê kesî bû, ji her destelatî biyanî dûr bû. Li wê derê Partiya Demokrat a Kurdistana lranê tê damezrandin û Hesen Qizilcî jî dibe endamê partiyê. Di çile 1946, partî li Mahabadê Komara Kurdistanê îlan dike û pêşewayê partiyê Qazî Mihemed dibe Serekkomar. Pêkanînên vê Komarê nîşan didin ku tenê hikûmateke netewî xizmeta gel dike. Di demekî kurt de çendîn tişt hatin pêkanîn ! Tenê di warê weşanê de, kovarên Kurdistan, Hawar, Agir, Helale û Niştiman hatin derxistin. Roja îlana Komarê, Qazî Mihemed li Mahabadê xwendegeheke bilind a keçan vedikir. Hesen Qizilcî bû sernivîskarê kovara Helale, ku bi taybetî ji bo keçan derdiket. Ewî wisa jî di kovara Kurdistan de dinivîsî.
Hêmin (Mihemed Emîn Şêx-ul-îslam) ku yek ji dostên nêziktirin ên Hesen Qizilcî bû bi dilovanî¹ rojeke zivistana 1946 bi bîr tîne ! Dinya gelek sar bû. Roj zû çûbû ava, şevtarî di kuçeyek Mahabadê de bi ser Hêmin de hatibû. Bayek cemidî laşê wî ditevîzand û ewî, bi hemû hewla xwe, xwe dilezand ji bo xwe bighîne Starekê. Ji nişkê va, çavê wî bi Qazî Mihemed dikeve. Pêşewa li ber deriyê mala xwe diçû û dihat, di destê wî de hejmara rojê ya Kurdistanê û ew bi dengekekî bilind bi yek ji nivîskarên rojnamê re diaxivî. «Ez ji serma diricifîm, dibêje Hêmin, û min di ber xwe de silav li wan kir û xwe lezand. Ewî min dît... û ez ji wan dûr ketibûm gava ku dengê wî hate guhên min :
Te dît, qîriya, tiştê ku vî Qizîlciyî nivîsiye ? Min kurteçîrok a nefîs a ku wê rojê di rojnamê de derketibû baş dinasî. Belê, bêguman, min ew xwend. Bi rastî gelek hêja ye.
Rast e, got hevalê nivîskar, ew pir xweş, lê gelek kêm dinivîse ! Pêşewa Qazî serê xwe hêjand, bişîrî û pê re ji Saadî Şirazî du beyt xwend(2). Min bihîst ku li welatên Rohelat çil sal xebat divêt ji bo çêkirina Şerbikekî ferfûrî.
Di bajarê Baxdayê de, rojê ji wan sed çê dikin. Gelo tu niha rûmeta vî şerbikî dizanî ?
Serok Komar difikirî û li min dinihêrt :
Xwezî di nav me de kesên wekî wî zehf bûna ! Û berî ku ew bersiva min bibihîze, ewî wekî ku ji xwe re bipeyive, got : .....
(1) Pêşgotina Hêmin di Pêkenînî Geda de, r. 8. (2) Gulistan |