La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî, hejmar 6


Éditeur : FIKP Date & Lieu : 1987, Paris
Préface : Pages : 208
Traduction : ISBN : 0761-1242
Langue : KurdeFormat : 167x240 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêvî, hejmar 6

Versions

Hêvî
hejmar 6, tebax 1987

Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.

Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.

Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pişekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.

Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alikarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.

Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl: Heciyê Cindî, Yılmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Ismet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza.


Şa'irê Ronahî û hişyariyê: Cegerxwîn

Rojen Barnas

Mele Şêxmûsê Hesenê Hesarî di çaryeka pêşîn a sedsala bîstî de bi peyatî kete meydana şi'ra kurmancî, li hespê têkoşîna rizgariyê siwar bû, bi navê Cegerxwîn pêncî û neh sal bêî ku raweste hespê xwe li vê meydanê bezand. Bi dostan, bi neyaran, bi kalan, bi sûtalan navê xwe da bihîstin û pejirandinê. Ev nav bû mertaleke nependî, zexim û stûr, li ber pêjnên welatparêziyê li hemberî tîr û êrîşên propaganda û kirên dewletên Kurdistanê parvekir, û tevkarên wan ên hundirîn. Dengê wî bû tovê hişyariya li şexsiyeta xwe ya mili ya kurdî derketinê, bi taybetî di nav me Kurdên Kurdistana bakur de.

Dengê Cegerxwîn bi destê feqeh û melayên welatparêz cara pêşîn hate di guhên me de olan da. Ji ber xisûsiyeta xwendina wan ku ew gund bi gund, bajar bi bajar li cih û deverên welêt digeriyan, ji ber ku metoda hînbûna wan li se jiberkirinê bû, û di nav rewşenbîrên kurd ên wê demê de yên ku xwe warisê tevgerên milî yên Kurdistanê wek yên Şêx Seîd, Şêx Ubeydullah, Şêx Şehabedîn-Seyid Elî-Mele Selîm didîtin, ew bûn ; vê qasidiya mêjûyî li xwe girtin.

Di çûnûhatina xwe ya xwendinê de feqeh bi navtêdan û piştgiriya seydayên xwe, şi'rên Cegerxwîn ji devkî ji ber dikirin, li gora xwe bi awayê bêlimteyê (bêrûte/bêlûte) bi meqam vedikirin, di dawet û dîlanan de wek dîlok distran.

Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî

Di civatên mela, şêx û axayên welatparêz de şi'rên wî bi meqamên xezel û qesîde dihatin xwendinê, ku di wan civatan de ji mêj ve timî Cizîrî, Feqehê Teyran, Bateyî, Xanî û Aqtepî bi wecdeke bilind dihatin xwendin. Di civatên wisa, hînbûyiyê şi'ra kurdî de bi dengekî zîz û sotî ku melakî destê xwe bide ber guhê xwe û bistrê :

Nalînek tê guhê min, lê winda û nîhan e
Agir berda dilê min, tev bû pêt û dûxan e
Barek da ser milê min, lê barekî giran e
Dane ser hev kulê min, hemû derd û bela ne

Îro roja xebatê, serxwebûn e doza we
Dema jîn û felatê, li kû maye soza we
Hon tev şêrên di latê, rovî kete koza we
Şikestine di matê ; dijmin biriye boza we.

Kî heye gelo ku xwe li berê ragire, şewat, pêt, dû û dûxanên li welêt bi bîr neyne.

Ji civatên mela, şêx û axayên welatparêz herwekî ku xuya ye mebesta me helbet giştahiya mela, şêx û axayên Kurdistanê nîne. Ji xwe ku bi giştan re ev pêjnên welatparêzî hebiwa; tevgerên milî têknediçûn, qîrîn û nalîna Cegerxwîn jî tebîi ye ku bi vî awayî helnedibû.

Şi'ra Cegerxwîn hêdî hêdî ji hucrik û medreseyên feqeh û melayan derket, li nav xwendevanên xwendegehan, li nav gêncên nûhatî, li nav sazbend û mitribên Kurdistanê belav bû. Di "mîtîngên rojhelat" de dehol û zirne li pêşiya karwanê welatparêzan ku ji Qers, Agrî, ji Cizîr û Hekarê, ji Dêrsim û Ruhayê hatî, meqamê :

Welatê Kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye j'xelkê re

Lêdixistin. Li ser kursiyê axaftinê "Helval Paul Robson" dihate xwendin. Di salonên mehkeme û di hewşên bendîxanên siyasî de şi'rên wî bi sirûdî ji devekî li hember kirinên kolonyalîzmê dihatin gotin. Li hember biryarên mehkemê yên 8-16 sal hebsa giran, bi sirûdî xwendina "Ala Min" ku ji devekî digotin :

Te bi zîv zêr tev de kil dim
Roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim
Cegerxwîn im, serbilind im
......




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues