Mirina zaneyê mezin Qanatê Kurdo
Di şeva 31.10.1985 de zane û welatparêzê navdar Qanatê Kurdo li Lenîngradê wefat kir. Bi mirina wî gelê kurd yek ji hêjatirîn zaneyên xwe, Enstîtuya Kurdî, carek din, hîmdarekî xwe yî giranbiha winda kir.
Q. Kurdo di sala 1909 de li gundê Sûsizê, nêzikî Qaxizmanê, di navçeya Qersê de hatibû dinê. Ev navçe, ku niha di tixûbên Komara Tirkiyê de ye, hindê li jêr hikmê Rûsya tsarî de bû. Bavê wî, Keleş Xidir, gundiyekî belengaz î ji eşîra yezîdî ya Şerqî bû. Şerê Cihanî yê yeka vê navçeyê serobînî kiribû û xesareke mezin gihandibû rûniştevanên wê yên kurdî. Malbata Qanat ji ber şer û ji ber hovîtî ü xwînrêjiya ordûyên osmanî mecbûr ma axa bav û kalên xwe biterikîne û ber bi Bakur ve here. Ew pêşiyê li Cinkanîyê (Koblaxê), di navçeya Aparanê cîwar dibe, lê pêşveçûna leşkerên Osmanî mihacirên kurdî mecbûr dike ku hê dûrtir herin. Malbat, di dawiyê de, xwe dighîne Tîflîsê û li wir, pey çend mehan, di 1921 de bavê Qanat, Keleş dimire. Mala wan belangaz û şerpeze dimîne.
Cîwarbûna berebereyî ya rejîma Sovyetî hêdî hêdî jiyana wan û ya hemû cemaeta kurdî ya Qafgasyayê diguherîne. Hagop ("Lazo") û Olga Gazaria ji bo xortên kurd ên bajarê Tîflîsê yekemîn xwendegeha kurdî vedikin. Ji bo hînkirina wan Lazo ji tîpên ermenî alfabeyeke kurdî çê dike. Qanat jî diçe vê xwendegehê û gava ku ew di 1928 de wî diqedîne, Ereb Şemo, ku bi çend salan ji wî mestir bû, ji Partiya Komunîst a Ermenîstanê heşt bûrs stendibû ji bo xwendekarên kurd herin Zanîngeha Lenîngradê xwendina bilind bixwînin. Qanat dibe yek ji wan bûrsdaran. Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û li wir, li ber destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê. Ew wisa jî li cem I. I. Zarubîn fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N. Y. Marr hînî zimanevaniya giştî dibe... |