Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî, hejmar 7


Nivîskar : | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | Multimedia | | |
Weşan : FIKP Tarîx & Cîh : 1990, Paris
Pêşgotin : Rûpel : 208
Wergêr : ISBN : 0761-1242
Ziman : KurdîEbad : 167x240 mm
Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Hêvî, hejmar 7

Versions

Hêvî
Hejmar 7, payiz 1990

Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.

Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.

Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pîşekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.

Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alîkarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.

Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza.


Mirina Heciyê Cindî

Yek ji ronakbîrên sereke yên Kurdên Sovyetistanê, nivîskar û folklornas profesor Heciyê Cindî roja 1 ê Gulana 1990 an, di 72 saliya xwe de, li Rewanê wefat kir. Heciyê Cindî yek ji hîmdarên Enstituya Kurdî bû. Em li jêrê nivîsandineke Tosinê Reşîd li ser jiyana wî û bendeke keça wî Nûra Cewarî li ser bibliyografya xebatên wî belav dikin.

Gelê kurd di dîroka xwe ya dûr û dirêj de eserên kulturê yên mezin dane, wekî yên Ehmedê Xanî û Şeref Xan Bîtlîsî, Melayê Cizîrî û Mestûre, Goran û Cigerxwîn û gelekên din, lê ji ber rewşa siyasî ya Kurdistanê, nexwendabûnê, bîr û baweriyê wan negihîştine ber payê hemû kesî.
Gelê kurd hetanî îro beşeke mezintir ya kultura xwe di nava folklora xwe de diyar kiriye. Loma jî folklora gelê me ewqas kûr e, ewqas fıreh e, ewqas pircûre ye. Û ku îro pirsa kurd û Kurdistanê gav bi gav bilind dibe, ji bo ku em xwe bi dinyayê bidne nas kirinê, rêyek jê jî ew e ku em folklora xwe bi dinyayê bidin nasîn. Heciyê Cindî vî karî kiribû armanca sereke ya jiyana xwe ya û bê rawestan dimeşand.

Di nav van 60 salên xebatê de ewî gelek rojên reş û giran dîtin. Hate girtin û lêdanê jî xwar û bê kar jî ma, lê wî tu carî destê xwe ji folklora gelê xwe nekişand û temamiya jiyana xwe da bi vê folklorê re mijûl bû.

Heciyê Cindî di sala 1908 da li gundê Emençayîrê, qeza Qersê, ji diya xwe bûye. Di salên Şerê Cihanê Yekemîn da sêwî dimîne û sala 1919 da, pêşiyê wî didne sêwîxana Qersê, paşê jî, didin ya Gumriyê (niha Lênînakan). Ew di sala 1929 da Xwendegeha ermenî temem dike û dibe seyda û midûrê dibistana gundê kurdayî Qundaxsazê (niha Riya Teze). Lê mêla wî li ser xwendinê bû û di sala 1930 de ew dikeve Fakulta ziman û edebiyatê, ya Zanîngeha Rewanê ya dewletê û di sala 1933 de ew temam dike. Hema wê salê jî ew dikeve aspîrantûra Enstîtuya dîroka kultura Ermenîstana Sovyetî. Ew jî ji xezeba sala 1937 a nefilitî. Ewî ji kar dûr dixin û zûtirkê di adara sala 1938 de davêjne hebsê. Ew çawa "xayînê welat" hate gunekarkirinê û nava "îzbatyan" de bûn wisa jî nama ku Mîr Celadet Bedirxan bi navê kovara "Hawar" ji wî re şandibû, yek jî Kamil Bedirxan, ku hingê li Tiflisê li Zanîngeha Komûnistiyê ders dida, şevekê bûbû mêvanê wî. Rast pîştî salekê, 18 ê adarê sala 1939 a mehkema eskeriyê wî efû dike û ew ji hebsê derdikeve. Lê di nava salekê de ewî zulm û zêrandina wisa dîtibû, wekî temama jiyana wî da ji bîra wî neçû. Loma jî ew roja 1 ê adarê, roja ji hebsê derketinê, kire roja ji dayîkbûyîna xwe û her ciya paşê ew roj nivîsî.

Di sala 1940 de ew têza xwe ya bi navê Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî pawan dike û dibe kandîdatê (doktorê) fîlolojiyê. Ew xebata wî ye, ku piştî salekê li Rewanê çap bû, bil hîmê folklornasiya kurdî li Yekîtiya Sovyetî. Lê hê di sala ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar