Éditeur : FIKP | Date & Lieu : 1992, Paris |
Préface : | Pages : 208 |
Traduction : | ISBN : 0761-1242 |
Langue : Kurde | Format : 167x240 mm |
Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions
Hêvî |
Bîranînên Nûredîn ZAZA Ronakbîr û welatparêzê navdar Dr. Nûredîn Zaza yek ji hîmdarên Enstîtuya Kurdî bû. Ew di 7. 10. 1988 de çû rehmetê. Xanima wî, Stî Gilberte Zaza, ku bi xwe nivîskar û rojnamevaneke swîsî ya bijare ye, destnivîsa bîranînên wî bi kurmancî, ji Enstîtuyê re diyarî kir. Ev bîranîn roniyek nû davêjin ser hin şexsiyetên kurd û bûyerên dîroka me ya nêzîk, em dê wan di kovara Hêvî de belav bikin. Gihaştina min a mala Mihemed Elî Wanlî Saet yanzdehê şevê me li deriyê wan da. Derî di cî de venebû. Me li dora xwe nêrî di kolana (cada) teng de tu kes nîn bû. Li hember deriyê mala Mihemed Eli Wanlî dîwarên bilind, bê pencere bûn. Herwekî derî venedibû, careke din, me hin xurtir li zingilê xist û bêhn çikayî, sekinîn. Bîstekî din, li hundir çira vebû û pêjin bi ser me ket. Pişt re bêî ku tiştekî ji me bê pirsîn derî vebû. Li pêşiya me, bi pîjama û çav li xew, bavê Ebû Adil, pê xweşhatinî da me û em dibirin hundir. Em ketin oda pêşîn, a ji aliyê derî. Bi roj ev ode ya mêvana bû. Lê, xuya kir ku bi şev, Ebû Adil, bi jin û neviya xwe ya piçûk ve, li wê radiza. |