La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berbang


Auteur :
Éditeur : Kurdistan Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 131
Traduction : ISBN : 91-87096-04-8
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 956Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berbang

Berbang

Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesiniya bû. Diçû ber dewarê xelqê li qeza Surmeliyê, berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wiye pêşin mir, ewî herdu kurên xwe: Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmeliyê derket, lêda çû, îdarê wî li wêderê nedibû. Şemo rêda gele çetinî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurê xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, ê din jî dida ber dilê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêşî hê du salî bû. Qet tiştekî wî idî tunebû, xênji lihêfeke kevn.....


KULFETÊ ME, ZAROTIYA MIN

Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesiniya bû. Diçû ber dewarê xelqê li qeza Surmeliyê, berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wiye pêşin mir, ewî herdu kurên xwe: Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmeliyê derket, lêda çû, îdarê wî li wêderê nedibû. Şemo rêda gele çetinî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurê xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, ê din jî dida ber dilê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêşî hê du salî bû. Qet tiştekî wî idî tunebû, xênji lihêfeke kevn.

Rêda, gava tarî dikete erdê, Şemo xwe dida ber dîwara û qefê zinara. Alîkî lihêfê bin zarara dikir, aliyê dinê jî davête ser wan, wekî zar serma nekin. Xwe jî bi kincê xweva radiza. Rojêd hewa sarbûya, Şemo sibê şebeqê radibû, sergîn top dikir, kûrma êgir lêdikir. Zarê wî xwe ber êgir germ dikirin. Paşê dîsa rêdiket, diçû. Rêda, nav gundada, xwera nan berev dikir, usa îdarê xwe û zarê xwe dikir, heta hat derkete welatê Qersê, gundê huruma - Azatê. Azatêda ez û du xûşkava ji
diya xwe bûn.

Carekê, êvareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniştibûn. Pak tê bîra min, bavê min mera gilî dikir û wa digot:
- Êvar bû. Baraneke hûr dibarî, bakî sar jî pêra dihat. Ez û zarava şil bûbûn, me serma dikir; em hatine kêleka gundekî. Ew gund Azat bû. Merekeke tek kêleka gund hebû. Me xwe limerekê girt, çûn ketine merekê. Nanê me mera bol hebû. Lê merekê da ardû tunebû, wekî me xwera agir dada, xwe pê germ bikira û kincê xwe zihakira. Kûrekûra zara bû, digiriyan ... Min pişta xwe vekir, herdu zaru jî kirine paşila xwe, germ dikir û ber dilê wanda dihatim, wekî negrîn.

Lihêfa xwe me nedihişt şilbe, çimku sitara me şevê her ew lihêf bû. Qulçekî merekê gîha têda hebû. Wextê tarî kete erdê, zaru hê digiriyan, kerr nedibûn. Mecala min hate birrînê, ez rabûm, min gîha ji hev vejand, orta gîhê kûr kir, lihêf raxist, zaru kirine nav û gîha jorda avête ser. Ez jî ketime nava gîhê. Min xwe da ber pişta zara û veleziyam. Zaru zû germ bûn, idî nedigiriyan, zaf nekişand, zaru ketine xewa şîrin.

Dilê min hevekî rehet bû. Guhê min jî seqirî ji dest girî û zêwe-zêwa zara. Ez ketime mitala, duşurmîş dibûm, çimku min eseyî nizanibû, ezê van zarava kuda herim ... Herime kîjan gundî, ê ku min nas bikin, wekî ez rêncberîkê xwera bigrim? Alîkî jî idî wextê rêncberiyê jî derbas bûbû ...

Wan mitalada ez jî wexteke şevê xewra çûm. Nizam zef yanê hindik ez razaın, nişkêva reqîniya dêrî hat. Ez hişyar bûm. Min nihêrî ro hatibû nîvro, kuleka merekêda tîrênca tavê dabû bin piya me. Ji bin gîhêda min dîna xwe dayê: merîkî tijî, hurpozî, bejneke dirêje lê, qasî ejdahekî, qafekî terikî lê, simêlne bijoqî qaline lê, buruyê çava hatibûn, ketibûne ser çava, meriv qe nizanibû çavê wî hene yan na, dirganeke hesinî dêstda, derê merekê vekir hate hundurê merekê. Merekê hevekî binerdî bû. Wextê ewî lingê xwe pêpelîngada avêt, berê xwe da gîhê û hêdîka hat. Ez tirsiyam, wekî eva meriya me bibîne, wê min, zarava bikute, bona vî gîhayê xwe, çimku lingê me herî bûn, gele gîha ber pê me zayî bûbû.

Min gîha hêdîkava ber çavê xwe da alîkî, bi tiliya gîha qul kir û dîna xwe da wî çika wê çi bike. Pak dîna xwe didayê û rind jî dibînim. Wextê hate orta merekê, çawa ku dewsa lingê me dît, nişkêva sekinî, dîna xwe da dewsa lingê me, kûz bû, serda nihêrî, lema jî min xwe usa telandiye, bîna xwe çikandiye, wekî qet bîn ji min dernayê. Usa kerrim, wekî ez pak texmîn dikim, çawa dilê min davêje. Ez ditirsim, wekî ew me bibîne û têke qal me-qaim, zaruyê ziravqetîbibin, min eva yeka ber çavê xwe dîtiye.

Ew merî vegeriya çû, ber derî dîsa kûz bû, dewsa lingê me nihêrî. Wî çaxî Dewrêşê kurê min hezîng da xwe, wekî welgere ser kêleka dinê. Min herdu desta qayîm girt, wekî qet nelipite, deng jê dernekeve û ev ejdayê terikî me nehese.

Dîsa dora xwe nihêrî, li heriyê nihêrî û lingê xwe avêt, dûz hate nêzîkî gîhê. Lê nihêrî gîha tev pêpes kirine. Nişkêva bi zimanê xwe bû bile-bila wî, xeber da. Min fem nedikir, ewî çi digot, nizam dida xebera, yan nifırî dikirin. Ewî ew dirgan xweşe vekir, wekî gîhê rake ... Lê wekî ewî ew dirgan gîhêrakira, dirganê wê zara keta, zaru birîndar bikirana. Ewî ku milê xwe bilind kir, dirganê jorda bîne, gîhê rake, ez nişkêva ji nav gîhê rabûm. Alîkî niçê lihêfê jî ser serê min bû.

Çawa ewî ez dîtim, bû qîjîniya wî. Dirgan avêt û revî, çû derva. Zaru jî hişyar bûn, pirsîn: "Bavo, çi qewimiye?" Min got: "Qet tişte neqewimiye, xweyê merekê hatiye, dibê, rabin, bese razên".

Lezekî şûnda gundî hatin, jin û zarava tijî ser me bûn. Ji min pirsîn: "Tu çi meriyı"?" Min wanra halê xwe û zara gilî kir. Pîrqîniya cimaetê bû li me û xweyê merekê dikeniyan ...

Bavê min eynî wî gundê hurumada - Azatêda, xût mala wî hurumîda bû rêncber. Navê wî Tadar bû. Li wî gundî yeke kurd hebû. Bavê min zewicî, ewa kurd stend.

Diya min diçû malada dixebitî: herî dişût, şer dikir, teşî dirist, tevn çêdikir û şuxulêmayîn dikir. Du xûşkêd min jî hebûn - Çîçek, Gogê.

Bavê min havînê diçû ber dêwêr, lê zivistanê dibû xulamê wan, çimku zaru hûr bûn, heqê havînê têra me nedikir, me serê xwe pê xweykira.

Ew mereka em têda diman, me tendûr kiribûyê, lê tendûra me zivistanê gele roja nedihate dadanê. Eme bê dewar bûn, sergînê me tunebûn, ew sergînê me çolê berev dikir, têra me nedikir.

Herro diya min diçû malara rojheq dixebitî, diya me lavayîwan mala dikir, wekî îzina me zara bidin, em goma wanda yanê tewla wanda rûnin xwe germ bikin, heta diya me şuxulê xwe kuta dikir. Zivistanê gomê pêzda û tewlada germ bû. Kûlaka dikire ser me, wekî em miqatî afirê dewarê wanbin, nehêlin gîha yan kurçom têkeve destpê wan. Em sibê heta êvarê ber afirê hespa, gamêşa û dewarê mayîn, notla pepûka, tî, birçî diman heta diya me şuxulê xwe kuta dikir.

Wextê ez pir hindikî mezin bûm, idî fem dikir, min zef dixwast bibime dûajo. Birêd min givrik bûbûn, bihara bavê minra diçûne çolê, alî bavê min dikirin. Bavê min ew hînî rêncberiyê dikirin.

Bihareke ewlin bû, wextê belekî ketibûne erdê, tavê idî germaya xwe dabû hemû çiya û newala. Berê belekiya qalçîçeka kulîlk dabû. Meriv nedixwast ji derva bê mal. Pez jî idî diçû çêre. Rojeke xweş bû,, îzina min dan ez jî wanra çûme ber dêwêr. Paşê, wextê hewa lap germ bû, carna îzina min didan, ez wanra diçûme ber pêz, ciyê dûr. Pez zûda zabû, karê berxa dikirin, wekî berx jî derkevine çêre. Bavê min îzina min da, ez bûme dûajo. Ew roj rojeke mine zef ezîz bû, şabûna lingê min erd nedigirt. Diya min dewsa hevana nên, torbekîbiçûk minra dirûbû. Benekî sor jî avêtibû torbe. Gava ku min torbe davête piyê xwe, benikê sor jî herdu aliyava ser minda dihatin. Ez zef kaw dibûm û min tirê ez idî şivanekî temamim.

Rojêd ewlin, em ku çûne ber pêz, wê rojê diya min jî mera hat, nîşanî me dida pincara çolê: siping, tirşo, mendik û ê mayîn. Bi wê pincarê, me rêncberê çolê gerekê nanê xwe bixwara. Diya min nêzîkî hevtekê mera dihat, her carekê du-sê seheta zêde nedima. Me ku pincar nas kir, idî diya me mera nedihate çolê.

Her sibe-sibe diya min nan û xwê dadigirt û digot:
- Lawo, nanê we hindike, lê idî hûn biharê ketine, xwera pincarê biçînin, pêz bidoşin, pê nanê xwe bixwin.

Wextê me pincar berev dikir, birêd min bîr dikirin, pincara xwarinê û hêşinaya mîna wê ji hev kivş nedikirin, nas nedikirin. Min pincara xwarinê nîşanî wan dida.

Êvara, wextê em dihatine mal, diya me şîv dida me, ser şîvê dibû xeberdan derheqa nanxwarinê û pincara çolê, lawika digot:
- Kesek notla Ereb pincarê nas nake, em bîr dikin, Ereb pincarê nîşanî me dide, me hîn dike.

Diya min şa dibû, digot:
- Kurê min aqile, wekî mezinbe silametî, kurê minê bibe serşivanekî
pispor.

Bavê min jî nîşanî me dida fesala çêrandinê, ciyêd xweş, kîjan hêşinayî
zirare ji pêzra, kîjan ne zirare. Gele cara bavê min ji minra digot:
- Lawo, pez carna jehriyê dikeve, xûnê gerekê jê bidine berdanê, wekî heywan telef nebe. Ewlê biharê pez qira diçêre, timê şoreketê dikeve, gerekê hûn wî çaxî miqatbin, nehêlin pez şoreketa ewline biharê zef bixwe. Çêrê gengezê ji hemşka çêtire. Lê ya lape çetin bona pêz ew kepeneke.

Gele temî didane me û em hînî şivantiyê û gavantiyê dikirin ... Wextê çayir gurbûn, hêşinayî êpêce bol bû, diya min dîsa mera hate çolê û em hînî hêşinaya mayîn kirin, ê ku têne kelandinê, dikine nav xwarinê. Ew pincar sogîk bû, spidak, gûlik, mendik, pêqask û ê dinê bûn. Ew pincar me liçolê diçinî, dikire torbê xwe, danî mal. Diya me jî tev temiz dikir, hinek dikire gewlaz, hişk dikir, hildida bona zivistanê, hinek jî dikire tirşînê.

Lê wextê em hevekî mezin bûn, idî dikete payîzê, diya me temî dida me wekî her yek ji me gerekê pêşe pesariyê hişkkirî baniya mal. Me hemû gilî-gotinê diya xwe bi dil û eşq diqedand. Heta kete kûraya payîzê, me êpêce ardû bi wî teherî top kirin, anîn. Dê û bavê me mera şa bûbûn, çimku em qet vala nedisekinîn û destevala ji çolê ser malêda nedihatin.

Payîzê eme rûte-tazî bûn. Me zef serma dikir ji dest şiliyê-şilopê, hesretiya me cîkî germ bû, wekî me xwe lê germ bikira. Me digot: "Gelo kengê payîzê bê, berf bikeve, em heywanet bela bikin û herne mala xwe rehetbin".

A bi vî teherî derbas bû sala ewlin, rêncbertiya min.
Nivînê me lihêfeke mezin bû, yeke biçûk bû, kulavekî peritî qul-qulkîbû û du heb qisîl bûn. Me danî pelexa rinde nerm radixist, qisîl jorda davête ser, kulav jî top dikir dida ber serê xwe. Ciyê me zara aşqe bû. Gele cara me zara qirka hev digirt, çika kîjan ji me têkeve ortê, çimku orte germ bû ...

Lê ezî ji teva çûktir bûm, timê ez diketim orta teva.
Berevkirina pincarê û topkirina sergîna hevekî halê me xweş kir. Wê zivistanê, wextê me pez li mala bela kir, xaniyê me idî germ bû. Ardûyê me êpêce hebû. Diya me êşq û dil tendûr dadida. Wextê tendûr gur dibû, em dora tendûrê rûdinştin. Lê çaxî diya me nan dipat, kuta dikir, danî pot û palasê me davête ser tendûrê, dinixamt, wekî tendûr sar nebe em şevê serma nekin. Êvara em rûdiştin dora tendûrê, nivînekjorda davête ser tendûrê û lingê xwe têda germ dikir.

Heqê pêz bavê min distend cara peretî, cara jî genim. Serê pezekê diket girvankek genim, lê serê dewarekê diket dirvankek û nîv genim, ji ewlê biharê heta payîzê ...

ji destpêka berbangê (Erebê Şemo, sala 1957-a)




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues