Éditeur : Afîş | Date & Lieu : 2003, Rotterdam |
Préface : | Pages : 96 |
Traduction : | ISBN : 90-807698-2-7 |
Langue : Kurde | Format : 140x225 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 1353 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Bi serbilindî li cîhanê dinêrim Ev demêke ku wekî neferekî tekoşîna netewî û civakî ya welatê xwe, ez hewl didim, erkên xwe bi cîh bînim. Di vê merhelê da, her çalakî, her tewr, her bîr û bawerîya metînî, ji min ra wekî perçeyên destaneke mezin tê. Demêke dirêj e, di fabrîke, zevî, xwendegeh, gundên çîyê û seranserê sînoran de, bi sedan milîtanên ku bi girseyên gel ve bûne yek, mil bi mil, destaneke pîroz dinivîsin û dijîn. Di vê wateyê de, di nav pîvanên ku tê zanîn de, helbest nivisîn |
Pêşgotin Navê Orhan Kotan, ji xwendevanên Kurd û Tirk ra ne xerîbe. Xwendevan, Orhan Kotan wek sîyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û helbestvan nas dikin. Ewî, heya dawîya temene xwe di van waranda bê westan xebat kir. Ez bawerim ku bi kirinên xwe wê Orhan Kotan di dîroka gel da cîhê xwe bigre. Bêguman bi stîl, zman û naveroka berhemên xwe, wê Orhan Kotan bibe babeta lokolînê ji bo lêkolînvana. Min, Orhan di dawîya salên şêstan da naskir. Di gelek waran da bîr û bawerîyên me cuda bûn. Alozîyên salên heftîyan pir dijwar bûn. Bi navê îdeolojî û sîyasetê kambaxîya wan salan nayêne jibîrkirin. Sedem wî min û Orhan jî hev gelek êşand. Me ji hev hiz jî kir û em li hev qehirin jî. Dostanîya me heya dawîya temene wî bi rengeke vekirî û bi prensib meşîya. Ligel cuda bûna, gelek tişt li gel Orhan hebûn ku meriv îro jî dikare wek nimûne wan biparêze. Bêtirs bû, arşîvwaneke bêhempa bû, bi disîplîn û bi inyad bû. Sedem ku nikarîya bi kurdî bixwîne û binivsîne gelek xemgîn bû. Dema li jîyanê bû çend caran pêşnîyar kir ku ez helbestên wî wergerînime kurdî.Piştî çû heqîya xwe xanima wî ya hêja Mehtap va ku ez wê wesîyeta wî bicîh binim. Min jî vî deyneke wefayê zanî, pirtûka wî ya bi navê "Gururla Bakiyorum Dünyaya" ( Bi serbilindî li cîhanê dinerim) wergerande kurdî. Ev werger li ber çapa çaran ya pirtûkê ku ji alîyê Çiviyazıları va hatibû weşandin pêk hat. Cîyê mixabê ye ku dema çapa çaran pêk hat, Orhan piştî çend Qasî du sal ez li ser wergera vê pirtûkê xebitim. Min xwest ku bêqisûr xwendevanên kurd bigêhjine tema helbestên Orhan Kotan. Ez, bi xwe piştî wergerê bi tevayî gihiştime vê temê. Di encamê da min dît ku Orhan, helbestbêjê dîrokçe ya me ye. Bêguman, werger tişteke hêsa nîne. Ku ev werger helbest be û bi taybetî imza yê Orhan Kotan li binî be barê meriv girantir, dibe. Şik tûne ye kêmasîyên min jî hene. Hêvîdarim xwendevan min bibexşînin. Ku ez piçek be jî tema helbestên Orhan Kotan bidime xwendevanan, eze xwe bextîyar bizanim. Pir spas, ji dost û hevalan ra ku di derheqê wergera vê pirtûkê da dîtin, arîkarî û pêşnîyarên xwe ji min ra texsîrnekirin. Ji ber vê yekê ez careke din ji kûrayî ya dil Orhan yad dikim. Bedirxan Epözdemir |