La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Fermana 33 rewşenbîran


Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 2000, Stockholm
Préface : Zeynelabidîn Zinar Pages : 167
Traduction : ISBN : 91-89491-05-X
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Fermana 33 rewşenbîran

Fermana 33 rewşenbîran

Sal 1998, meha dehan bil, di dawiya heftiya sisiyan de gava serokê PKKê birêz Evdile Öcalan hatiye paytexa Îtalya bajarê Romê, çend roj şûnde wî di Televizyona MEDê de dijûn bi hin kesan kirine û peyvine bêrê ji devê xwe fiştiqandine. Li ser wê yekê, 33 rewşenbîrên Kurd ên ku li Swêdê rûdinin, bi nameyekê nerazîbûna xwe pê dane diyarkirin. Îcar pişt re êrîşên pir mezin, çi di Televizyona MEDê de ü çi jî bi nivîskîya bi zimanê tirkî di Rojnameya Özgür Politikayê de birine ser wan rewşenbîran.

Min jî li ser wê siqûmatê lêkolîn kir û piraniya wan belgeyan berhev kirin; ji zimanê tirkî wer¬gerandin zimanê kurdî û tevî orîjînala wan weke pirtûk dane çapkirin.

Bi umîda ku dê sûdek jê bête wergirtin...

 


KÊ ÇI JI 33 REWŞENBÎRAN RE GOT

Rojek ji rojên payîza 1998an bû, bawer dikim 21 yan jî 22ên meha dehan bû. Ez li kontûra xwe dişixulîm û min weke her car dîsanê saman û ramana çareserkirina gelşa piroz dikir. Ew roj jî min xwe hişyar dikir da ez dema nûçeyên Radyoya BBCyê ya beşa bi zimanê tirkî nebihurînim. Lewra ez, ger tiştek ji min neyê jî, lê bûme wek nexweşê guhdarkirina li nûçeyan. Di dawiyê de saet li min giha demê û min radyoyê vekir. Di nûçeya pêşîn de got ku "...îro Serokê PKKê Evdile Ocalan li Balafirgeha Romayê bi pasaporteke sexte ya Tirkiyê, ji aliyê polîsên Îtalî ve hatiye desteserkirin. Ew, ji hewarêya Moskovayê ve dihat û bi gumana ku dê biçûna welatekî Efrîqayê..."

Çaxê min ew deng ji Radyoyê bihîzt, tirpînî ji dilê min hilat û ez li gelek tiştên din ên neyênî fikirîm. PiŞtre min ji Radyoya Merhebayê ya li Swêdê jî bihîzt ku 15 deqîqe bi tirkî nûçeyan dibêje, eynî tiştî got.

Jixwe min berê jî dizanibû ku serokê PKKê birêz Evdile Ocalan, ne li Sûriyê ye. Lewra ew peymana di roja 1920/10/1999an de li Edenê ku di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hate îmzekirin, xala yekemîn weha eşekere kiribûn: 1 Abdullah Öcalan nuha ne li Sûriyê ye, ne jî dikare Şûnde vegere Sûriyê.

Erê rast bû ku serokê PKKê Evdile Ocalan ne li Sûriyê bû, hatibû Romayê û daxwaza penabertiyê dikir. Lê gelo daxwaza wî dê hatibûna pejirandin, yan wê cihgirtineke taybetî jê re dabûna nîşandan, hêj ne diyar bû.

Li ser wê meselê agirekî bi dûman ketibû nava rojnamevanên Tirkiyê, hewarêya li navbera Tirkiyê û Îtalyayê jî kiribûn weke riya kaniyê; qefleyek dihat û yek diçû, yek dihat... Herweha livbaziyeke mezin ketibû Ewrûpayê jî, lê zêdetir ketibû nava Kûrdên li Ewrûpayê; bi hezaran, bi dehhezaran Kurd diçûn Romayê, li meydana bajêr meş û xwepêşandanine mezin dikirin û bi rojan, bi heftiyan di gerewa birçîbûnê de, li ber wê sir û seqema kesnedîtî diman. Xaça Sor.û Belediya Romayê jî ketin seferbertiyê û yê çadir ji Kurdan re dihanîn, yê nan û xwarin dihanîn, yên ku xwarina germ dihanîn... Ji wan zêdetir gelek kesên mirovperwer û mirovhez yên Îtalî jî, her yekê li gor desthdayîna xwe, xwe ji wê alîkarî û qenciyê nedihêvişândin. Herweha Ii gelek welatên Ewrûpayê jî meş û xwepêşandan ji aliyê Kurdan ve çêdibûn, civîn û tevger dihatin lidarxistin, dîtin û gotin hevûdu têwerandin û li her deverê bûbû wek roja welwelê...

Di wê navê re gelêk gotin û galegal di buwara Evdile Ocalanî de, hinek erênî û hinek neyênî dihatin gotin. Hinekan digot:
- Evdile Ocalan pêşmergeyên xwe bêserî hiştin û reviya çû Ewrûpayê.
Hinekan digot:
- Evdile Ocalan hatiye Ewrûpayê da ku Doza Neteweyê Kurd bi dîplomatiyê bimeşîne.
Hinekan digot:
- Evdile Ocalan hewqas digot ku evên çûne Ewrûpayê tev xayîn in, di dawiyê de ew bi xwe jî hat kete nava wan xayînan.
Hinekan jî digot:
- Na wele Evdile Ocalan Kurdistanê firot û çûye ku li Ewrûpayê rûne. Û hwd...
Bê guman diyar e ku mirov nikare guh bide gotin û galegalên her kesî. Lewra gotineke pêşiyan weha dibêje: Devê xelkê ne doxîna mirov e ku mirov hişkegirêkek lê bide. Kê çi bixwaze, dibêje. Lê ya rastî ev e: Evdile Ocalan madem bêgav mabû ku ji Şamê derkeve, çima neçû çiyayên Kurdistanê?
De mesele û amanc her çi dibin bila bibin, eger mirov hinekî semax bike û li bawuka pêşveçûna demê bisekine, mesele û amanc dê di pêşerojê de ji ber xwe ve derbikevin holê û hemû gerrînek zelal û sayî bibin. Hingê jixwe ne hewce ye ku mirov êdî ne potikan li serê xwe bigerîne, ne jî hewce ye ku mirov çavên xwe bigire û destên xwe bipalîne.

Kêmzêde niha babet hinekî diyar bilye ku êdî mesele çi ye û dê bibe çi. Lê tevger û livbaziyên kurdên li Ewrûpayê, dengvedêriyeke pir mezin xistin Raya Giştî ya Dinyayê, xasma jî ya Ewrûpayê. Heta hin kes rabûn canê xwe bi der dan; hinan xwe şewitand, hinan xwe ji deverên bilind avêtin û xwe kuştin, rihê hinan jî ji ber şêmûka deriyê gorê hate vegerandin.
Piştî hatina Evdile Ocalanî, gerek kurdên xuyanî yên li Ewrûpayê zor dane xebata dîplomatiyê û wan bi derbekê hemû dost û hevriyên xwe yên Ewrûpî rakirin ser piyan da ku zixt li Îtalyayê bixin, ji bo ku mafê penabertiyê bide Evdile Ocalanî. Ev yeka han ji, ji ber du sedemên giring bû:

a) Êdî Dewleta Tirk nema dikaribû bibêje ku PKK terorîst e.
b) Kurd êdî bi hêsanî dikarin doza xwe ya pîroz têxin ber deriyê ewrûpiyan û weha bibêjine wan: We çewan Kurdistanê dabeş kiriye, hûn ê wisan jî Kurdistana dabeşkirî yekbeş bikin.

Ez bi xwe jî, bi bir û baweriya xwe yek ji wan kesan bilme ku min vê yeka ku li jorê hate gotin dixwest û heta min di civîneke mezin de jî weha got:
- Bi hatina serokê PKKê birêz Evdile Ocalanî re, êdî dawî li serokatiya rêxistinên bakûrê Kurdistanê hat. ii niha û pê ve êdî gerek e rêxistinên me bi stratejiyeke nû, bi program û destûreke nû derkevin qada xebatê û di warê dîplomatiyê de bi biratî û bi piştrastî digel hevûdu bimeşin. Ewçax dê piraniya kurdan xwe li dora wan bi 'erinin û rizgariya Neteweyê Kurd dibe mesela hanûhayê...

Piştî wê civînê bi çend rojan, komela me (Komela Nivîskarên Kurd a li Swêdê) nameyek di 15. 11. 1998an de ji serokwezîrê Îtalyayê birêz Massimo D'Alemayî re şeyand. Herweha me ingilîzî û kurdiya nameyê ji hin deverên din re jî hinartin û me qopyekê da Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ku pêbestê bi PKKê ve bil.

Nivîsa nameyê bi niqut û bihnokên xwe ve, orîjînala wê ev e li jêrê:
"Ji serokwezîrê Îtalyayê ra

Wek hemû dinya jî pê hisiya, Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Aptullah Öcalan hatiye Îtalyayê û daxwaza rûniştin û statuyeke siyasi kiriye. Li gor peymanên navnetewî ev daxwaz, daxwazeke heq e û huqûqî ye. Bi hatina birêz Aptullah Öcalan, dewleta Tirk bi hemû dezgehên xwe ji bo teslîmgirtina wî seferber bûne, bi derewên bêbinî senaryoyan hazir dikin û dixwazin Îtalyayê jî bi awayekî bikin hevalbendê gunehên xwe.

Bi îhtîmaleke biçûk be jî em naxwazin li ser şaşiyeka teslîmgirtinê bifikirin, lewra biryareke weha şaş li ba gelê Kurd tê maneya vexwendina şerê qilêr û berdewamkirina qirkirina li Kurdistanê.
 
Em baweriya xwe bi hukumeta Îtalyayê û gelê wê tînin, pişta me ji demokratiya wê rast e û bi hêvî ne ku baweriya me li me nebe xewn. Cl em wek Komela Nivîskarên Kurd Li Swêdê dibêjin û daxwaz dikin ku daxwaziya mafê rûniştin û statuya siyasi ya Serokê PKK Aptullah Öcalan bête pejirandin. Bi biryareke weha, wê hukumetâ Îtalyayê him mîsyoneke .dîrokî bi cih bine him jî kare bi be sebeb ku di çarçeveyeke aştiyane da rêyekî bo çaresêrkirina pirsa gelê Kurd vebe û li pêşiya helwesta dewleta Tirk a militarist, ku li qedandina gelê Kurd digere, bendekî ava bibe.

Bi silavên germ û bi rûmet.
KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊ
15.11.1998




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues