La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîra rûyê min


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2005-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 975-8637-86-X
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 7122Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîra rûyê min

Bîra rûyê min

hemû deriyên ku li wan xistibûm,
hemû zimanên ku huş bûbûm,
hemû gotinên ku dest pê kiribûm û riziyabûm..
ey şeva mexlûb!
wekî yekî jehrdayî me di dilê'd ku li wan heliyabûm.
binêr, bi derziya zimanê xwe didirûm
fetqa rûyê xwe ya ku min diêşîne.


Dawiya hemû çîrokan

Di çîroka Mucîzeya xef de Borges, qala nivîskarekî Cihû yê li ber mirinê dike. Ev kese ku Gestapo cezayê îdamê lê birriye bêîtiraz li benda saeta xwe ya dawîn e. Heya şeva paşîn ev kes, encam û awayên qetilkirinê, wek bûyereke xwezayî bi serê xwe de dibe ü tîne. Lê dema lîstika wî ya menzûm a nîvco tê bîra wî, sebatkariya wî têk diçe. Lewre lîstika ku jê re hê du perde lazim in di çavê wî de dibe efûkirina hemû berhemên wî yên çapkirî. Bazgûrî Xwedayê xwediyê hemû sedsal û zemanan dibe ku bo temamkirina wê salek bexş bike. Dû re di xew ve diçe nivîskar, di nav xewneke ecêb de li hêviya îşaretekê dimîne. Lê sibehê, bo înfazê, li pêşiya du leşkeran derdikeve hewşê. Manga îdamê saet nehan li ber rêz dibe û bi fermana çawîş re dest diçin ser tetikan. Ev e tam di vê kêliyê de nivîskar, dilopa ku bi gizwanoka wî ve diherike, leşkerên ku dê wî gullebaran bikin, çawîşê ku di şona fermanê de destê xwe rakiriye, bayê dileqe, mêşa ku siya wê ketiye ser kevirên hewşê, hemû di carekê de radiwestin. Di nav vê dinyaya rawestî, qeşagirtî de nivîskar rojekê derbas dike. Lê roja din ji şaşbûnê derbasî qebûlkirinê, ji qebûlkirinê derbasî minetariyê dibe. Têdigihîje ew wextê ku xwestibû, hatiye bexşkirin. Di nav van hestên tevlîhev de dest bi temamkirina lîstikê dike. Bêecele, bi baldarî dinivîsîne; li gorî xwe di nav behra zemanekî de jê derdixe, kurt dike, bi ser ve dike... Dema wê bêjeya dawîn jî bi dest dixe, dilopa li ser gizwanoka wî diniqute erdê, ba dileqe, devê wî bi qêrîneke dilşewat vedibe û bi gullebarana çar tivingan, tam saet ku ji nehan du deqîqe dibore, can dide.

Borges li vir diqedîne çîrokê û baldariya me dikişîne ser wî wextê ku di zêhna leheng û fermana înfazê de dibe saleke du deqîqe. Lê Borges behs neke jî mirov dawiya vê çîrokê, wek rehetbûn û dilşadiya nivîskarekî dixwîne. An wisa nebe jî, li dû koça Dost Çiyayî êdî ez vê çîrokê wisa dixwînim, dixwazim wisa bixwînim! .. Gelo jê re jî wext bihata bexşkirin, ji bo demekê canê wî bihata parastin, dê ji vê dinê rehet û dilşad bar nekira? An mirov çengê vê pirsê wiha babide û bibêje, xwediyê zeman û hemû melekûtan, hilmeke din piffî pozê wî bikira, dê Dost fersenda rehetbûn û dilşadiyê bidîta?

Ev pirsa ku di xwe de gumaneke hebûnî (ontolojîk) dihewîne, dibêjim qey çêtir li Dost tê! Ji ber ku ew bi "lêgerîneke bêdawî" hatibû kodkirin. Xulqê wî, tovekî ku li zeviya xwe digeriya bû. Helbest, çîrok, werger û sê destpêk-roman diyardeyên vê taybetiyê bûn. Elbet dema dibêjim xulq, ji yê zayînê bêtir, yê jiyanê, yê tecrûba salan, qest dikim. Wekî tê zanîn hem wî û hem jî binşiûra wî ya ku helbest ristibû, baweriyeke qaîm li zemantengiya xwe anîbû. Ew qedera ku beriya neh salan mirin nîşan dabû û bi nîşaneke mezin jê vekişiyabû, wext, di çavên wî de kiribû bayek. Dost Çiyayî li pey vî bayî gelek beziya, jê gelek êşiya. Pêşdebaziya wî ya bi Zemên re bi ta bû. Lewma zehf caran bo ku hêsîrê wê dangê nebe, wextê çûn û dagerîna xwe tayîn nedikir. Ku çûna wî ya dawîn jî hinek wisa bû: Biryara çûna Festîwala Dêrsimê, birûskî bû! Sedema guhertina maxlasê wî yê salan -ji bo vê dosyayê kiribû M.Qelenderî- bi qasî şagirtiya sînorfireh û nûjenhez, ev xulqê koçber jî bû.
Lê bila ji van gotinan, Dost Çiyayî her tiştî serebere jiya! Belê, wekî ku di helbesteke xwe de gotibû kirasê wî lê nedihat, lê tiştê ku li xwe dikir jî xweş li hev dianî. Bavekî zana bû; bo ku di vê berpirsiyariyê de nelikume heya çendekê, barê xwendina pirtûkên pedagojîk dabû ser xwe. Malxwûyekî nazik, dildar û heqşînas bû. Mamosteyekî xebatker bû; şagirtên wî zîrekên dibistanên xwe bûn. Maqûlekî bisebr û semax bû; heya bêjeya dawîn bi guhên dil guhdarî dikir. Dostekî hêja bû; sadiqê jîvan, soz û razan bû. Û elbet nivîskarekî azwer bû. Di sî saliya xwe de digel dosyayeke helbest û çîrokan, yeka nîvco - Cenk Hikayeleri ya Murathan Mungan- û du libên temambûyî — ev berhema ha û ji bo zarokan Çıngıraklı Çoban / Şivanê Zengildar â Muzaffer İzgü- sê werger hiştin.

Havîna pênc sal berê sedema vê wergera ha ji min re wiha diyar kiribû: Tu dizanî, hem gelek xweşî min çû û hem jî heyfa min pê hat ku ne bi kurdî ye; halbûkî êşa tê de çiqas ji me ye! Ev gotinên ha, felsefa wî ya wergerê jî destnîşan dikirin: Kêf û Hewce! Li gorî wî taya ku mirov di ser berhemekê de dibir, pêşî zewqa şexsî bû; ihtiyaca civakî dil re dihat. Bi van her du têkiliyan, nêzikî şeş heft mehan li ser Yüzümdeki kuyu / Bîra rûyê min xebitî. Bo ku ruhê vê berhemê, bi bêjeyên kurdî zindî bike, çend caran ji serî heya binî werger di çav re derbas kir; ji dostên dor xwe alîkarî girt; bi rojan li ser risteyekê, gotinekê rawestiya... Tam me hemûyan got, destê te sax be, gelek xweş çêbû, te wê hevoksaziya zor li zimanê me aniye, wî berê xwe da Stenbolê, çû carek jî bi helbestkarê wê Metin Kaygalak re li ser xebitî. Heger bijiya belki berî çapê dê careke din jî di ser re biçûya Dost Çiyayî ango M.Qelenderî. Ji ber ku li pey gotina kemilî bû ew. Belkî jî jehrkuja (panzehîr) wî ya li hember zemên ev bû. Wext çiqas qolinca kêleka wî bi çargavî dianî bîrê, berpirsiyariya kelamê jî ew çend bêhnfirehî bexşî wî dikir. Ku di hevdîtina me ya dawî de, li dû nîşandana fragmanên Şahmaranın bacakları / Lingên şahmeran, ez careke din şahidê mişgulpesendiya wî bûm. Di ber kela hestên xwe yên dilşewat de Yaqob Tilermenî ji bo wî gotibû xemxwarê zimanê kurdî,. rast e. Xem dixwar di xwendina her hevoka çewt, derbirîna belawela û berhema neserkeftî de. Ji ber vê yekê bo hevokeke / risteyeke tekûz, rehetî ji xwe dixeyidand, havînên malkambax ên Amedê li xwe dikir muşterî. Lê mixabin em ên hê mêvanên vê dinê, em ên serhişk û Jakobenên karên xwe, me, çar hevokên îlana serxweşiya wî jî rast dernexist.

Zeman, destebirayê qederê, ber bi lewha mehfûz a me ve bêsekin diherike. Korên sibê, fêmkorên pêşerojê jê bêhay in. Her koçkirin ji mirov tiştekî kêm dike. Em tev ji vê koça wî ya ji nişka ve kêm bûn. Aliyekî me yî zindî û adan pê re çû. Em li ber dinê hinekî din tenha bûn. Û bi qasî me edebiyata kurdî jî kêm û tenha bû! Her çiqas îro jê ne hayedar bixweyê jî, sibê xemgîniya emrekî ku gihîştibû lûtkeya xwe, dê devê wê jî sor bike. Lê heya hingê, ji me re lazim e wilewila dinê, ya ku hem hebûn û hem jî tuneyiya me îlan dike! Çi gotibû İtalo Calvino yê ku me her duyan jê hez dikir:

Du aliyê qiseyên ku ji çîrokan dizên hene: Yek domdariya jiyanê, ya din bivênevêya mirinê.
An xwediyê risteyên li jêr çawa bersivandibû ev rewşa hebûnî:

her kes cilangerek e eslen, ji xwe û bi der de.
tizbî bi tizbî dibore êdî zeman. zeman
di nava zemên de. her kes jiyanekê diborîne
di dilê xwe de, insan vedigere dibe xwe,

ax, di nava zemên de.

Çawa wergerînî wergerîne, li ser kîjan dinê bibêjî bibêje, em ê hemû vegerin xwe, li dû Wext em ê bibin xwe. Ji ber ku ev e çîroka me ya gelemperî, xemrevîn û trajediya me ya insanî.

Remezan Alan
Çiriya Paşîn, 2003
Amed




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues