La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronahî, n°1-28


Auteur :
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : 1985, Uppsala
Préface : Pages : 584
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x206 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 598Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ronahî, n°1-28

Versions:

Ronahî
Supplément illustré de la revue kurde Hawar
Hejmar 1 - 24

Ev berhevoka destê we, ji hemû hejmarên kovara "Ronahî" pêk hatiye. Tevayiya hejmarên kovarê bîst û heşt in, Hejmara yekem di 1-ê  Nisana 1942-an de, ya dawî di Adara 1945-an de hatiye çapkirin.


Li ser kovar û xwediyê wê

Ev berhevoka destê we, ji hemû hejmarên kovara "Ronahî" pêk hatiye. Tevayiya hejmarên kovarê bîst û heşt in, Hejmara yekem di 1-ê  Nisana 1942-an de, ya dawî di Adara 1945-an de hatiye çapkirin.

"Ronahî" kovarek mehanî(*) bû, Di bin navê kovarê de bi Fransizî hatiye nivîsandin, ku "zêdayiya(ilawa) Hawarê ya wênekirî ye". Xwedî û gerinendeyê berpirsyar, Mir Celadet Ali Bedir-Xan bû. Li Şamê der diçû, Ji hejmara 1-ê heta hejmara 12-an di "Çapxana Sebatê" de, ji hejmara 13-an heta hejmara 28-an jî di "Çapxana Teraqiyê" hatiye çapkirin.

"Ronahî" ji seri heta hejmara 22-an li pey hev her serê mehê derketiye.Hejmara 23 ji bo du mehan (Sibat-Adar 1944) der çûye. Hejmarên 24 û 25 cardin ji bo mehekê derketine, lê 26 û 27 li ser hev ji bo du mehan (ji bo Hizêran-Tîrmeh 1944 û ji bo Tebax- îlon 1944) derketiye. Piştî wê, kovarê qasî şeş mehan nabên daye jiyana xwe. Hejmara 28-an di Adara 1945-an de der çûye. Jê pê ve jî bi temamî rawestiyaye.

Di hejmara 28-an de tu agahdarî li ser rawestandina kovarê nîne, Qasî ku mirov ji naveroka hejmara dawî têdigihîje ji niyeta wê ya rawestandinê tune bûye, Lê xûya ye, ku hinek hoyan rê nedaye, ku koyar jîna xwe bidomîne û bi carekê de dawî lê hatiye.

Rûpelên hemû hejmaran ne wek hev in. Heşt hejmarên wê (hejmarên 1,2,10,11,13,14,21 û 22) şanzde rûpel, heft hejmarên wê (hejmarên 3,4,5, 6,7,8,9) bist rûpel, donzde hejmarên wê (hejmarên 12,15,16,18,19,20,23,24,25,26,27 û 28) bîst û çar rûpel û hejmarek wê jî (hejmar 17) sîh û du rûpel in.

"Ronahî", xwerû bi Kurdî (Kurmanciya jorîn) û bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Ji ber ku di dema germiya Şerê Cîhanê yê Duwem ketiye jiyana weşanê; giraniya naveroka wê li ser bûyerên şer e. Nûçeyên şer, pêşveçûna sinaiya şer û çekên nûderketî, jiyana pişt cephê a bi şer ve girêdayî, jiyan, nûçeyên kar û bar û qehremaniyên fermandarên leşkerî yên Mitefikan û hwd. di rûpelên "Ronahiyê" de ciyekî girîng girtine.

"Ronahî", di nav şer de, li dijî faşîzm û Nazîzmê rawestiyaye, Bi nûçe, gotar, çîrok û wêneyên xwe ve pesnê şerê cepha demokrasyê daye. Di propoganda dijî faşîzm û dijî Nazîzmê de bi piranî giraniya xwe daye ser welatên Ewrûpa Rojava. Lê carna di rûpelên wê de nûçe û pesnê şerê cepha Sovyet jî tê xuyakirin, Nivîsên wê ji ruhê sosyalîzmê pirtir bi bir û baweriya netewetiyê hatiye strandin, Lê tu car rengê diji sosyalîzmê an dijî komunîzmê di nivisandinan de xwe nedaye der. Heta bi ruhekî pêşverûtî, dostanî û dilxwazî ji sosyalîzmê û jiyana civata Sovyet re hatiye nîşandan. "Ronahiyê" di hemû nivîsandin û wêneyên xwe de pesnê azadiyê û şerê azadiyê milletên ku li dijï dewletên Mihver(Cepha Faşîzmê) şer dikirin, daye. Bi vi awayî, tim mesele aniye bi şerê rizgarîxwaz û azadîxwaz ê mılletê Kurd ve girêdaye; xwestiye evîna azadi, demokrasî û xelasiyê di nav gelê Kurd de gur û geş bike.

"Ronahî" li ser jiyana civata roava ya hevçerx rawestiye, bi nûçe û gotarên di vî warî de xwestiye haydariya li ser têkilî û bîr û baweriyên civata roava di nav Kurdan de geştir bike. Li ser rola jinan di Şerê Cıhanê yê Duwem de rawestiye û bi vî awayî xwestiye mesajekê bide jinên Kurd jî.

Wek me li jor jî nivîsî "Ronahî" di resmiyetê de zêdayiya Hawarê bû. Gava mirov li çend hejmarên pêşî (bi taybetî jî hejmara yek ta hejmara pênc) dinêre mirov dibîne, ku bi rastî jî kovarek wek magazina nûçeyên şer xwe dide xuyakirin. Di hejmara yekê de ji bilî wênekî(wênê grubek govenda Kurdî) hemû nûçe û wêne, li ser şer in. Hejmar didu, hemû li ser şer e. Di hejmara sisiyan de, gotarek gazinî ya xwedî û berpirsyarê kovarê li ser nebûna behsa Kurda di hejmarên berê yên "Ronahiyê" heye. Xwediyê gotarê bi minakiyek ji jiyana nav mala xwe vê kêmasiyê dixe ber çav. Rûpelên din cardin hemû li ser bûyerên şer in. Kovar, heta hejmara pêncan her li ser vê rewşê dimeşe.

Lê ji hejmar pênc û pê ve, mirov dibîne, ku destpêdike hêdî hêdî rûpelên xwe raste-rast ji folklor û edebiyata Kurdi re vedike. Lê cardin heta hejmara donzde giranî li ser nûçe û gotarên şer e. Kovar, bi rastî ji hejmara donzdan û pê ve wek kovarek Kurdî ciyê xwe girtiye û piyê xwe daye erdê.

Xuya ye, di hejmarên pêşin de, xwedi û berpirsyarê kovarê firset an imkan nedîtiye, ku kovarê bi nivîsandin, nûçe û gotarên têvil ên raste-rast li ser jiyana Kurdan derxe. Gelo sebebên wê çine ? Em bi eşkereyî nizanin sebebên wê çine. Lê hin bûyer hene, ku mirov bi saya wan dikare wan sebeban texmîn bike, Her wekî xwendevan jî dizanin, kovar li Şamê der çûye. Wê gavê Şam di bin nîrê îngıltzan de bû. Ji ber ku koyar, kovarek legal bû, eşkere ye, ku bi rêdana karbidestên İngiliz ên li Şamê derdiket. Wê demé, giraniya Şerê Cîhanê bû, Rewş û îmkanên jiyanê gelek dijwar bûn. Her tişt li gor pergala şer dihat amadekirin. Mudaxela, karbidestan û bi taybetl jî ya karbidestên leşkerî, her wekî li ser hemû aliyên jiyanê li ser kar û barên rojnamegêrî û weşanê jî tund bû. Rojname yan kovarek ji bo karibe jiyana xwe bidomine, kaxiz bi dest xe, riya çapê bibine û karibe bê belakirin, bivê nevê, pêwist bû bir û raya karbidestan bigirta ber çav, awirên wan yên xirab nekişanda ser xwe. Û heta qet nebe piçekî dilê wan xweş bikira. Xuya ye, xwediyê "Ronahiyê", di jiyana biyaniyê û bê îmkaniyê de van nîqtan hemû, kêm hindik girtiye ber çavê xwe. Hem ji bo Hawar derbiçe û hem jî ji bo "Ronahî" û weşanên Kurdî yên din (wek pirtûk) bên çapkirin, kovara "Ronahiyê", di serî de wek magazînek nûçeyên şer derketiye û bi gavên hêdî hêdî xwe ji nivîsandinên derheq jiyana Kurdan re vekiriye. Nûreddîn Zaza, di pêşgotina xwe ya ji bo çapa diduyan a kovara Hawarê de wîha dinivîse:

"Herwekî, dinya di şer de bû û di Rojhilata Navîn de kaxiz pir bi zor dikete dest, İngilizan, bi comendî, kaxiz didan Rehmetî Mir Celadet. Ewî jî hin ji wan kaxizan ji Hawarê re dihişt û hin jê di sûka reş de, bi bihakî bilind, difrot. Bi vî awayî, sê salan ewî dîsa Hawar vejand." (Pêşgotina Hawarê. Berhevok). Vê yeka han jî dide xuyakirin, ku "Ronahiyê " çima giraniya hejmarên xwe yên pêşiyê daye jiyana şer û raste-rast li ser jiyana Kurdan nesekiniye.

Ji bilî çend wênan, hemû wêneyên "Ronahiyê" ji yên şer û jiyana pişt cephé ya kesên welatên di şer de ne. Sedemê vê yekê, xwediyê kovarê bi xwe di kovarê de daye diyarkirin, ku ji bê mecaliyê bûye. Kilîşên wêna yên li ser jiyana Kurdan di dest de tunebûne, loma jî kovarê rûpelên xwe bi klîşên rojname û kovarên Ewrupiyan xemilandiye.

Di salên despêka şer de, Îngilîzan gelek dijwarî ji kovarê re dernexistine. Loma jî kovar, her hejmar li ser hev çap bûye û di nav Kurdan de belav bûye. Sedemê vê jî ev e, ku Îngilîzan di destpêkê de dixwestin meyla Kurdan bi ser xwe ve bikêşin. Tirk di vê demê de, bi navê bêlayî, siyasetek dirûtî diajotin. Lî dijî dewletên Mihver nedixwestin têkevin şer û pişta mittefikan bigirin, Ev yek pir bi dilê Mittefîkan û herweha bî dilê. Îngilîzan nebû. Loma jî İngilizan hînekî serbestir çav li xebata Kurdan digirtin, Lê nêzî xelasiya şer û piştî ku xuyabû wê dewletên Mihver têk biçin, Tirkan jî xwest giraniya siyaseta xwe bi ser milên Îngılîzan ve bimeylînin. Ji alî din ve jî li Kurdistana Iraqiê Kurdan ji bo azadî û mafên netewî her ku diçû şer germtir dikirin. Ev şer li diji Îngilîzan û karbidestên Ereb ên girêbendên wan bû. Îngilîzan di dawiya şer de hem siyaseta serdestiya xwe li ser Kurda jidand hem jî ji bo Tirk û Ereban ber bi xwe de bikşîne, rêya xebata kulturî û siyasî li ber Kurdan girt. Wê siyaseta han, tesîr li xebata Celadet Alî Bedir-Xan û taybetî jî li ser jiyana kovara "Ronahiyê" kir. Hejmarên sala dawîn nikarîbûn li pey hev derbiçin. Heta, carekê şeş meh der neçû. Piştî vê rawestanê hejmarek derket û "Ronahî" bi temamî ji jiyana weşanî derçû, ciyê xwe di dîroka rojnamegêriya Kurd de girt.

Wek me ii jor jî nivîsî; kovarê di hejmara 12-an de esas ciyê xwe girtiye û jê pê ve wek kovarek kulturî tekûz jiyana xwe domandiye. Bi firehî li ser jiyana Kurdan, têkiliyên civakî di nav wan de; çîrok, stran û helbestên Kurdî çapkiriye. Niviskarên Kurd, destpêkirine bi imza xwe tê de gotar û çîrok nivisîne. Gelek îmzayên hêja û navdar li ser rûpelên "Ronahiyê" cîh girtine. Celadet Ali Bedir-Xan, wek xwedî û berpirsyarê kovarê, gelek caran bê îmze û carnan ji bi imza Bavê Cimşîd an Herekol Azîzan gotar nivîsîne. Pişt re di jiyandina "Ronahiyê" de barek pir mezin li ser pista welatparêz û şoreşgerê mezin, nivîskarê hêja, dilsozê welat Osman Sebrî bûye. Osman Sebrî, bi gotarên xwe, lêkolînên xwe, helbest û wergerên xwe ve ciyek gelek fireh di rûpelên kovarê de girtiye. Kesên wek Simaînê Serhedî, Bişarê Segman, Mela Enwer û Hesen Hişyar jî gelek çirok, lêkolîn, werger û helbest nivîsîne. Şairê mezin Cîgerxwîn jî bi helbestên xwe yên ruhê welatparêzî û şoreşgeriyê di rûpelên "Ronahiyê"de cî girtiye. Serokê Serîhildana Sasonê Evdirehmanê Eliyê Unis, li ser nêçîra kewan nivîsiye. Serokê Serihildana Agirî Îhsan Nûrî jî gotarek hêja di hejmara dawî de nivisiye. Gelek kesên din jî keda xwe xistine nav rûpelên "Ronahiyê".

Gava mirov li nivîsên "Ronahi"yê dinêre eşkere xuya dike ku ji alî ramanwerî ve koyar xwedî bîr û baweriyek netewî ye. Doza azadi û xelasiya miletê Kurd kiriye. Li dijî bir û baweriya eşîrtî ya teng rawestiye û yekîtiya hemû Kurdan a milî xwestiye. Netewatiya kovarê ne netwatiyek hişk, kevneperest û kurtbîn bûye. Dostanî, hevkarî û biratiya hemû miletan xwestiye. Di meselên çînayetî de jî xwedî bir û bawerîkî lîberal bûye. Her çiqas xwediyê kovarê ji malbatek xanedan dihat û gelek nivîskarên wê serekeşîr bûn jî disa rûpelên xwe ji doza çinên belengaz (karker û gundî) ên Kurd re vekiriye. Cîgerxwîn û Osman Sebrî bi gelek nivîsar û helbestên xwe piştgiriya zehmetkêşên Kurdistanê kirine, li dijî derebegî, şêxîtî û eşîra rabûne û kovarê bi dilxweşî cî daye van bîr û baweriyan.

"Ronahî" di warê edebî û ziman de ji xwedî rûmetek bilind e. Gotar, çîrok, helbest û stranên tê de di edebiyata Kurdî de ciyekî payebilind girtine. Bi kurtî "Ronahî" wek kovarek kulturî û niştimanî, hem di dîroka têkoşerî ya Kurdistan de hem di dîroka rojnamegêriya Kurdî de qoziyek avahiyê ye. Serbilindahiya nîştimanperweriya Kurd e.

(*) Hemreş Reşo, di pêşgotina çapa nû(berhevok) ya Hawarê de dibêje, ku "Ronahî" ji heftê carek derketiye, Lê wek xwendevan jî di vê berhevokê de dibînin, ev yek ne rast e. Ya ku ji heftê carekê derketiye ne "Ronahî", Roja Nû ye, Roja Nû li Beyrûdê ji bal Kamûran Alî Bedir-Xan ve ji heftê carekê derdiket û ne kovar, rojname bû.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues