Éditeur : Wergêr | Date & Lieu : 1988, Stockholm |
Préface : | Pages : 162 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde | Format : 130x190 mm |
Code FIKP : Liv.-Kl. 1188 | Thème : Poésie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
DILISTAN |
PÊŞGOTIN
PÊŞGOTIN Ji sala 1944 ê ve ez û şiir bi hervra di jîn , 1ê li sala 1946 ê di zîndana Mosilê da jîna min. di gel vehandinê dest pêkir..... Dost û hevalen min bixwendina Şiiran keyfxweş dibû, 1ê ji nivîsîn û hilgirtina wan dilgiran dibûn. Car hebû her kaxezek dl des.tê min da dîtiban direvandin û bilez didirandin. Lê mirov bo Xudê bêjit, ev hozan bibûn qa j ik û benîşte devê wan. Nemaze ji ber sivkahî û nermî ya wan bisanahî d ihatin jiberkirin û li nav xelkê belav dibûn. Nemaze ew hozanen ku pesne welatî dikirin yan jî siyasîban. Ca ji tirsa ne ji xemsarî û bê sexbîrî nehatin nivîsandin û hilgirtin, her ji lewra hejmara wan ta ku sala 1957 ê ji 25-30 parçe şiirên kurt pitir nebû. Wey babo.. Tu dibînî vî çepelê pîs çawa dîsan zimanê xwe dirêj kir û gotinek ji serê xwe meztir kir?. Pa serê Şêxê Basert e vê xwe 1i kelemekî bidit lê hêj maye.. Gelî civatê... Ha eha ... Her ji niha bizanin. heke Sebro em jî bi xwe ra li belayekî nedan ez tiştekî ji vê dinyayê nizanim. Kacê were jîkurto... te çi nîyete? Ev çi gotin û motnên çirok û bêser û berin tu dikî ?. Bêj e... Heke ezê wê bi serê te bînim ku kesê nebihîstî .. Erê Sofî Simo .. Zelîxa. Mele Elî ..Xalid hon na bêjine min vî çi div êt?.. Kuro Sebro: Rê hê êdî piştî îro ez te nebînim ha... heke ezê lingê te bişkênim.. Wey bavooooo tu dibêjî qey wî kafirê Cigerxwîn tif kirî ye devê , wî da... Wê ro j a henê li ser berbanga mala Xelîlê Xelo zirzira wî dihat û qêr kir bû "Pîra torê û Ey felek" û birazîka min Nêrgiza Hevindê Sîto di gel wî sêwelekê kurê Usmanê Temo ku navê wî li ser zimanê mine lê 1i bîra min nemaye vêkra 1ê vedigerandin. Xalid : - De jê gere mamê Silo hey Xudê ji te hene û ne ziman ji zimanê me şirîntir hene.. Zarokek şeş Heft sali ji kalekê sed salî pirs kir û got:- Erê bapîro tu nabêjî min AZADÎ çîye Aştî anku çi?. Kale dinya dîtî çavên xo vekir û hizrek bir ê ek îna û paşî serê xo hejand û bi dilekî pir kuvan bersiva wî da û got:-Quzilqurt û kerafî bit heke min tam û bain kirbit.. Jehra koremarî bit heke min Aştî dîtibit. Lê he ke... te divêt tu tiştekî ji van tiştan bizanî, ez dişêm 1i gura zanîna xo ji te ra bêjim... Kurkê me xo bê deng kir û guhê wî ma li ser dengê kalo ê çavê wê ma li devê wî ka dê çi bêjit... Kalê me dîsan çav neqandin û paşî devê xo vekir û zimanê xo berda û got : ‑ Şirînê şirînê şirîne, gelek ji van şekrokên sor û sipî u kesk û zer û xemrî şirîntir û xweştir e. Dokêla agrê çî ya rîya wê çavên tarî rûn dikit.. Bêhna wê pîremêrên wek min ciwan dikit... Bayê evîna wê dijware hawar li min pîr û lawan dihejînit...Malwêranî di rêka wê da ji kayê erzantire, kurt kurmancî dumahîka wê xêr û xweşîye û tenahî serfirazî li her derî belavdibin û êdî kes bindestîya kes nakit.. Pîro ev got û rawesta. Kurkê me, pirsek di jê kir û got : - Başe bapîro pa rengê we çawaye?... Tîq tîqa kenê pîro giha çerxa felekê, kelegirî di hefkê da asê ma û çend dilopek û rondikên şîn û şadî û çavên wî yên melol bi ser hinarok ên rûyên wî yê çermîn û lawaz da hatin xar û daketin ser rûdîna sipî û pêve nosan te digo xunave li ser xwîsarê...Kurkê biçûk şaş ma, êdî ne zanî çi bikit û bêjit.. Pîremêrê ziman şirîn bê ku çav û rûyê xo ji rondikan paqijbikit, xo kenand ûgot : Rengê wê ji rengê kulîlkên gun dê te ne -KESKE, SORE, SIPÎYE û roja geş rasere .. Aştî jî anku tenahî û kes şerê kes nakit û Fato dilê Eyşo naşkênit û ferq û cudayî di navbe ra min û mam da namînit... Dîmukratî jî heye rast, çare nîne û min bawerkir. Bi vî away tibabekjê hat berhevkirin, lê çawa ?!. Komkirinek seyr û kes nedîtî, heke ez bêjim çarêka wan tu bêje çi pêwendî bi hozanên min ve nemabû. Eger ez bêjim pêyvek ji filan malkê tu bêje nîvê wê, ji bilê vê gêjahîyê hin malkên bîyanî jî di navda sîs dikirin û hindek jî baş û pêş bibûn. Hindek bê tam bibûn û hindek xweştir û naziktir. Ez çend hatimê min tiştek ji tiştekî dernekir û wek berê lê ne hatve. Neçarbîm hana xo bigehîm rehmetî Mele Enwerê Mayî, xwend û got: "xo bes pêve biwestîne, xwezî her wek xo maban" paşî qelem girt û rist 1i rûpelê 184 ê nivîsî "paşerojeka geş li pêş xudanê van şiiran dîyare". Min bi şîreta seydayê hêja û nemir kir û min şîya ez wê desnivîsa bi tîpên latînî ku ew hemî hozanên ji sala 1946-1973 ê têda bûn wek bîbûka çavê xo biparêzim. Lê paşî ne mixabin ji kîs çûn di gel wê west û zehmet û pûtepêkirinê. Bê guman ez ne ketim di xema wê da, gula ûmîda min çirmisî. kelha evîna min tepisî vêca ew çîye?.. Hiş û bîr vê dibêjin lê heçîke dilê jar û evîndare ji doza xo qet nayê xarê û li pey vê pîvanê naçit.. Başe pa heke desnivîsa " şîn û şadî " nemabin pa gelo hozanên vê dîwanokê ji kû hatin?.. Ji bilî çend parçeyekî ku di sala 1975 ê min nivîsne yên di hemî bi saya serên şagirt û soxtên kurdan li dervey welatî ku di navbera 1962-1973 ê car car parçeyek -kêmtir, pêtir- ji desnivîsê vediguhastin û di gel xo dibirin, bi vî karê wan tibabek jê hat paristin û bahoza reş verest, lê piştî ku min zehmetek mezin pêve dîtî, heta vê dûmahîyê ji her dişand in. Bê guman pêtir û çêtirê wan hêj mane, hindek ne berdestin, hindek jî bi kêr nihû nahên. Eger delîv hat komkirin û çapkirin sanahîye... Ca heta hingê ev tibab pêşkêşe ku bê guman hindek jê ne bi dilê minin nemaze ewên evîndarîya lawînîyê ku berîbîst sala hatine danan, lê hema çawabin başin û hîvîdarim nekevme babet man û bexçê hunerê gula me jî her wek xo ma û ma. Bextê vajî delîvek reş û ne pîroz îna û ez gihandimê . Gula evîna min û gulbiharê , ew rewş û xemil û pergala berê nemabû, min girt û hembêzkir û li ser textê derd û xeman vezeland... Dilber bi dengê melûl, bi wan çaven reş belek, ber xo da min û got : - Ey tiralê delîvkoj. Kî ev destê bîyanî li ser sîngê min danî? Siktir ji min dûrkive, mibre an jî serkeve, ev derd ji destê te bû, ev text ne textê me bû. Bêje min kanî ew text? Çendî sale min dixwest!! Ta ne înî textî, ta ne raki vî destî, nabim bûka serbestî. Migo Gulê guhmedê dûvê dinê dirêje..lê lê çê.. Lo lo maye ey stêra geşa esmanê şîn û şadîya evîndarê ser neçemandî
|