Li şûna dîbaçê
Rêya xwendin û nivîsandina zmanê kurdî bi fikreke welatînî berî sêsed salî bi destê Ehmedê Xanî hate vekirin. Ew Xanîyê ko bi dîn, zanîn û welatparêzîya xwe rêberê miletê kurdan e. Malikên jêrîn yên wî ne û qetek ji jiyîna miletê me ye. Xwedê bi rehma .xwe giyanê wî şa bike.
Saqî tu ji bo Xwedê kerem ke Yek cireyî mey di camî Cem ke Da cam bi mey cihannima bit Herçi me îrade ye xuya bit Da keşf bibit li ber me ehwal Kani dibitin miyesser iqbal Idbara me we giha kemalê Aya buwe qabilî zawalê Ya her wihe dê li istiwa bit Hetta weku dewr mintiha bit Qet mimkin e ev ji çerxi lewleb Talî bibitin ji bo me kewkeb Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xab hişyar Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padişahek Şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn Derdê me bibînitin ilacê Ilmê me bibînitin rewacê Ger dê hebuwa me serfirazek Şahibkeremek sixenniwazek Neqdê me dibû bi sikke meskûk Ne dima wihe bê rewac û meşkûk Herçend ko xalis û temîz in Neqdên bi sikkeyî ezîz in Ger dê hebuwa me padişahek Laiq bidiya Xwedê kulahek Taîn bibuwa jibo wi textek Zahir vedibû ji bo me bextek Hasil bibuwa ji bo wî tacek Elbette dibû me ji rewacek Xemxwarî dikir li me yetiman Tînane derî ji dest leîman Xalib ne dibû li ser me ev rûm Ne dibûne xerabeyî di dest bûm Mehkûmi eleyh û sealik Mexlub û mitîê Tirk û Taçîk Emma ji ezel Xwedê wisa kir Ev rûm û ecem di ser me ra kir Tebeiyyetî wan egerçî ar e Ew ar li xelkê namidar e Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye şahir û feqîran Herçî bire şîrî desti himmet Zebt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet Lewra ko cihan wekî erûs e Wê hikim di destê şirê rûs e Lê eql û sedaq û mihr û kabîn Litf û kerem û eta û bexşîn Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Mihra te çi gote min go himmet Hasil ko dinê bi şîr û ihsan Tesxîr dibit ji bo wî insan Ez mame di hikmeta Xwedê da Kurmanc di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Bilcimle ji bo çi bûne mehkûm Wan girt bi şîrî şehri şihret Tesxîr kirin biladi himmet Her mîrekî wan bi bezli Hatem Her mîrekî wan bi rezmi Ristem Bifkir ji Ereb heta ve Gurcan Kurmancî ye bû ye şibhî bircan Ev Rûm û Ecem bi wan hisar in Kurmanc hemî li çar kenar in Her du terefan qebîli kurmanc Bo tîri qeza kirine amanc Goya ko li Serhedan kilîd in Her taife sed dikin sedîd in, Ev Qulzimi Rûm û behri Taçîk Hindi ko bikin xirûc û tehrîk Kurmanc dibin bi xûn milettex Wan jêk ve dikin misali berzex Camêrî û himmet û sexawet Mîrînî û xeyret û celadet Ew xetme ji bo qebîli ekrad Wan dalle bi sîr û himmetî dad Hindi ji şecaetê xeyûr in Ewçend ji minnetê nifûr in Ev xeyret û ev iluwwi himmet Bû maniî xemli bari minnet Lew pêk ve hemîşe bê tifaq in Daim bi temerrid û şiqaq in Ger dè hebuwa me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek Rûm û Ereb û Ecem temamî Hemiyan ji me re dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ilm û hikmet Temyîz dibûn ji hev meqalat Mimtaz dibûn xudankemalat
Xani je kemali bêkemalî Meydana kemalê dît xalî Yani; ne ji qabil û xebîrî Belkî bi teessib û eşîrî Hasil ji inad eger ji bîdad Ev bidete ger xilafi mîhlad Safî şemirand vexwar durdî Manendi derî lisani kurdî Înaye nizam û intizamî Kêşaye cefa ji boyî amî Da xelk nebêjitin ko ekrad Bê mehrifet in bê esl û binyad Enwai milel xudan kitêb in Kurmanc tenê di bêhesêb in Hem ehli nezer nebèn ko kurmanc Eşqê ne kirin ji bo xwe armanc Têk da ne di talib in ne metlûb Vêk ra ne mihib in ew ne mehbûb Bê behre ne ew ji eşqbazî Farix ji heqîqî û mecazî Kurmanc ne pir di bêkemal in Emma di yetim û bêmecal in Filcimle ne cahil û nezan in Belkî di sefil û bêxudan in Ger dê hebuwa me ji xudanek Alikeremek letîfedanek Ilm û hiner û Kemal û îzan Şihr û kitab û diwan Ev cins biba li ba wî mamûl Ev neqd biba li nik wi meqbûl Min dê ilim û kelami mewzûn Alî bikira li banê gerdûn Bina ve riha Melê Cizêrî Pê hey biqira Elî Herîrî Keyfek we bida Feqihê Teyran Hetta bi ebed bimaye heyran Çi bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qîmaş re xeridar Xesma ko di vê esir de himyan Maşûq û hebîb e bo me hemyan Yanî ji tima dirav û dinar Her yek ji me ra we bûne dildar Ger ilm temam bidî bi pûleq Bifrûşî tu hikmetê bi solek Kes nakete meyterê xwe Camî Ranagiritin kesek Nizamî Weqtê ko me di zemane ev reng Filcimle li ser diravî bû ceng Hez kir me bibine kîmiyager Gava: ko me di ne bû miyesser Nisfiyye me pêlekê emel kir Tesfiyyeyi cewherî dexel kir Qelbê me ne kir qebûl hîle Qet bû xerezî ne bû wesîle Din çû û ne ket bi dest me dinar Paşê ji neçarî bûyne seffar Sifrê xwe ê xef me eşkera kir Qirtasiye bû me lê dia kir Dawet kiriya bi sidq icabet Bû wasiteyî qezayî hacet Ev pût egerçi bêbiha ne Yekrû ne û saf û bê behane Bêhîle û xurde û temam in Meqbûli meamila ewam in Kurmancî ye sirf e bêguman e Zêr nine bibîn spîdeman e Sifrê me ê sor e aşikar e Zîv nine bibîn ko kêmeyar e Neqdê me mebêje kêmbiha ye Bêsikkeyî şahî şehrewa ye Ger dê bibiwa bi derb menqûş Ne dima wihe bêrewac û mexşûş
Kes nîne ji eşq bêeser bit Mimkin ko ji zewq bêxeber bit Her kes bi qiyasi himmeta xwe Dê serf bikit iradeta xwe Lê ekseri amiyan nezan in Nefsa xwe ji bo xwe re nizanin Nabalix û ebleh û sefîh in Ya Zahid û sofî û feqîh in Ew cahil û immî û sefil in Bê mirşid û rehber û delîl in Naçar dibin li eşq bayih Neqdê xwe didin bi hisn zayih Hin serf dikin bi îşi dinya Hin pê dikirin serayi iqba Ev her du celeb dibin ziyankar Mehrûm dibin ji zewqî dîdar
Ev meywe eger ne abdar e Kurmancî ye ew qeder li kar e Ev tifle eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî şêrin e Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifle bi min qewî ezîz e Mehbûb û libas û gûşware Milkê di min in ne mistear e Elfaz û meanî û ibarat Înşa û mebanî û işarat Mewzû û meqasid û hikayet Mermûz û menaqib û dirayet lslûb û sifat û mana û lefz Esla ne kirin me yek ji wan qerz Bilcimle netaîci di fıkr in Dûşîze û new-erûs û bikr in Yareb mede destê xelkê nasaz Vê şahidê dilruba û tennaz Immîd ev e ji ehli irfan Ew dê negirin li min çu herfan Teşnî nekin wekî xeyûran Îslah bikin li min qisûran Eshabi kemal perdepûş in Erbabi xerez dî pir xirûş in
Ez pîlewer im ne gewherî me Xodreste me ez ne perwerî me Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeberê di kurdwarî Imza bikîrin bi hîsni eltaf Isxa bikin ew bi sem-î insaf Eshabi xerez ko guh bidêrin Eyban bi kerem li min veşêrin Ava rûyê şaîrî nerêjîn Ger mimkin e yeke qenc bîbêjîn Sehw û xeletan mekin teeccib Têwîl bikîn ji bo teessib |