La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ken û Girîn


Auteurs : |
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1989, Stockholm
Préface : Pages : 286
Traduction : ISBN : 9187730-02-2
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv.-Kl. 3962 Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ken û Girîn

Ken û Girîn

Di nav gelê bindest de, kultur û edebîyet bi gelemperî bi devkî ye. Di nav gelê Kurd de jî, edebîyota devkî, li gor edebîyata nivîsî gelek li pêş û dewlemend e. Ev edebîyata devkî: şîretname, gotinên kurt, pêkenîn, stran, çîrok û hwd. in.

Pêkenîn, neynika civat û gelan e. Ew, problem û daxwazên gel bi awekî kenîn û yarî tîne zimên û qerekterekî netewî dide wan. Her civat, komik û gel, li gor dema xwe pêkenîn diafirîne. Mîrov, kare bêje, pêkenîn rexneyên gel in. Lê, rexneyên ne adetî ne, yên lêzêde û mezinkirî ne...


Pêşgotin

Di nav gelê bindest de, kultur û edebîyet bi gelemperî bi devkî ye. Di nav gelê Kurd de jî, edebîyota devkî, li gor edebîyata nivîsî gelek li pêş û dewlemend e. Ev edebîyata devkî: şîretname, gotinên kurt, pêkenîn, stran, çîrok û hwd. in.

Pêkenîn, neynika civat û gelan e. Ew, problem û daxwazên gel bi awekî kenîn û yarî tîne zimên û qerekterekî netewî dide wan. Her civat, komik û gel, li gor dema xwe pêkenîn diafirîne. Mîrov, kare bêje, pêkenîn rexneyên gel in. Lê, rexneyên ne adetî ne, yên lêzêde û mezinkirî ne.

Di pêkenînan de, rewşa her netewî ya dîrokî, aborî, polîtîkî, civakî, olî û kulturî derdikeve holê. Ji ber ku mijarên pêkenînan ew in. Pê re daxwaz û pêşniyazîyên gel dîyar dibin. Her netew li gor qerekter û kultura xwe taybetiyekê wê heye. Ji ber vê yekê jî, pêkenînên me jî dibe, ku ji gelên din re bê mane û bê kenîn bên. Em wan gelên din li aliyek din bihêlin, di nav van pêkenînên me yên berhevkirî de, mirov, bi awekî gelek vekirî du civatên ji hevdu cuda dibîne. Civeta Kurdan a mîrîtî (feodalî) û ya modern. Problem û daxwazên civatê, di pêkenînan de zelal dîyar dibe. Di nav herdu civatan de guhartinên aborî, civakî, olî û kulturî xweş û baş tên dîtin.

Di vê berhevoka han de, me xwest, ku ji her perçe û herêmên Kurdistanê pêkenînên kurdî berhev bikin. Lê belê, me qasî îmkanên xwe berhev kir. Ji xwe mirov, di xwendina wan de navê gelek gund, herêm û bajar dibîne. Di dema berhevkirinê û nivîsandinê de, me, bi xwe nexwest, ku em naveroka wan biguhurînin û me orjînalên wan xira nekir. Heta çigas kêm be jî, me devok û zeravayê herêman bikaranî. Lê, ji derê, hinekên ku ji bo biçûkdîtina zarava, herêm û eşîran hatibûn çêkirin. Me cîh neda yên weha û me di wan de piçek guhartin çêkir, an firast kir. Çendên polîtîk jî nîvê wan hatibû çêkirin, lê me wan bi ser û goh kir. Me bi tenî embargo û sansurê li ser ên seksî danî. Me, wan berhevkir lê ne nivîsand. Ji bil wan, me, li gor naverokên, pêkenîn berhev ne kir. Me, negot “ev pêkenîna paşverû ye, ev ji ya pêşverû ye.”. Ji ber vê yekê jî, naveroka wan, me girê nade. Baş-xirab, ew berhemên gelê me ne.

Dibe ku di van berhevokên me de, çend pêkenînên ku di nav gelên din de jî tê gotin hebin. Ev tişetekî normal e. Ji ber ku gelê Kurd bi salan, di bin zor û tesîra dewletên kolonîyelîst de maye. Ew, nikaribuye edebiyata xwe ya devkî binivîse. Koloniyalîstan, ji me dizîye û ji xwe re kirîye mal, mîna stran, folklor û erd û axa Kurdistanê.

Di dema berhevkirinê de, gelek kesan, ji me re alîkerî kir. Bi teybetî heval, J. Espar, Ş. Şîlan, B. Omerî û hevel Rêber. Em, li yan û hemû hevalên din ên alîkar re spasdar in!

Me navê berhevokê Ken û Girîn lêkir. Ji ber ku ne bi tenî ken e, girîn e jî !

1988 Stockholm
Amed Tîgrîs-Roman Motki




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues