La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dersên diyanetê û hedîsên cenabî Pêxember ji tefsîra Quranê


Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1971, Paris
Préface : Pages : 140
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 155x124 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 1136Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dersên diyanetê û hedîsên cenabî Pêxember ji tefsîra Quranê

Dersên diyanetê û hedîsên cenabî Pêxember Ji tefsîra Quranê

Hedîsên Cenabê Pêxember

"Rehmet û Silava Xwedê Lê Be"
1) Ji bona her derî mifteyek heye , mifta bihuştê ew e ko mirov ji piçûk û belengazan hez bike û li halê wan bipirse.
2) Heçî malê miletî bêrê dixwin para wan dojeh e.
3) Bawermend divê bi şûr û gotina xwe cihadê bikin û pişta zilm û neheqiyê, derewker û zaliman bişkînînin.
4) Xwedê qenc e, ji qenciyê hez dike; pak e, hejî, paqijan dike; comerd e, ji comerdan hez dike.
5) Di roja piştdawiyê de, piraniya xelkê, ji ber gotinên bêrê û beredayî wê bêne êşandin.
6) Dev û dranên xwe her paqij bigirin.
7) Piştî îmanê tieştê çak ew e ko xelk ji hev û du hez bikin.
8) Hon brayên hev in, arîkariya hev û du bikin, rastiyê bêjine hev û li hev xedarî û bêbextiyê me kin.
9) Yê ko baweriya xwe bi Xwedê û bi axiretê aniye an qenciyê dibêje, an.devê xwe digire
10) Ji gulçîçekên pengava û ji jinên spehî û bêesil xwe biparêze.
11) Ma ji çavtengiyê girantir nexweşî heye?
12) Gotin carina sihrek e û şiir carina hikmetek e.
13) Gava hon dest bi karekî.dikin devê xwe bigirin, xelk ji mirovên ko îşê wan li rê ye dibeicin.


Bi navê Xudayê pak ê dilovan û mihrivan

Dersên Şerietê

Ji Xwedê mezintir tu kes ni ne.

Riknên Baweriyê
Riknên baweriyê şeş in : Baweriya bi Xwedê , bi ferişteyên wî, bi pêxemberên wî, bi kitêbên wî, bi roja paşiyê û bi qeda û qederê.

Baweriya bi Xwedê
Baweriya bi Xwedê ev e ko tu bawer biki: Xwedê heye, qedim e ango her hebû, baqi ye ango her heye , çûna wî nîne, ne weke tu tiştî ye, bi nefsa xwe qaîm e, ango bi xwe ye, yek e, xwey qudret e, xwey îrade ye, zana ye, sax e, dibihise, dibîne, daxêve.

Riknên islamê
Riknên islamê pênc in: Kelima şehadetê, nimêj, rojî, zekat û hec.
Mana kelima şehadetê: baweriya bi yekîtiya Xwedê û baweriya bi pêxemberîtiya Hezretê Mihemed e.
( Misilman ji dil bawer dikin û bi zmanê xwe dibêjin: Ez bawer dikim ko Xwedê yek e û
bê hevrî û heval e. Ez bawer dikim ko Hezretê Mihemed pêxember e û qasidê emr û fermanên Xwedê ye. Ez dizanim û bawer dikim ko pêxemberê paşîn cenabê Mihemed e û tu pêxember piştî wî ranabe.

Nmêj, rojî, zekat û hec
Nmêj ji Xwedê re ibadet e , rojî girtina nefsê ji tiştên xwarinê ye . zekat dana pişkekê ji malî ye û hec qesda bal Mala Xwedê ye.

Mikelif
Mikelff ew mirov e ko aqil û balix e û dîn seh kiriye.

Ferz û wacib.
Ferz ew emrê Xwedê ye ko pekanina wî li ser mikelifan wacib e, ango bi vê nevg ye, wek nmêj û roji. Bi kirina ferzê mirov. digehe xêrê û bi nekirina wê ezêb dibîne.

Ferza eyn û kifaye.
Ferza eyin ew emr û fermana Xwedê ye ko divê her mikelif wê pêk bîne; wek nmêj û rojî. Ferza kifaye ew emrê Xwedê ye ku kengê hin wê dikin ji ser hinan radibe, wek nmêja miriyan.

Sinet .
Sinet ew emr e ko bikirina wê mirov xwey xêr dibe û bi nekirina wê lome jê tê kirin .

Heram .
Heram ew tişt e ko divê mirov ne ke. Nekirina wê xeyr e û kirina wê ezab e.
Mekrûh
Mekrûh ew tişt e, ko mirov neke spehî ye.

Mubah
Mubah ew tişt e ko helal e wek vexwarina avê û xwari na .zad

Destmêja mezin û piçûk.
Destmêja mezin bi niyet û bi şuştina difn û devî temamê laşî pêk tê.
Destmn.ja kiçik bi niyet û bi şuştina temame rû û her du destan heta enîşkan , destdana serî û bi şuştina her.du. peyan heta gozekan pêk tê.

Destmêja mezin bi çi çêdibe.
Destmêja mezin piştî gihandina jin û mêran bi derketina havênî bi mirinê, gava jin dikevin cilan, nifas û zayînê çêdibe . Wê gavê rakirina wê ferz e.

Destmêja kiçik bi çi çêdibe
Bi derketina tiştekî ji her du reyan, bi xewê, bi destdana jina biyanî bê perde, bi destdana aletan, bi dînîtî, bi serxweşî, bi vereşana ji devî, bi şika destmêjê û bi kenê ji dil. Nmêj, bê pêkanîna wan her du destmêjan, ne dirist e.

Nmêjên Ferz
Di bîst û çar saetan de, ser mikelifan, pênc nmêj ferz in: Nmêja nîvroyê, êvarê, mixribê, işayê û sibehê.

Wextên nmêjan
Wextê nmêja nîvroyê, ji xwîlbûna rojê bal rojavayî ve heta siha tiştan dibe du caran.
Wextê nmêja êvarê, ji wî wextî heta rojavayê ye.
Wextê nmêja mexribê, ji avabûna rojê heta windabeina sorayiya rojê ye.
Wextê nimêja işa, ji wî wextî heta sehriya sibehê ye.
Wextê nmêja sibehê ji wî wextî heta derketina rojê ye.

Riketên nmêjên ferz .
Di bist û çar saetan de hevde riket nmêj ferz e: Çar riket di nîvroyê de, çar di êvarê de, sisê der mexribê, çar di işayê de û dido di sibehê de .

Riketên nmêjên sinet
Riketên nmêjên sinet bîst û dido ne: Du riket berî nmêja sibehê , çar riket berî ya nîvroyê
û çar piştî wê  çar berî nmêja êvarê û du riket piştî wê, du riket berî mexribê û du riket piştî wê, du riket berî nmêja işayê û du riket piştî wê.

Riknên nmêjê.
Riknên nmêjê dwanzde ne:
Niyet, tekbîra teherumê, rawestana ji peya, xwendina fatîhê, rukû, rabûn, du secde, runiştina di nav bira her duwan de, rawestana di hemiyan de, rûniştina jibo tehiyata ... û kelima şehadetê digel selewata li. ser Hezretê Pgxember selava pêşî tertîba di nav wan de ligel peyhevî.

Tertîb û peyhevî.
Her wekî hatiye gotin, di nmjê de, divê her riknê wê bi cih bên.

Şertên diristiya nmêjê.
Şertên diristiya nimêje heşt in:
Misilmanî, temyîz ango hiş, paqijiya cilan û candekî û cihê nimêjê, veşartina ewrett,, ango, navbira rr..avikt e her du ejneyan , ji bona mêran û veşartina timamê candekî ji bo jinan ji bilî rû û her du kefên destan, hatina wextî, berê xwe dan qiblê, ne gohartina niyetê, gotina bi ... qesd.

Betalkirina nmêjê :
Nmêj bi derdana riknekî ji riknên xwe an bi derdana şertekî ji şertên xwe betal dibe.

Nmêja inê
Nmêja bi civatî ferza kifayetê ye, lê kirina nmêja înê bi civatî ferza eyn e. Nmêja inî du riket in.

Nmêja civatî
Şertên nimêja civatî çar in:
Nmêjker divê niyeta civatiyê li-pey tmamî bine herwekî: min niyet e ez nmêja nîvroyê çar riket, bi civat û tebayî îmam ji Xwedê re bikim; divê bi nmêja îmamî.zanibe, ne keve pêş îmamî, nîzîkî îmamî bibe heke ne mizgeft e û di nav bira wan de tu perde ne be.

Nimêja her du cejnan
Du cejn hene: a kiçik û a mezin.
A kiçik ya remezanê ye, a mezin ya heciya ye . Nmêja cejnê sinetek e, sineteke domkirî ango tu car ne hatiye derdan, divê em jî her bikin. Her nmêja cejnê du riket in.

Nmêja miriyan.
Kengê misilmanek dimire şuştin, kifin kirin, nmêj kirin û veşartina wî an wê ferza kifayetê ye. Nmêja miriyan ji peya ve, tête kirin.

Zekat .
Zekat dana tiştekî ji malî ye û li ser misilmanan ferz e û zekat jiwan tiştên jêrîn tê derêxistin û dayîn : Deve, çêlek, pez, zêr û zîv, çandinî û meywe, tiştên
kirîn û firotinê ko karê salê jê çêbûye û sal bi ser de wegeriya ye.

1 - Ko ba yekî pênc deve ango hêştir hene zekata wan pezek e. Heta bîst û çar devehan, ji ber pênc deve ve, pezek tê derêxistin.
2 - Zekata çêlekan, ji sihî despê dike, ji ber sih çêlekê ve golikeke yeksalî tê derêxistin. Ji her çilî conegayek tê dayîn.
3 - Zekata pez ji çilî destpêdike . Ji ber çil pezê spî ve bilindîrek û ji ber çil pezê reş ve tiştîrek tê derê xistin, ji ber sed û bist û yekî ve du pez û ji ber du sed û yekî ve sê pez tên derêxistin . Ji ber çar sed pezî ve çar û paşê pêş her sedî ve pezek tê derêxistin .
4 - Zekata zêrî ji bîst misqalan destpê dike . Zekata zîvî ji du sed dirheman destpê dike. Qaida wê ji her çilî yek e ango ji bîst misqalan nîv misqal û ji du sed dirheman pênc dirhem tên derêxistin.

Zekata zad û meywe
Zekata zad û meywan, ji penc bar destpê dike . Qaida wan ji her dehan û pê ve yek e. Heke ew bê dişwarî çêbûne. Ko ew bi.zehmet çêbûn, di her bîstan de yek e.
6 - Ji tişten kirîn û firotinê di her çilî de yek e.

Zekata fiire.
Divê her misilmanê mikelif pêş xwe ve û. peş her çi kesê ko nifaqeyê wî li ser wî ye dive, di şev an roja cejnê de zekata fitrê bide. Zekata fitrê ji bona her nefsekî, çar kulm zad in, ji belengazan re tê dayîn.

Rojî
Rojî, di rojên remezanê de, bi niyeta rojiyê, girtina nefsê ye. Mirov dive nefsa xwe ji xwarin û vexwarine ji nizîkbûna jinan, .bipareze.
Meha remezanê
Rojî di meha remezanê de, li ser hemî misilmanên mikelif, ferz e. Bi dîtina heyvê an bi timambûna heyva şabanê sih roj tê girtin.

Niyeta rojiyê
Ji girtina rojiye re, her ro, niyet lazim e.
... wê ev e:
Min îşev niyet e sibê rojî bigirim, pêş edakirina ferza remezana salê ve, ji Xwedê re.
Wextê rojiyê :
Ji ewilê spêdê heta rojavayê divê mirov (jin û mêr ) nefsa xwe bigire.

Şkênandina rojiyê
Rojî bi vereşandina ji qesd, bi gihandina tiştekî bal zikî ve, ji kulên vekirî, wek dev, difn, guh, bi zîvirîna ji îslamîtiye bi ditina xwînê û xwîna piştî zayîna zarokî, bi gîhandina jin û mêran, bi derêxistina havê nî ji qesd tê şkênandin.

Hec .
Hec, qesda bal Mala Xwedê ve ye , ji bona pêkanîna pêkanîna ferza xwedê. Hec ser hemî misilmanên mikelif ferz e heke ew maldar û dikare here hecê. Heca ferz di jiyînê de carekê ye.

Riknên hecê
Riknê hecê pênc in: Ihrama digel niyetê, rawestana Erefê, heft gerên dora Beytê, çûn û hatina di nav bera Sefa û Merwê de , kurkirin.

Omre
Omre jî wek hecê ferz e, digel şert û riknên xwe ji bilî rawestana li Erefê.

Tiştên ko di hecê de wacib in :
Ihrama ji mîqatê, avêtina cilên durûyî di Ihramê de avêtina sê keviran, nivistina li Muzdelifeyê, nivistina li Minayê ji boşev û rojên teşrîkê, tewafa widaê, parastina ji heramên Ihramê.

Heramên Ihramê deh in:
Wergirtina tiştên durûyê û her çi tiştê ko weke wan be;
Ji bona mêran nuxumandina serî, ji bona jinan nuxumandina rû û her du kefên destan;
duhundana mûyên serî;
kurkirina mûyan;
qusandina neynûkan;
bihn xweş kirin;
kuştina nêçîrên xwarinê yên bejî;
jin mehr kirin, kutan û têkilbûna bi şehwet.


Nvîsarên, bi zmanên, biyanî li ser Kurdistanê

- Le Kurdistan ou la mort (bi zmanê frensizî), René Mauries, 239 rûpel, Robert Laffont.
- Les Kurdes, révolution silencieuse ( bi zmanê frensizî), Jean Pradier, 286 rûpel, Ducros éditeur, Bordeau.
- Les Kurdes et le Droit, (bi zmanê frensizî), L. Rambout, 160 rûpel, les éditions du cerf.
- Les Kurdes ( bi zmanê fransizî), Basile Nikitine, 360 rûpel, Librairie C. Klincksieok.
- Journey Among Brave Men, Dana Adams Schmidt (bi zmanê ingilizî), 298 rûpel, Little, Brown and Comp. Boston .
- Kurdistan and the Kurds (bi zmanê ingilizî), Abdul Rahman Ghassemlou, 304 rûpel, Prague.
- Kurdistan, (bi zmanê elemanî), M. Zikmund - J.Hanzelka, 62 rûpel, Praha.
- Vertraue der Pranke (bi zmanê elemanî), K. Dettman, 115 rûpel, Hamburg, Matari Verlag.
- Land im Aufstand Kurdistan (bi zmanê elemanî), Erlandur Haraldsson, 225 rûpel, Matari Verlag, Hamburg.
- Med Uppreisnar mô nnum î Kurdista (bi zmanê izlendî), Erlandur Haraldsson . 182 rûpel, Skuggsja.
- Dter om Eufrat - i kurdernas land, Barrbro Karabuda, (bi zmanê svêçî), 100 rûpel, Tidens Förlag , Stockholm.
- Der Adler von Kurdistan, K. Bedir-Khan, Vongenreiter Verlag.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues