La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka wêjeya kurdî


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2002-01-01, İstanbul
Préface : | Pages : 714
Traduction : ISBN : 975-92481-0-7
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1721Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka wêjeya kurdî

Dîroka wêjeya kurdî

Bingeh û rehên Kurdan

Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li qûntara çiyayên Zagrosê bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobarî", "Nayrî", "Manayî", "Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paşê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine.

Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Reş re koçberî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûne du beş. Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û neteweyên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne. Beşa din jî çûye Rojavayê Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piştî demekê ew beş jî bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hîndîstanê paşmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê "îranî" deng veda. Ew desteya ku li Îranê belav bûbû, hêdî hêdî zêde bûn û paşê jî bûn du ref. Refek li deştên Îranê niştecih bûn û wekî "pars" deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê "Med" damezirandin. Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê "Hexamenişîn" pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'ye berî zayîne de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser Hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.

Jiyana civakî ya Kurdan

Kurdistan ji .ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajledariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin.

Ya ku diyar e, ji ber ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û jı hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore... û hwd, çêkirine. Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mast, rûn û hwd, girtine. Bi vî rengî …


PÊŞGOTIN

Giraniya pirtûkên seyê yên medereseyên welatê me, ji Sûriyeyê dihatin.  Di sala 1941'ê de Şerê Cîhanê yê Duyemîn didomiya. Hevalek çûbû navçeya Nisêbînê û fetilî hate medreseyê. Hevalekî pirsa anîna pirtûka edebiyatê jê kir. Wî got: "Ji ber şîdeta şerê cîhanê tixûb hatine dadan, ji ber vê yekê jî pirtûk ji Sûriyeyê nedihatin û peyda nedibûn."Bi qasî ku di bîra min de maye, cara pêşîn navê edebiyatê min ji vê bûyerê hilda û benga vî navî di dilê min de rûnişt. Ji wê rojê paş de ez hêdî - hêdî hînî wêjeyê bûm. Piştî deman, çawa ku li ser rêziman, dîrok, çîrok û ferhenga kurdî dixebitîm; wisa min xebata "Tarîxa Wêjeya Kurdî" jî hilda bernameya xwe û li ser xebitîm. Ji bo nivîsandina "Tarîxa Wêjeya Kurdî" li benda keys û belgeyan rawestiyam. Di nav roj û salan de çiqas belge bi dest min ketin min ew belge dihêjandan û ji bo nedêrizandinê, wekî giraniya heyber û berhemên xwe yen neteweyî vedişartin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê ya bajarê Stenbolê, di payîza sala 1996'an de biryar da ku bi navê "Jiyana Rewşen" kovareke wêjeyî û çandî derêxe û nivîs ji min xwestin. Min der barê Seydayê xwe Mele Osmanê Xorosî de nivîsek di hejmara pêşîn de weşand. Di hejmarên Jiyana Rewşen ên din de Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hwd. jî ji pênûsa min derketin û di kovara Jiyana Rewşen de hatin weşandin. Gava hejmara van celebnivîsên wêjeyî zêde bûn û hejmara kovarê jî ji 25'an buhurî; min lê nihêrî ku bi guhartin û zêdekirinan, dê Dîroka Wêjeya Kurdî derkeve holê.

Ji wê rojê û paş de min ew not û belgeyên xwe yên veşartî derxistin holê, careke din jî li ber çavan re derbas kirin û li peydakirina belgeyên nû xebitîm. Di domana demê re gelek belgeyên hêja bi dest ketin. Piştî vê yekê, min ew nivîsên xwe; yên ku di kovara Jiyana Rewşen de hatibûn weşandin, li ber çavan re derbas kirin. Min li gorî dîroka wêjeya kurdî rewşeke têkûz dayê û domand. Bi beng û hêzeke mezin lê hate mezixandin û di meha Avrêla 2002'an de ji pênûsa min du berg "Dîroka Wêjeya Kurdî" derketin. Gumandar im ku dê bêyî derbaskirina demê bête çapandin û bikeve bin xizmeta gel. Dîsa gumandar im ku êdî bi hêsanî nikarin înkara ziman û wêjeya kurdî bikin.

Divê bête zanîn ku helbestkar û wêjekarên kurd ne ev tenê ne. Bi qasî ku di pirtûkan de navên wan û berhemên wan hatine nivîsandin û di belgeyan de bi dest ketine jî, bi zorê ji sedî dehê wan di pirtûka min de cih girtine. Ev qas jî, ji dîroka wêjeyê re bes e. Giraniya dîroka wêjeyê, hinekî jî bi saya wêjekaran tê ravekirin. Min jî ev yek pêk anî.

Wêje, dibêjine wê pîşeyê ku mirov sehek, hizirîn, daxwaz û xeyalên xwe bi rewşeke sererast têkûz û bêkêmasî, bipeyivîn an jî bi nivîsandinê dide zanîn. Ev yek jî di dirûvê helbest, destan, roman, çîrok, methelok û bendan de pêk tê.

Dîroka wêjeyê dibêjine wan berhemên wêjeyî ku di dema dûgelan an jî dûgelên neteweyî de ji aliyê wêjekarên neteweyî ve hatine gotin an jî nivîsandin. Divê bête zanîn ku bêyî dûgelên neteweyî, wêjeya neteweyî nayê hizirîn. Bi rewşeke din bibêjim ku li ku derê berhemeke wêjeyî hate dîtin, nexwe li wir dûgeleke neteweyî hebûye. Jixwe bi giranî navê vê celebê helbestan li ser e ku jê re "Wêjeya Dîwanê" tê gotin. Ev dîwan, dîwana xwendekar û desthilatan e.

Min helbest û nivîsên wêjekarên her çar zaravayên kurdî (kurmancî, zazakî, soranî û lorî) digel du devokan (hewremanî û mukriyanî) hildan destên xwe. Di dema heşt dûgelên kurdî (Dûgela Benîdulef, Dûgela Deylemî, Dûgela Eyarî, Dûgela Êzidiyan, Dûgela Etabegiyan, Dûgela Erdelan, Dûgela Baban, Dûgela Xaldiyan) û Otonomiya Dêrsimê de, her yek bi zarava û devoka wêjekaran nivîsand. Ji bilî zaravayê kurmancî, giraniya helbest û nivîsên zarava û devokan li zaravayê kurmancî hatin wergerandin.

Gelek kesên me jî hene ku bi hêmana xwe kurd in û di heman demê de welatparêz .in jî, lê ji sedema bi zimanê kurdî nezanîne; an jî nekarîne binivîsin lê gelek kar û xizmetên gelê xwe kirine. Wan kesan ji mecbûrî bi zimanên biyanî helbest gotine û nivîsandine. Ji ber ku wan kesan bi helbest û pênûsa xwe havil nedane wêjeya kurdî, di nav wejekarên kurd de cih negirtine. Ji ber karên wan ên hêja, di nav wan de heft kes (Şerefxanê Bedlîsî, Evdilah Cewdetê Meletyayî, Kemal Fewziyê Bedlîsî, Nurî Dêrsimê Dêrsimî, Ehmed Arîfê Diyarbekirî, Yılmaz Güneyê Sîwerekî, Orhan Kotanê Muşî) hatin hilbijartin, nivîsandin û li dawiya berga duyemîn hatin bicihkirin.

Em hêvîdar in ji xwendekaran ku rexneyan ji me re verê kin. Pirtûkên ji aliyê min ve hatine nivîsandin û weşandin, ji bilî Nurettin Qaracadağ ji min re hîç rexne nehatine. Yên hatî yan pesinname bûn an jî reşname. Divê bête zanîn ku ev her du celeb jî ne "rexne" ne. Divê rexne ji bo rastkirina çewtiyan an jî têkûzkirina kêmasiyan bêne bikaranîn. Gava min nivîsên van her du kesan dahûrandin min dît ku pirtûkên min nexwendine lewra wan tu kêmasî an jî têkûzî hilnedane destên xwe. Ji ber vê yekê, digel israra rojname û kovaran min bersiva wan her du kesan jî neda. Heger ew bersivnedan ne bersiv be. Hêvî û tika ji xwendekaran dikim ku min bi tenê nehêlin. Yanî ji min re rexneyên xwe yên çêkirkar bişînin. Bawer im ku tu berhem û tu kar di destpêkê de bê kêmasî nabin. Ango her kar di binika xwe de têkûz dibe. Ji bo lezandin û tewizandina têkûziyê rexne pêwîst e.

Min li jorîn gotibû ku ji bilî Nurettin Qaracadağ. Vî zatî jî wekî hinek zimanzanan bi zimanê kurdî dizaniya. Heta di vê mijarê de pirtûkek jî nivîsandiye. Min di sala 1976'an de pirtûkeke bi navê "Hêmana Rêzimana Kurdî" nivîsand, du salan di rexneyê de rawestand. Nurettin Qaracadağ gelek rind dahûrandibû li gorî zanîna xwe duwanzdeh çewtî û kêmasî jê derxistibûn û digel rastiya wan ji min re şandin. Gava min dahûrandin, neh çewtiyên min bûn û min sererast kirin. Sisê jî yên wî bûn û min digel serwextkirinê lê vegerandin.

Kesên di van berheman de, bi nivîsandin û peyidandina belgeyan alîkariya wan gihîştiye min Mele Mehmed Reşid Irgat, Mele İsmet Kılıçarslan, Mele Evdilah Varlı, Mele Mehemed Yağmur, Mele Kerem Soylu, Mele Celaledin Yöyler, Hasan Kaya, Zana Farqînî, Mülazım Özcan, Îkram Balekanî, Zülküf Kışanak û Sabah Kara, ji van kesan re spasiyên bêdawî pêşkêş dikim, berxwedarî û serkeftina wan daxwaza min e.

Yek jî bernava wê ya keçanî Şengül û ya jinanî Sağnıç bi navê Rabîa; heval û bermaliya min a hêja ku 52 sal e bi hevalên min re heval, bi dostên min re dost; di serbestî û fırariyê de, di zengînî û feqîriyê de, di têrî û birçîtiyê de, li derve û di zindanan de, di geşt û seyranan de hîç terka min nekiriye û ez tenê nehiştime. Her gav bi dilekî xweş xizmet pêşkêşî min, mêvanên min  û hevalên min kiriye. Di temenê 69'an de hêj jî wekî ciwanan xebata xwe didomîne. Bi kurtasî di kar û xebatên min de behra havala min Rabîa Sağnıç pir giran e. Jê re spasiyên geş û bêhempa pêşkêş dikim. Evînên germ.

Feqî Huseyn Sağnıç
25 Avrêl 2002



Pêşek

Nivîsandina tarîxa edebiyata kurdî, yek ji xewnên Seyda bû. Dema wî behsa xwe dikir; digot: "Kekê, min bi lêkolîneriya dîrokê dest bi xebata kurdewariyê kir. Demeke dirêj jî li ser xebitîm. Lê ez bi xwe hesiyam ku bêhtir di warê zimên de serwext im. Lewre min dest avête lêkolîneriya zimên. Edebiyat ji zimên naye veqetandin; xebata min a li ser edebiyatê, di ber a zimên re berdewam kir. Ez pê dizanim ku hêj li nik kurdên bakur tarîxa edebiyata kurdî bi rêk û pêk nehatiye amadekirin."

Ji ber vê sedemê wî ev xebata xwe pir girîng didît. Dema ku ev berhem, ji ber pênûsa wî derket; wî dest neavête tu xebateke din. Dema ku min jê pirsî, "Destê min lê nagere" got. Wî niyet hebû ku piştî çapandina vê berhemê, di her mehekê de berhemeke klasîk transkrîpîze bike. Di rojeva wî de, amadekirina antolojiya şiîrên kurdî jî hehû. Li ser cudahiya di navbera tarîxa edebiyatê û antolojiyê de vedikoliya.

Piştî ku Apê Feqî ev berhem bi dawî anî û teslîmî min kir, da ku rast bikim û ez jî teslîmî Aysel Xanimê bikim; bi lêhûrbûneke dorfireh min bala xwe dayê. Di hinek deveran de, min desthilatdariya xwe bi kar anî û min bêyî ku wî agandar bikim hin guhartin pêk anîn. Hinek cih jî bi îqnayê, me bi hev re guhartin. Lê ji bo guhartina hinek deveran hêza min têrî nekir.

Di warê îmla û hûnandina hevokan de, Seyda selahiyeteke bêsînor dabû me. Bêyî şêwrê me guhartin di metnê de pêk dianî.

Piştî ku min carekê berhem xwend, min dît ku Seyda metodolojiya Rojava zêde bi kar neaniye; le ew bi xwe xwediyê metodolojiyekê ye. Jixwe wî gelek caran "Dema berhemek bête amadekirin dive ku ji yên beriya xwe baştir be. Heke ne weha be, pêwîst tune ku mirov zehmetê bikêşe", digot. Bi ya min jî helbet armanca mirov mukemeliyet e. Lê civakên mîna me ancax bi gavên biçûk bigihîjin ya herî baş. Helbet paşerojê berhemê ji vê xurtir dê amade bibin; le ji bo îro li Tirkiyeyê ev berhemeke sereke ye; di warê tarîxa  edebiyata kurdî de.

Seyda, bi salan li mala xwe, li ser kompîtura xwe, rojê bi deh saetan rûnişt û ev berhem qedand. Piştî ku berhem ji ber destê min jî derket û êdî ji bo serastkirina şiîrên di berhemê de, wî û Aysel Xanimê dest bi xebatê kirin, rojê heşt-neh saetan li avahiya enstîtuyê dixebitîn. Di çaremîn roja xebatê de, piştî ku 'civîna çarşemê' jî qediya; sed heyf û xebînet Seyda dozdehê şevê li ser kompîturê ji ber tansiyona bilind, xwîn diwerive mêjiyê wî.

Ji roja ku ez bûme serokê enstîtuyê heta îro, li ser pêşniyara Seyda civîna me ya hefteyî roja çarşemê li dar diket. Di pêşniyara xwe de "Şemî ya Yahûdiyan, yekşem a Îsewiyan û çarşem jî ya Zerdeştiyan e" gotibû. Bi yek dengî pêşniyara Apê Feqî hatibû pejirandin. Şeş salan me her çarşem saet di dozdehan de, civîn li dar dixist.

Ev e çil û çar roj in ku di nîv-komayê de ye. Ji ber wê yekê min nivîsa xwe bi qertafa dema bihurî honand. A niha dîroka Apê Feqî hem tê jiyîn hem jî tê nivîsîn. Hêviya min ew e ku ewê rabe vê nivîsa min bixwîne, pê şa bibe û wan xebatên xwe yên nîvçemayî û yên ku dabûn ber xwe, bidomîne.

Ji bo wî xebat, pîroz û di ser her tiştî re bû. Lewre em dikarin bi rehetî bibêjin ku ew ji wan rewşenbîran e ku bi hemû hucreyên xwe, ji bo gelê xwe dijî û hem jî bi hemû hucreyên xwe ji bo kurdewariyê kar dikir. Tu warê kurdewariyê tune bû (ziman, dîrok, edebiyat, zargotin, etnolojî, sosyolojî û hwd.) ku Apê Feqî je ne haydar be. Rast-çewt, pir-hindik, zanistî-kevneşopî bi çi awayî dibe bila bibe mutleq, li ser her tiştekî kurdan ew xwediyê fikrekê, ramanekê, baweriyekê û hukmekî bû. Ew bi serê xwe dibistanek bû. Bi serê xwe enstîtuyek bû.

Dema ku ew çilemîn roj anîn korîdora nexweşxaneyê, ji bo ku lêzimên wî bikaribin wî bibînin, ez jî li wir bûm. Xanima wî çend pirs jê kirin, kur, keç û bûka wî jî çend pirs jê kirin, lê ne çavên xwe lebitandin ne mîmîk nîşan dan. Lê çi balkêş e; dema ku min got; 'Seyda pirtûka te çap bûye, li çapxaneyê ye' çavên wî zîq bi min ve man, devê xwe lebitand. Pişt re min gotê; 'Seyda li lrakê dewleta kurdan ava bû, soz ku tu rehet bibî emê herin, tuyê li zankoya Hewlêrê li ser pirtûka xwe konferansekê li dar bixî' piştî van gotinan; şabûna xwe bi awayekî diyar nîşan da.

Ji ber ku min zana, pispor, mezinekî kurdan ê weha nas kir, min pê re hevaltî, dostanî kir, xwedî şansekî gewre me. Wî hem wekî mamosteyê jiyanê serpêhatiyên xwe nîşanî min dan, rêberî ji min re kir, hem sirên xwe bi min re par ve kirin.

Apê Feqî ne mirovekî wisan e ku şûna wî were tijekirin. Înşelah Xwedayê dilovan dê wî ji bo gelê wî yê jar bibexişîne; ewê xebatên xwe biqedîne.

Hasan Kaya
03.01.2003




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues