ÇEND GOTIN
Çîro Malbata Evdo ji çavkaniya bûyereke rastî hatiye hûnandin. Navên gernasên çîrokê û navên cih û deran jî rast in. Gernasê vê çîrokê Evdo, pismamê min e. Min bûyer bi çavên xwe dîtiye û ez ji destpêkê heta dawiyê bi wan re bûm.
Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê serpêhatiyê kiribû û di dawiya sala 1980yî de ew li Swêdê xelas kir. Min hingî ev çîroka ha nîşanî R. Zîlan jî dabû. Şîret û pêşniyazên wî yên di derheqa zimên de pir bi kêrî min hatibûn. Ez gelekî spasî wî dikim.
Paşê min di sala 1981 ê de çîroka xwe bi deqtîlo nivîsand û çend kopyayên wê derxistin. Min dixwest ez çap bikim lê îmkan tunebû. Di sala 1983an de min kopyayeke wê ji rehmetiyê Qanatê Kurdo re şand Lenîngradê, da ku ew jê re pêşgotinekê binivîsîne. Qanatê Kurdo bi nameyekê hezkirina xwe anîbû zimên û li ser jiyana min hin agandarî xwestibû. Lê berî ku Qanatê Kurdo bigihîje pêşgotinê binivîsîne, wî wefat kir. Çîroka min ma. Êdî min bêtir meyla xwe berdabû ser prosayê (nesrê) û min dev ji nivîsandina bi vî celebî berdabû. Paşê îmkanê çapê çêbû jî lê min nexwest ez çap bikim. Min nedixwest ez bi vî şiklî çap bikim. Ez demekê fikirîm ku wê mîna roman an jî piyes binivîsînim, lê ew jî nebû. Êdî min ew bi tenê weke bîranînekê hilanî bû. Piştî 17-18 salan, min îsal ew derxist û xwend. Min xwend û min rojên buhurî bi bîr anîn. Rewşa karkerên pembo û bêçaretiya wan hat ber çavên min. Di bîranîna salên buhurî de resimekî salên heftêyî di serê min de diyar bû. Gelek tişt hatin bîra min. Wê ji ber tesîra 18 salên surgunê û dûriya ji welêt be, ez hisî bûm. Loma min biryar da ku ez vê berhemê çap bikim û gernasên wê di bîranînan de zindî bihêlim. Çi di aliyê zimên de çi jî di aliyê naverokê de min tu guhertin di vê ber- hemê de nekir.
Bêguman ger min îro ev berhem binivîsanda min ê bi awayekî din, bi raman û felsefeyeke din, bi celebekî din ê edebî binivîsanda; lê ez ê tu carî evqasî realîst nêzîkî mijarê nebûma û ez bawer nakim ku min ê bikarîba zimanekî weha zindî û xwezayî bi kar bianiya.
Bi hêviya ku wê bi dilê we be...
Firat Cewerî Stockholm 1998 |